Vê pêla dawî kurdên me li ser twîterê odeyên akademîk ava kirine,
lê ka bê bi zimanê akademîk dipeyivin an bi zimanê organîk dipeyivin, nizanim.
Berê jî min gotibû,
heger em nikaribin pişta tirk û ereb û farisan bigihînin erdê jî, teqez em ê li ser medyaya sosyal bi quretîyên xwe yên akademîk Kurdistanê ava bikin!
Bijî şoreşa li ser medyaya sosyal!
Henek li hêlekê, lê bi rastî jî medyaya sosyal şoreşek e; heger em dev ji quretî û populîzma xwe berdin...
Her kî radibe, odeyekê ava dike û çend kesên xew li wan herimî ye jî li dora xwe dicivîne û bi seetan li ser teorîyên ji bejn û qama xwe mezintir dipeyivin.
Ji zelqamirîşkîzmê bigire, heta marksîzm û komunîzm û tirşikîzmê li ser her mijarê peyvên ji serê xwe mezintir dikin û ji bo demekê li ser serê çend ciwanik û ciwamêrên haya wan ji ciwanikî û ciwamêrîya wan tune ye, dibin feylesof û teorîsyen û rewşenbîrên haya wan ji sîya wan a li ser dîwêr dilive tune ye.
Bêguman,
di wan odeyan de jî carinan şerê navxweyî derdikeve;
hin kes dibin weletperwer û qehreman, bi lîrelîr û çepik û halanan wê şevê ji kefa heta destê sibehê xew nakeve çavan;
hin kes jî dibin xayîn, di bêdengîya şevê de xew li wan diherime, heta destê sibehê di nav fikarên xwekuştin û xwenekuştinê de diherin û tên.
Bi qasî em xwe berpirs û wezîfedar hîs dikin, tu kes xwe weha hîs nake.
Hema qey çar pênc sebî-zarok dikevin nav lepên me, demildest em dikevin moda mamostetî û rewşenbîrîyê û em dest bi ders û şîret û pêşnîyaran dikin, bi haweyekî teorîk mîna akademîsyen û pedagogan.
Bi qasî zimanê kurdan dirêj e, emelê wan jî ew çend xurt bûya, nuha ji zû de ew zimandirêjî ji Kurdistanê re bûbû sînor, lê gotin û emel li hev dernakeve, mixabin.
Haa!
Ez vê jî bibêjim...
Ez ne li dijî civat û sohbet û danûstendinên bi vî rengî me, berevacî vê, divê hebin, lê însanan li ber sîya pozê xwe mexel nekin.
Min got,
-Evdila, alîkarîya te divê!
Got,
-Li ser çavên min, Seyda!
Min got,
-Evdila, çavên te li ser memikên keçikên bajarîyan bin û tu carî pozê te ji bêhna memikan mehrûm nemîne, lê ezmûn heye û ji ber ku senaryoyek di nav destê min de ye, ez li ser vê senaryoyê dixebitim, ji bo ezmûnê ez hîç nexebitîm.
Got,
-Êê!
Min got,
-Ka peyva min nebire, ez pê de têm...
Got,
-Fermo!
Min got,
-Ez ê şîfreya rûpela zanîngehê ji te re bişînim, ji dêvla min tu têkevê; qe nebe tu mamostetîyê dikî, tu yê ji min çêtir çêkî...
Got,
-Dubare li ser çavan, Seyda!
Min got,
-Weleh Evdila, ez wek te ne comerd û çavfireh im; min carekî çavên te birin li ser memikan danîn û pozê te li dora wan gerand, cara duduyan ez ê vê comerdî û çavfirehîyê nekim.
Em her du jî kenîyan.
Bû şev, berî wextê ezmûnê biqede bi seetekê min dîsa jê re nivîsand.
Min got,
-Xoce, seetek wext maye, ezmûna me ji bîr neke! (Tew ezmûn bû ya min û wî🤪)
Got,
-Yek û yek teyrê belek
Zaza bilbil dermanê dil
Şekir û şima
Çû ber çema
Çem miçiqî
Av tê de nema
Min got,
-Weleh tu jêhatî yî!
Got,
-Ez birayê te me. Min qûşa wê qetand!
Dema em zarok bûn, ku tiştek nediket serê me anku ku ber bi aqilê me ve nediçû, me digot,
"Yek û yek teyrê belek
Zaza bilbil dermanê dil
Şekir û şima
Çû ber çema
Çem miçiqî
Av tê de nema"
Erê weleh,
li ser rewşa kurdan,
li ser têkçûyîna sîyaseta kurdan,
li ser malkambaxîya îdeolojîyan, ew îdeolojîyên ku kurd ji kurdîtîyê xistine,
li ser ruhê mirîdîtî yê ku kurd li ber derîyan kirine parsek,
li ser kurdên bi aqilê dijmin anku bi aqilê protez tev digerin,
li ser nivîskarên ku qelema wan masturbasyonê dike,
li ser têkçûyîna aborîya Tirkîyeyê û qeşmerîya ku Teyo bi tirkan dike,
li ser biratîya gelan
û li ser gelek tiştên din em dikarin bibêjin,
"Yek û yek teyrê belek
Zaza bilbil dermanê dil
Şekir û şima ,
Çû ber çema
Çem miçiqî
Av têde nema"
Bîstek berê min telefonî Seadetê kir; lê wek her tim bersivê nade; carinan ew û telefona xwe ji hevdu dixeyidin; her yek li odeyekê pal dide.
Cara duda min telefonî wê kir; wek ku ez nuh telefon dikim, got, "Elo!"
Ji "elo"ya wê min fêhm kir haya wê ji telefona min a ewil çênebûye.
Axir...
Min got, "Seadet, tu çawa?"
Got, "Ez baş im, lê min bihîst belalûk di serê lawê filankes de derketîye. Heger tu pê re peyivî, jê re bibêje, wexta heyv li esmên xuya bû, bila derkeve balkonê, li heyvê binere û sê caran li ser hev bibêje, 'Heyvê belalûka min ji te xweşiktir e, heyvê belalûka min ji te xweşiktir e, heyvê belalûka min ji te xweşiktir e!'"
Çi bawerîyeke ecêb!
Piştî vê gotinê, ez careke din tê gihîştim ku kurd hîn jî tam nebûne misilman.
Gotina Dawî
Ji kerema xwe re bila her kes karê xwe bike; şivan şivantîyê, gavan gavantîyê, mamoste mamostetîyê, sîyasetvan sîyasetvanîyê, nivîskar nivîskarîyê, hunermend hunermendîyê, fêkîfiroş fêkîfiroşîyê, mêr mêrtîyê, jin jintîyê, ker jî kertîyê bike.
Nebin hergûkolog!