16 Ocak 2021 Cumartesi

mêvanê axê

Her Evdila ne Evdila ye...
"Abdullah-Evdila" navekî giran e; him navê bavê pêxemberê misilmanan e, him jî navê serokê sererd û binerd e, loma jî ev nav li ser pişta pirê kesan barek e û ji tirsa vî navî ne diwêrin çep lêxin, ne diwêrin rast lêxin.
Lê ji hêlekê ve jî baş e; ji hurmeta vî navî, ne misilman diwêrin vî navî qurçomirço bikin, ne jî mirîd diwêrin...
Çendî hin kes bibêjin, "Evdî, Evdikê" jî, ji bêedebî û fuqurîya xwe dibêjin.
Axir,
Evdilayê heval got, "Devliken ez li navê xwe heyirîbûm, min digot ez ê çawa navê xwe biguherim, lê navekî ji navê min ecêbtir, sansasyoneltir û hetiketîtir derket.
Min got, "Euww!"
Got, "Hahew!" û dest bi meseleyê kir:

Çi tê serê meriv, ji meraqa zêde tê serê meriv...
Li gundekî berîyê (Berîya Mêrdînê) jin û mêrek dijîn. Navê jinê Perîşanê ye, navê mêr Etman e.
Jin pir bedew e, mêr jî kesekî ji rêzê ye.
Zarokên wan tune ye; bi tena serê xwe dijîn.
Gundî bi roj dixebitin, piştî şîvan jî li odeya Axê dicivin, şevbuhêrka xwe li wir dikin.
Odeya Axê jî ode ye: mezin, fireh, bi xeml û neqş, bi kulav û bahlîf û xalîçe... 
Kî dibîne, devê wî dihere li paş guhên wî disekine, şaşomaşo dibe.
Êvarekê Perîşanê û Etman şîva xwe dixwin naxwin, Perîşanê ji Etman re dibêje, "Ez odeya Axê pir meraq dikim, ez jî dixwazim werim bi çavên xwe bibînim."
Etman dibêje, "Keçê, ma tu dîn î? Çi karê jinan li odeya Axê heye! Ew der cîyê mêran e, mêr lê rûdinin..."
Perîşanê xwe li erdê dixe, dibe agir û dikeve pêxîla Etmanê xwe.
Eman yeman, Etman dike nake nikare Perîşanê ji fikra wê vegerîne. Di ber xwe de dibêje "emrê min ji Xwedê re" û daxwaza wê ji mecbûrî qebûl dike.
Ji bavê wî zêde ye qebûl neke!
Etman baş zane heger jê re bibêje na, paş stuyê xwe bibîne, careke din wî quzê gewr î boz î mêrkê misilman ji ser dînê wî vedigerîne hew dibîne...
Axir, radibe fîstanê xwe lê dike, çefî û egala xwe li ser serê wê diedilîne (Li berîya Mêrdînê, mêr jî fîstanan li xwe dikin; ev lixwekirina fîstanan ji kultura ereban tê)
Erê, Etmanê me Perîşana xwe xweşik diedilîne û ew jî radibe fîstanekî xwe yê din li xwe dike û bi raterqa hev dikevin, berê xwe didin mala Axê.
Çawa derbasî hundir dibin, silavê li civatê dikin û diherin li cîyekî vala li ser kulêv xwe bera erdê didin, rûdinin û pişta xwe didin bahlîfan...
Axa difitile ser Etman, dibêje, "Mêvanê te ne ji vir e, ji ku ye gelo? Min nas nekir, Etman."
Etman dibêje, "Ji hêla serhedê ye, ezxulam. Navê wî Elî ye. Sala çûyîn me hevdu nas kir; min dewarên xwe firotibûnê. Ew roj ev roj e em bi ser hevdu de diherin û tên."
Çay, qahwe, civat digere...
Dibe dereng û hêdî hêdî gundî radibin xatir ji civatê dixwazin, yek bi yek, dudu bi dudu ber bi malên xwe ve diherin. 
Etman û mêvanê xwe jî ji bo destûra çûyîna malê ji Axê bixwazin, xwe tev didin, radibin ser xwe, ber bi Axê ve dimeşin.
Etman destê xwe dirêjî destê Axê dike, bi destên hev digirin, dû re Axa destê Etman berdide, bi destê mêvanê Etman digire. 
Destê mêvan ê nerm î bêpirç di nav destê Axê de wenda dibe. 
Nermbûn û şahîkbûna destê mêvan balê Axê dikişîne. 
Axa li çavan dinere, çav çavên xezalan e. 
Pê derdixe jin e, ne mêr e. 
Di bin simbêlan de dikene, dibêje, "Bi telaq min nehişt mêvanê te here, îşev mêvanê te mêvanê min e û ez nahêlim."
"Go kwîro tu li çi digerî, go li çenik ronî digerim."
Eman yeman, Axa bi ya xwe dike û nahêle.
Etmanê me radibe kejika stuyê xwe dixwirîne, berê xwe dide malê.
Piştî civat belav dibe, Axa ji navmalîyan re dibêje, şev dirêj e, nuha mêvanê me birçî ye, ka ji me re paşîvê bînin."
Navmalî di nava deh deqeyan de, qelîyê tînin li ser sifreyê datînin û Axa û mêvanê xwe dikevin ser.
Piştî paşîva xwe dixwin, navmalî tên sifreyê didin hev, dibin û nivînên wan li odeyê datînin.
Navmalî çaydan li odeyê ji bîr kirîye. 
Piştî nîv seetê lê hayîl dibe û ji bo çaydan bibe li odeyê vedigere. 
Hêdîka derîyê odeyê vedike, çi bibîne! 
Axa xirpişîye ser dilê Perîşanê û çîpên wê li nava xwe gerandine, radibe û dadikeve, radibe û dadikeve...
Navmalî şaş û ecêbmayî dimîne; derî digire, li paş xwe nanere û bi lez xwe li hêla malê yî din diqewimîne, ji navmalîyên din re dibêje, "Çû ji me de! Axa xwar qelî û wa ye dikute Elî!"

Gotina Dawî
Temîya min li we wek xwe bimînin û mîna margîseyan-bûkalemonan reng neguherin.
Hûn çi bin ew bin, an na hûn ê jî wek Elî qûnê li ser kin...