lê ne şaş bim hîn nuh berfê dest pê kiribû û ketibûm ser dilê komputerê; biborin, nahlet li çavê şeytên bê, ketibûm ser dilê telefonê, min ji blogê re dinivîsand.
Got, "Ma li cem we berfê dest pê nekir?"
Min got, "Belê, belê, wa ye dibare."
Kenîya, got, "Ez bi qurbana rehma wî bim! Te dît milet digot îsal baran kêm e, em ê ji tîna bifetisin. Ew bixwaze, dibare, ew nexwaze, nabare..."
Min got, "Seadetê, ma em qerf û henekên ber devê vî sadîstî ne? Kêfa wî dixwaze, dibarîne, kêfa wî nexwaze, nabarîne..."
Got, "Ev e!"
Min got, "Bi wî serê te yê delalî, her tişt li gorî tevn û mêzîn û dengeya gerdûnê bi xweber dimeşe. Tiştekî tune ye wek heye ranexe pêş çavên me; jixwe tu wî raxî pêş çavên me jî, em ê wî nebînin; em ê nebînin, lewra tiştekî tune, bi çavan nayê dîtin."
Got, "Tobe tobe! Dîsa cinik hatin dorê!"
Min got, "Wexta neyê hesabê te, tu wer dibêjî."
Got, "Devliken, karê xwe bike û bêvila xwe nexe nav karê wî"
Min got, "Îja 'wî'! Tu yê bibêjî qey qala birayê xwe Hemdila dike..."
Bi "La hewle"ya wê re mijar guherî, hat ser nexweşîyê û nexweşan.
Got, "Xwedê bixwaze, kare mirîyan ji gorê rake!"
Min got, "Seadetê, heyran, ne mirîyan, ma ne wa ye filankesê bi qansêrê ye..."
Got, "Êê!"
Min got, "Ê ê! De bila wî Xwedayê tu ew qasî bi hêz û qudreta wî bawer î here wê rebena ketîye ber sekratê û êdî doktoran jî destê xwe jê şuştine, sîpîsaxlem bike û rake! Bi soza mêrê berê, heger wê pîrekê sipîsaxlem bike, ez ê dev ji minafiqîya xwe ber dim, tobe bikim û rojê pênc caran li pey te nimêj bikim..."
Got, "Heger bixwaze, kare wê sipîsaxlem bike!"
Min got, "Kare, lê tu dibêjî nake!"
Devê xwe bir û anî, got, "Yanî heger bixwaze, kare..."
Min got, "Seadetê, Xwedayê ku karibe mirîyan rake û raneke, Xwedayê ku karebe nexweşên nexweşîya wan giran rehet bike û neke, Xwedayê ku bi êş û birînên min zewqê bisitîne û bi hêsirên min xwe helal bike, ji min re ne hewce ye, li te pîroz be!"
Wek her car dîsa xwe aciz kir û gotina xwe ya herî klasîk kir:
"Xwedê Teela meriv ji te bisitirîne! Tu rêya rast li ber meriv şaş dikî!"
Axir...
Ez vê sibehê rabûm, her der spîboz dike, dar û ber di bin berfê de maye.
Biçûk, mezin, nêr, mê pev ketine bi berfê dilîzin.
Hin ji wan jî wêneyan digirin ji bo di facebook û înstagramê de belav bikin.
Jixwe di rewşê herî giran de jî em terka romantîzmê nakin.
Û romantîzm jî herî pir li ketî û belengazan tê. Belengazî bi xwe jî ensturumaneke romantîk e di destê kapitalîstên oportunîst de.
Heger ruhê meriv romantîk be, meriv kare ji gelek rewşan romantîzmê biafirîne:
Vexwarina çaya qaçax...
Meşa li ber peravekê...
Dema roj diçe ava...
Tîna agirê sobeya êzingan...
Nivîsandin û xwendina helbestan...
Parvekirina çend pasajan ji kitêbên Mehmet Uzun...
Pesindayîna kilamên Şakiro...
Wêneyekî bi kitêb...(Bi taybetî jî kesên tirkîaxêv û kitêbên kurdî)
Xwarina simîtan...
Nanê bêxwê, tirên şor...
Guhdarîkirina li stranbêjên kuçe û kolanan...
Û li meş an çalakîyekê du sloganên îdeolojîk...
Lê, piştî koronayê meş û çalakî jî demode bûn.
Ji bavê kê zêde ye êdî bi komî tevbigere!..
Sîstem li ser kare û êdî jîyaneke dîjîtal î mekanîk li hêvîya me ye.
Di navbera çar dîwaran de jîyaneke dîjîtal;
kar û xebat li malê bi haweyê homeofîs, ders û perwerdeyî bi reya bernameyên înternetê.
Gotina Dawî
Me pê girt!