Xelîl û Hoparlor
Hoparlora camîya gund xera bûye.
Xelîlê xwedanenas ji karê tamîrê fêhm dike.
Mele ji bêçaretî mecbûr dimîne, zarokekî dişîne pey wî ji bo were tamîr bike.
Xelîl di ber xwe de nahletekê li çavê şeytên tîne û radibe dikeve rê, ber bi camîyê ve dihere.
Ji rojan în e, gundî ji bo xutbê li camîyê ne.
Xelîl di nav qûnên belotbûyî re derbasî hêla hoparlorê dibe û dest bi karê xwe dike.
Cimiet jî geh radibe, geh dadikeve, enîya wan şujdeyê maçî dike.
Xelîl karê xwe diqedîne naqedîne, xutbe belav dibe, cimiet ji camîyê derdikeve.
Fexrîyê apê Xelîl jî di nav cimietê de ye.
Fexrî û cimiet di derîyê hewşê re derdikevin, hîn neh deh gav avêtine neavêtinne, Xelîl hoparlorê dide ber devê xwe û bang dike:
"Apo Fexrî, ha apo Fexrî!"
Cimiet bi dengê Xelîl ê dawidî re hişk li cîyê xwe disekine, li xwe dizîvirin û guh li hêla deng miç dikin.
"Ku tu gîhaştî malê, heger Sîrac li malê be, bi xêra xwe jê re bibêje bila were mala me, em ê birepîninê, bi jûkêr bilîzin."
Silêmanê Pîvazfiroş
Dîsa ji rojan în e; gundî wek her car ji bo xutbê li camîyê ne.
Silêmanê pîvazfiroş bi erebeya xwe ya dewaran ku barê wê pîvaz e, derbasî nav gund dibe.
Çend sikak û kuçeyan li xwe badide, diqîre naqîre, dibe "pîvaz pîvaza" wî, lê pêjna kesî nayê; jixwe deng jî ketîye hingî kirîye qarewar...
Digihêje ber camîyê, zingînî ji serî tê. Rişma bergîrê li stu digerîne û bi lez xwe li derîyê camîyê diqewimîne.
Di nav qûnên belotbûyî re dimeşe, çavê xwe li cîyê mele azan dide digerîne; jixwe pişta mele li cimietê, nimêj dike.
Silêman bi dizî, bêyî ku mele bi xwe bihisîne dihere cîyê hoparlorê, radihêje hoparlorê û bang dike:
"Pîvazzz! Ha werin pîvazan! Pîvazzz!"
Di nava nîv seetê de pîrekên gund li ser serê Silêman kom dibin, hemû pîvazan li hev hiltînin, dikirin û Silêmanê me jî li erebeya xwe siwar tê, rişmê li bergîrê sist dike û bi kêf û stran dide kezeba rê, berê xwe dide bajêr:
"Sêvê gundê me erzan e, werin sêva. Werin sêva werin sêva werin sêva. Ez bi qurbana dev û lêva werin sêva..."
Dîn û Nimêj
Cesûr û Merwan Şêxokê dîn bi xwe re dibin xutbê.
Çendî Şêxo dibêje ez nizanim nimêj bikim jî, Cesûr û Merwan bi zorê bi çengûrê wî digirin, wî bi xwe re dibin.
Cesûr ji Şêxo re dibêje, "Min çi kir, tu jî li min binere, wek min bike û gotinên min dubare bike."
Xutbe dest pê dike.
Cesûr û Merwan li kêleka hev in, Şêxo li pey wan e.
Di serî de problem dernakeve. Cesûr çi dixwîne Şêxo jî guh li wî, dubare dike û wek wan radibe, wek wan dadikeve.
Piştî kêlîyekê hew deng ji Cesûr derdikeve.
Şêxo li xwe diheyire, hew zane ew ê çi bike.
Kêlîyekê bêyî ku tiştekî bixwîne tenê Cesûr û Merwan çi dikin, ew jî wê dike.
Ka qey dû re aqilê wî jê re dibêje weha nabe, nimêja bê dua guneh e, Şêxokê me xwe daqûl dike, serê wî digihêje qûna Cesûr a belotbûyî, bi dengekî nizm dibêje:
"Cesûr! Cesûr lawê min! Kuro ez çi bixwînim? Cesûr! Cesûr lawê qahpê! Çima tu napeyivî? Cesûr!"
Gotina Dawî
Roja ku civaka kurd bi çavê Xelîl, Silêman, Cesûr, Şêxo û Merwan li misilmantîyê nerî, êdî kurd ê li xwe vegerin û bibin xwe.
Di rêya misilmantîyê de, bi taybetî jî piştî kurdên dîndar politîze bûn û teseturê şûna xavik û kofî û kitanê girt; simbêlê qutik şûna simbêlê mêranî girt; di bin simbêlê kurkirî de rîh mîna melkisê dirêj bû, xêr bû bêr û bêrê jî tenê ax avêt ser nirxên me yên mirî.
Çi dînî, çi îdeolojîk, kurd çi qasî politîze bûn, ew qasî ji nirxên xwe, ji resenîya xwe dûr ketin.
Û qewmek li ser nirxên xwe kare xwe biparêze.
Heger kirasekî dînî-îdeolojîk kişandin ser nirxên te, êdî tu ne tu yî.
Û elfatîhe li ser ruhê mirî!