Ez zanim, hewce nake hûn bibêjin, ez îroj piçekî dereng mam.
Ji vê sibehê de...
Na na, nahlet li çavê şeytên bê, ji nîvro de ye ez li derve me, geh bi vir de çûm, geh bi wê de çûm û jixwe hûn trafîqa Stenbolê jî zanin; meriv ji xwe ne xerabtir be, meriv ji malê dernakeve; erê, temam, lê vê koronayê nîyha derûnîya me, mejîyê me leqand, heyran!
Di navbera çar dîwaran de, meriv ji mêrantî dixe, le rebenên jinan!
Ew jî ji jintî dikevin!
Tew vê refleksa me ya feminîstî...
La hewle wela û quzilqurt û çi qas bela.
Asoxî min xwe gîhand mala Beto, lê ez ê dîsa bibêjim "nahlet li çavê şeytên bê" ez ditirsim êzîdîperestên me dilê xwe bigirin, lê ez qala mêrikê wan nakim.
Dîsa jî lêborînê dixwazim ji wan.
Offf! Min çi qas "lê" bi kar anî di qonaxa van çend hevokan de.
Lê "lê" jî peyveke têra xwe romantîk e, haa!
Lê lê jinê!
Lê lê xanimê!
Lê lê delalîka ber dilê minê!
"Lê" kare bi tena serê xwe pişta meriv bîne û bi çend "lê lê"yan orgazm bibe.
Meriv xwe bike qurbana vî zimanê efsûnî û îlahî!
Axir, ez bi çend hevokan paş ve vegerim.
Berî mala Beto, ez çûm serdana birazîyê xwe Baran. Erê, piştî min têr bi dilê xwe bi Baran re lîst, ez rabûm, derketim, ber bi mala Beto ve çûm; Beto berî min derbasî malê bûbû, ji bo hazirîya mikarna...
Erê bi ser Şêx Hadîyê li zîyaretgeha xwe bi pîrekan re bi navê dilîst, ji bo xwarina mikarnayê ji Ataşehîrê min daye kezeba rê, ez çûme Okmeydanîyê mala Beto.
Lê xwedênehiştê Beto jî mikarnayekê çêdike, mirîyan ji gorê radike, rebê mikarnayê dileqîne; ne îtalyayî, hemû ewrûpî bigihêjin hev, ew ê nikaribin avê li gunê, bibore, li destê Beto kin.
ji roja korona bûye agir û bi erdê ketîye, min pismamê xwe Eledîn jî nedîtibû.
Lolo pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerên dijmin li çîyayê jor in
Weke xweşmêran ji hev bela nakî
Min telefonî Eledîn jî kir, min got, "Beto hazirîya mikarna dike, bilezîne, were xwe bigihîne ser."
Eledînê me jî berî nuha bi mehekê bi koronayê ketibû û ji Ruhstîn re fîkandibû, lê ji ber ku vê pêlê karê Ruhstîn pir e, deng neçûbûyê, nebîhîstibû...
Yezdan kêmanîya wî nede û wî ji ser serê zarokên wî kêm neke.
Amen!
Beto sifre raxist û mikarna serwîs kir; jixwe bênamûs li hoteleke pênc stêrk dixebite, ji serwîsê re jêhatî ye.
"Gao lawo te çi xwar!"
Ev gotin, ka ya pêşîyan e, yan a paşîyan e, nizanim, lê li herêma me pir li kar e.
Û em filitîn ser mikarna...
Eledîn di bêhnekê de sênîka xwe ya mikarna li enîya xwe xist û bi ser de jî qedeheke dew bera ser kezeba xwe da.
Destê xwe bi dora simbêlê xwe xist, got, "Kuro, piştî koronayê ez xwe wek zavayê yekmehî hîs dikim. Ne zik têr dibe, ne binzik... Ez li performansa xwe şaş û ecêbmayî mame; mîratê, tu yê sûnd bixwî meriv vîegra xwarîye, meriv her birçî ye û çi qasî dike, ew qasî jî dixwaze."
Beto li Eledîn nerî, Eledîn li min nerî û piqînî bi her duyan ket...
Eledîn got, "Devliken, ez bi heyrana te bim, xwe biparêze, bi korona moronayê nekeve, yan na were û tu bi koronayê kevî, bi telaq tu di temama jinên Stenbolê nî jî, tu yê têr nabî û kurmê te yê neşkê."
Em têr kenîyan...
Axir, me têr mikarnayê xwe xwar, Beto rabû sifreya xwe da hev, derbasî mitbexê bû, çayê da ser êgir, çavên min li seetê ketin; ji heyştê şev re çarîkek maye...
Ez rabûm ser xwe, min xatir ji wan nexwest û ber bi metrobusê ve revîyam.
Piştî nehê şev çûyin-hatin qedexe ye. Polîs kê bisekinîne-jixwe min û yên wek min ji kêfî disekinînin-, ceza zêdeyî sê hezaran e.
Di wext de derketim, di wext de li metrobusê siwar bûm û di wext de gîhaştim Ûzûnçayirê.
Ji metrobusê peya bûm ber bi otobusên diherin alîyê Ataşehîrê ve çûm.
Otobusa ez lê siwar bûm li rawestgehekê sekinî.
Du jin ketinê, ji şifêr re pirsîn, "Ev otobus di filan derê re derbas dibe?
Şifêr got, "Na, derbas nabe."
Peya nebûn, dîsa pirsîn, "Ev otobus di ku re derbas dibe?"
La hewle wela û quzilqurt û nizanim çi qas bela!
Hindik mabû ez destê xwe li pişta wan xim û bibêjim, "De peya bin yadê heyran, ez dereng mam; hîn min ji blogê re nenivîsandîye, emojna min Eyşê ket bîra min.
Emojna min Eyşê jî rojekê li sûkê ciwamêrekî dibîne, wî dişibîne mêrê dotmama xwe. Destê xwe dide milê wî, diniqurçê, dibêje, "Birê min, ma tu ne mêrê Asyayê yî?"
Mêrik lê dizîvire, dibêje, "Na xweha min, ez ne mêrê Asyayê me."
Mêrik berê xwe diguhere, hîn gav neavêtîye, dibêje, "Ma tu mêrê kê yî?"
Mêrik bi hêrs dibêje, "Ez mêrê jina xwe me, ma ez mêrê kê me, xweha min!"