"Yê li xwe biheyire, ez di wî nim!"
Seadetê her dibêje,
"Ez bi qurbana Xwedê bim! Goşt hebe, ez jî karim her şîvê çêkim; jin ew e, bêyî goşt karibe xwarinê çêke û li xwe neheyire."
Nîyazî Ûsta jî (Sosyocivaknasê Zindana Dîyarbekirê) digot,
"Hûn leymûnê bi ser gûyê min de biguvêjin, gûyê min ê jî bibe qudret."
Sê kesên bi tu haweyê naşibin hev.
Îja hûn ê bibêjim dîsa Devliken li pey çi fantezîyan e!
Ez ê ji jêr dest pê bikim û hêdî hêdî ber bi jor ve werim û mijarê bînim ser mijara sereke.
Di salên heyştêyî de Nîyazî Ûsta jî wek gelek welatperwerên kurd di zindana Dîyarbekirê de zindanî ye.
Êşkenceya bi haweyekî sîstematîk her roj li wan dibe ne bes e, bi ser halê ne hal de, xwarina ji bo wan derdikeve jî ji êşkenceyê xerabtir e.
Jixwe mîde-hûrê Nîyazî Ûsta ne rehet e; ji ber êşa mîdeya xwe ne di tu halî de ye.
Û hema hema her roj şîva wan kapûska ye. (Kabûska cureyeke xwarin e, ji lehaneyan çêdibe û hefteyê sê-çar caran li hefs û eskerîyê ji bo hefsî û eskeran çêdibe)
Dîsa êvar e, qerwane hatîye û wek her car dîsa şîv kapûska ye.
Berpirsê qerwaneyê şîvê li girtîyan belav dike û her kes mîna ji ber xelayê hatibe, dikişin ser û dixwin.
Nîyazî Ûsta mahdê wî tirş, li hêla sênîka ber xwe jî nanere.
Hevalên wî jî hemû zanin Nîyazî Ûsta hîç ji kapûskayê hez nake; roja şîv kapûska be, wê rojê birçî radikeve.
Hevalê kêlekê çend parîyan ji sênîka ber xwe dixwe-naxwe, difitile ser Nîyazî Ûsta, dibêje, "Nîyazî Ûsta, çima tu naxwî?"
Nîyazî Ûsta bi hêrs dibêje, "Yanî tu nizanî ez ji bo çi vê kerafîyê naxwim!" û dibe niçeniça wî!
Hevalê kêlekê dibêje, "Weleh wexta meriv leymûnê bi ser de diguvêje, dibe qudret, meriv tilîyên xwe pê re dixwe."
Lê li pêyasê leymûn tune ye.
Nîyazî Ûsta xwe aciz dike, dibêje, "Tu leymûnê bi ser gûyê min de biguvêjî, gûyê min ê jî bibe qudret!"
Wexta meriv li cem Seadetê pesnê mitbexa jinekê dide û heger ew xwarin di mitbexa Seadetê de tune be, Seadetê xwe aciz dike û dest bi felsefeyê dike, dibêje,"Ez bi qurbana Xwedê bim! Goşt bînin ber destê min, ez ê jî ji we re vê xwarinê çêkim."
Li gorî felsefeya Seadetê, ya kevanîyê dike kevanî, goşt e...
Ez hatim malê, şîv tune ye.
Ji sibehê de li ser taseke şorbe me; berî nîvro di taştê de min taseke şorbe xwar û heta berî êvarî ez li ser şorbeyê mam.
Jixwe rojê du dahnan nên dixwim.
Axir, ez çi çêkim, çi çênekim...
Min sarinc vekir.
Kuvark, îsot, firingî qelî û hêk bi ber çavê min ketin.
Min got "Ya Xwedayê Mela Birhan pê bawer" û min malzemeyên xwe li ber xwe rêz kirin.
Ewil min kuvarkên xwe xweşik paqij kirin, dû re min hinek zeyt bera binê miqilkê da û kuvarkên xwe avêtin miqilkê, baş raqelandin.
Piştî kuvarkên min baş raqelîyan, min qelîya xwe bera nav da û ez sekinîm heta qelîya min di nav kuvarkên min de mehîya.
Min îsot û firingîyên xwe jî hûrhûrî kirin û ew jî avêtin hundirê miqilkê, xwêya xwe pê werkir û rûniştim.
Bi qasî panzdeh deqeyan xwarina min li ser êgir pijîya û herî dawî min du hêk bi ser de şikenandin û şîv hazir û amade bû.
Gao reşo te çi xwar!
Ez ketim ser, min ew zirmiqilk bi tena serê xwe li enîya xwe xist.
Lê min ji bîr kir ji xwarina xwe re navekî bibînim.
De bila dîtina nav jî ji xwendevanan re bimîne...
Êê!
Şeytên çi gotibû?
"Yê li xwe biheyire, ez di wî nim!"
Baş e min qûn li ser nekir û bi serfirazî ji nav lepên Şeytên filitîm û min berê Şeytên da yekî din.
Li xwe neheyirin, an na kîrê Şeytên li ser milê wî ye, qul bi qul lixweheyirîyan digere!..