Hesenê Tixûbî, Mehemê Çêleka, Xelefê Emrûdî û Hemê Kinikê li qahwa şêbîyan rûniştine, ji xwe re bi kaxetan (jûkêr) dilîzin.
Edhemê Şêbî (xwedîyê qahwê ye, herweha welatparêzekî temam e û di salên nodî de li gund têra xwe milîstîya şervanan jî kirîye) sinîya qedehan di destê wî de, ber bi maseya van xweşciwamêran ve dimeşe.
Qedeheke çayê datîne ber Mehemê Çêleka, qedeheke çayê datîne ber Xelefê Emrûdî, qedeheke çayê datîne ber Hemê Kinikê û qedeha lezoyê jî bi girmîn datîne ber Hesenê Tixûbî.
Bi girmînîya tepsîka bin qedehê re, Hesenê Tixûbî vediciniqe.
Edhemê Şêbî ziq li hundirê çavên wî dinere, dibêje, "Evdilayê me dev ji doz û dahwê berdaye!"
Hesenê Tixûbî şekirên lezoya xwe diavêje binê qedeha xwe û bi qûna kevçî digire û bi şingînî qedehê li hev dixe, dibêje, "Bi telaq û namûs, Evdila dev ji doz û dahwê berde jî, ez ê dev jê bernedim!"
Heger mejî bloke bûbe, çare tune ye...
Doh ez û hevala xwe ya hîn jî tesîra îdeolojîyan ji ser mejîyê wê neçûye, ji acizî piçekî li ser rojev û sîyasetê ketin qirika hev.
Piştî demekê peyv ji peyvê zêde bû û tew hew me dît em ketine nav nîqaşeke sincirî û mîna lokên deveyan em hêç ketine.
Yek ji min, yek ji wê, xanimê got, "Tu bi carekê darê ji binî de dibirî, heyran! Ma weha dibe? Di van 40 salan de ma qey hîç tiştên qenc jî çênebûne! Neheqîyê neke! Destê xwe deyne ser ûjdanê xwe û bextê xwe xera neke!"
"Tir li ku, das li ku!" ev jî xweş lê rûdine, lê "Ez dibêjim çi, tembûra min li çi dixe!" xweştir e û ji ber ku tembûr tê de derbas dibe, bi guhê meriv hunerîtir, estetîktir tê.
Axir...
Li ser "qencî"ya vê xanimê ez ê bi dehan hevok nenivîsînim û enerjîya xwe jî, enerjîya we jî belasebeb xerc nekim; heyf e!
Jixwe bi dehan car li ser van meseleyan min jî û bi dehan hevalan jî ta bi derzîyê ve kirine, hewce nake, dîsa wî tayî di nav lêvên xwe de şil û rep bikim û li qula derzîyê bigerim.
Û teva ku ez li ber çongên vê xanimê rûniştime û bi seetan min jê re ta bi derzîyê ve kirîye jî, wer xuya ye fêhm nekirîye.
Min belasebeb qirik li xwe qetandîye; yan wê li min guhdarî nekirîye, tenê konsantreyî tiştekî din bûye, yan jî mejîyê wê yê blokebûyî nehiştîye gotin tesîrê lê bikin.
Dîsa heyf!
Lê wer xuya ye xêr di min de nema ye û êdî dema teqawîtbûna kîr hatîye.
Berê mîna şêxekî bû, bêaro! Kê destê xwe lê dipêça, pê re pê re hîpnoze dibû, lê nuha ji devê xwe dernaxînin jî, êdî fêde nake, derew e!
Na na, ez ê wî di ber di jêkim!
Bi kin û kurmancî mesele ev e...
Kurdên mejîyê wan bi îdeolojîyên nekurdî bloke bûbe, çare lê nabe.
Tenê tu yî di dilê xwe de fatîheyekê (ne bi erebî) bixwînî û ji wan dûr bisekinî.
Ez qala îdeolojîyê dikim, ez qala zîhnîyetê dikim, ez dibêjim yên bi wan îdeolojîyan bi cizbê bikevin û bi wê zîhnîyetê tevbigerin-hereket bikin, ne di xizmeta kurdî-kurdan de ne, bi hemd-bêhemd ji dijminên xwe re xizmetê dikin, radibe dibêje, "Ma hîç tiştên qenc jî çênebûne?"
Wek meriv here di nav rêxa çêleka ku ji êvar de zebeş xwarîye, li dendikeke paqij bigere...
Dagirkeran dest avêtin genetîka sîyasetvan û rewşenbîrên me, sîyasetvan û rewşenbîrên me jî bi xeyal û fantezîyên beradayî em hînî belengazî û xwelîserîyê kirin.
Mîna masî ji avê birevin, em ji azadî û serxwebûnê direvin, ditirsin.
Qetla zimên helal e...
Weşanxaneyên kurdan (ne kurdî) ji bo çend qurişên zêde qezenç bikin, dest bi wergera berhemên bîyanî kirine; çi ji zimanê orjînal, çi ji zimanê duyem...
Werger karekî pir hêja û pir jî hewce ye, lê divê wergêr jî wergêr bin, lewra wergêrên bêvîzyon tecawizî ruhê berheman dikin.
Gotina Dawî
Ker ker e, carina ka û gîha û qaşikên zebeşan li ber e, carina jî difîkîne, ceh li ber e...