Bobelat hene û bobelat hene...
Du jintî, du jintîyên yek ji yekê bedewtir, lê hesreta wan kurmikek e.
Kurmik anku zarok...
Yên berê di şûna zarokan de kurmik bi kar dianîn.
Wexta dilê wan bi kesên kurdunde dişewitî, bi şêwazeke hestyar û liberketî digotin, "Hema Xwedê kurmikek bikira qismet..."
Ev her du jintî çi qas digerin nagerin, ji derdê xwe re dermanekî nabînin.
Pîrekên kurmancî...
Şêx û mele...
Cî û warên pîrozwer û zîyaretgeh...
Tu dera bêhna hêvîyê jê difûre bernadin, lê dikin nakin nagihêjin miradê xwe û rê û çare peyda nabe.
Axir, navê keşeyekî li bajêr olan dide. Tê gotin kes destvala ji cem wî keşeyî venagere.
Her kî sitewr çûye, avis vegerîyaye...
Her du jintîyên yek ji yekê bedewtir, bi raterqa hev dikevin û berê xwe didin mala keşê.
Pêşîyan belasebeb negotine:
"Bi pirsê meriv dihere Xursê"
Lê rastîya vê gotinê ne werê ye; ev bêbextîya xursîyan e; xursîyan ji xwe re kirine malê xwe.
Rastîya vê gotinê ev e:
"Meriv bi pirsê, digihêje Misrê"
Lê siberojê "Misr" kare bibe "Mars" jî.
Axir...
Her du jintîyên me yên yek ji yekê bedewtir, bi pirsê xwe digihînin mala keşê.
Teq teq teq!
Keşe derî vedike.
Ne ins û ne cins, keşe bi tena serê xwe ye.
Ev gotina "ne ins û ne cins" jî min ji Seadetê bihîstîye.
Xweda kêmanîya wê nede, ferhenga wê dewlemend e.
Di rêwîtîya ferhenga wê de carina li hin peyvan rast têm, devê min dihere li paş guhên min disekine.
Keşeyê me xêratinê li wan dide û wan keremî hundir dike.
Her du jin piçekî fedîyok, bi teperepa dil derbasî hundir dibin.
Keşe fstanekî reş bi ser bedena xwe de berdaye, rîha wî ji ya nêrîyekî dirêjtir e.
Çavên xwe digire û dibêje, "Guhên min li we ye, çi derdê we heye?"
Her du jin li wî dinerin, li hev dinerin, jintîya mezin dibêje, "Em ketin bextê te. Me tu der nehişt, ne şêx ne mela, ne mizgef ne zîyaretgeh, malzaroka me zuwa ye, zarok ji me re çênabe. Me ji kê pirsî, berê me dan te. Eman û eman! Em ketin dexlê te!"
Keşe çavên xwe venake, di ber xwe de dike pistepist û ji wan re dibêje, "Herin odeya din, xwe tazî bikin, milyaket ê were di we ne! Bi emrê îlahî hûn ê avis bibin û bigihêjin miradê xwe."
Her du jintî di ber xwe de dikin "pepû pepû!" lê bêhurmetîya keşe jî nakin. Derbasî odeya din dibin, kiras û delingên xwe ji xwe dikin, binkiras û bindelingên xwe difirfirînin hewa û bi haweyekî şûtîademî xwe didin benda milyakêt.
Keşe jî lampeya odeya jinan vedimirîne, kirasê xwe ji xwe datîne, kîrê xwe mîna cunihekî rep dike û dibe himeihim û gimegima wî û xwe li derîyê odeya jintîyan diqewimîne.
Keşeyê me çawa xwe digihîne wan, geh li jintîya biçûk dizîvire, geh li jintîya mezin dizîvire...
Gao reşo te çi xwar!
Jintîya biçûk ji jintîya mezin re dibêje, "Keçê, weleh ev kîr jî wek kîrê însên e, naşibe kîrê milyaketan!"
Ya mezin bi pistepist lê vedigerîne, dibêje, "De hela hiş be lê! Gunehan li me nebarîne! Yê nizanibe wê bibêje qey tu ji himbêza milyaketan dernakevî; her ro du ro tu milyaketan bera ser xwe didî! Deng neke û her cara ket te, di hundirê xwe de duayan bixwîne..."
Hew dipeyivin û xwe bi destê keşê de berdidin. Keşe li ser dilê her duyan wek kewê ribat dixwîne û mîna şimayê her duyan di ser hev de nerm dike.
Têra şeş mehan nîyhandînê li wan dike.
Piştî keşe karê xwe diqedîne û kîrê xwe diçêrîne, dihere kirasê xwe li xwe dike û wek tiştek nebûye tê li cîyê xwe yê berê rûdine.
Her du jintî jî binkiras û kirasên xwe, bindeling û delingên xwe li xwe dikin û tên di ber keşê re derbas dibin.
Her du çavên keşê girtîne, hîç li jintîyan ho venade.
Jintî jî, bêyî xatir ji keşê bixwazin, derdikevin û berê xwe didin malê...
Xesûya wan li devê derî li benda wan e.
Bi hev re derbasî hundir dibin.
Serê wan di ber wan de, diponijin.
Xesû dibêje, "We çi kir?"
Bi dor diavêjin ber hev, her tiştî ji xesûyê re ta bi derzîyê ve dikin.
Xesû şaş û metelmayî destê xwe dide ber devê xwe, dibe wax waxa wê û dibêje, "Hey min serê bavê we di we kirino! Milyaketê çi halê çi! We keşe bera ser xwe daye, zarokên ji we çêbibin dola keşe ne û hur gawir in!"