Ji mêj de ye çarçoveya wê dîyar e.
Mijar çi ye?
Karakter kî ne?
Ji ku û çawa dest pê dike?
Ew ê çawa biqede?
Kêm zêde tevn temam e, tenê maye ez li ber komputerê rûnim û li ser wê tevnê merşa xwe birêsim û bineqişînim.
Jixwe dema meriv dest pê dike, êdî tu hêz hew kare xwe li ber meriv bigire; mîna meriv xwe biavêje ser kelekekê û xwe ber bi pêlên Dîcleyê ve berde; diherike û hey diherike...
Li ber komputera xwe rûniştim, min komputera xwe vekir û xwe li ber xweş kir ku dest bi nivîsandinê bikim, haya min ji bayê felekê tune, ji nişka ve ekrana komputerê li bin guhê hev ket; geh şîn bû, geh reş bû, geh şîn bû, geh reş bû û hew sekinî; min kir û nekir rûpela worldê venebû.
Mahta min li min sar bû û min komputer girt, ez rabûm ser xwe.
Ez devê xwe jî xwar dikim, dibêjim komputer, lê heft xwezî bi komputerê.
Kerkoteke min heye (notebook) ew jî piştî mirina kalkê min bi du sê salan derketîye pêyasê, ez li ser wê dixebitim, dixebitîm!
Gelo ez romana xwe jî wek nivîsên blogê li ser telefonê binivîsînim?
Êdî xelk bi telefonan kilîb û fîlman dikişînin, ez jî rabim li ser telefonê romanekê binivîsînim, belkî bêtir balê bikişîne.
Bi telaq ez bi darikekî pûş li ser erda şil binivîsînim jî, bala kurdan nakişîne, ku tirkî û erebî û farisî hebin...
Axir, rehma Şeytên lê be! Tiştê çû, nede dû...
Ez dibêjim "rehma Şeytên" ji ber ku zanîn û teknolojî şeytanî ye û karê şeytên e; ne ez dibêjim haa! Bav û kalên me yên enîya wan ji kirina nimêjê dibû wek pêşîya qemyona fordê ji me re wer digotin.
Dîn dijminê aqil e.
Û şeytan jî her tim bi şeytanîya xwe meriv li dîn sor dike.
Xweda kêmanîya wî nede.
Amen!
Lê divê şêkir jî hebe û meriv bextê xwe xera neke.
Li ser vê komputerê (netbook) min bi dehan çîrok û çîrçîrok û çîvanok û xweşgotinok û zûgotinok û mesele û metelok nivîsandin; min bi dehan bername û senaryo nivîsandin, min bi dehan dosyeyên kitêban û bi sedan nivîs û nivîsar nivîsandin.
Heger ev komputer (notebook) heqê xwe li min helal neke, li hêla din ne horî, nûrî yê min pêşwazî bikin.
Hayê zikê têr ji zikê birçî tune ye!..
Lê tiştekî bala min kişand- a rast ji zû de ye bala min dikişîne, lê min nedikir karê xwe û serê xwe pê re nediêşand.
Di peyva "hay"ê de ez di ernênayê, anku di dudulîyê de me.
Ez nuh li xwe hayîl bûm ku ez carina "hay"ê mê dikim, carina ez "hay"ê nêr dikim:
Hay(a) min jê heye...
Hay(ê) min jê heye...
Gelo dibe sedem hormonên me yên nêromêtîyê bin?
Wek hûn zanin- belkî jî hûn nizanin-, her mêr ji xêndî hormonên nêrane herweha hormonên mêyane jî di xwe de dihewîne.
Û heger mêrek zêde serê xwe bi wan hormonên mêyane re biêşîne, yan jî ew hormonên mêyane zêde xwe li nav hiş û mejîyê wî biqewimînin, piştî demekê ew mêr dikeve pey doza qûna xwe.
Û doza qûnê jî ji doza dîn û îdeolojîyan girantir e; were û agir bi qûnê keve, qûn rabe, ne li dîn û îdeolojîyan dipirse, ne jî li ehlaq û civakê...
Herweha berevacî vê, jin jî wek mêran ji xêndî hormonên mêyane, hormonên nêrane jî di xwe de dihewînin; heger mêzîna wan jî bermeqlûb bibe, destê xwe dikin zirkîrek û radidin qûna mêran; hin ji wan jî dest bi bîseksuelîyê dikin; him li goşt dixin, him goşt dixwin...
Yan min di fîlmekî de dîtibû, yan jî ji kitêbekê xwendibû, baş nayê bîra min; kêm zêde weha digot, "Yên herî bextewar biseksuel in, him lê dixin, him li xwe dixin, ji her hêlê ve kêf û zewqê disitînin."
Nizanim, ez bi xwe hetero me, divê em ji hevalên biseksuel bipirsin!
Axir, em rehmetê li gora xalê xwe Sigmun Freud bibarînin û zêde vê meseleye tev nedin; lewra mesele him kûr e, him giran e, him jî qûn hesas e...
Gotina Dawî
Nivîsandin ne karê aqil e, lê jixwe piçika aqil di serê me de tune!..