Heta hûn li dij ziman, wêje, huner û muzîka dagirkerên xwe, bi sekn û helwesteke netewperestî tevnegerin, hûn ê nikaribin axa xwe ji bin destnîyhandina dagirkerên xwe derxin.
Şoreşgerîya romantîk a bi haweyekî oportunîstî, destnîyhandina dagirkerên we bi we xweştir dike.
Xwe ji wê belengazî û stuxwarîyê rizgar bikin êdî!
Dilê xwe nebijînin konfora dagirkerên xwe; heger hûn ê dilê xwe bibijînin wê konforê jî, bi şoreşgerîyeke qeşmerane nebin qeşmer û qirdikên efendîyên xwe; ne xwe bixapînin, ne jî civaka xwe.
Civak, ketî û nezan e, loma jî guhê civakê her li we ye; hûn rast bimeşin, civak ê jî rast bimeşe, hûn xwar bimeşin, civakê jî xwar bimeşe.
"Xeta xwar ji gayê pîr de ye!" ji bo rewşên weha hatîye gotin.
Ga hûn in, xet jî sekn û helwest û kesayeta we ye.
Û ji netewperestîyê şerm nekin, lewra xweşbînî û merivhezî û humanîzma di nav netewperestîya kurdî de têra heftê û du netewan dike.
Heta hûn nebin netew, serhişk û xwedan helwest bin li dij netewên dinê, yên ku nahêlin hûn bibin netew.
Loma jî...
Bi çavê dijmin li zimanên dagirkerên xwe binerin.
Wek hinekan bi haweyekî oportunîstî ez ê nebêjim, "Dijmin dijmin e, zimanê dijmin ne dijmin e!"
Na, yê dijmin dike dijmin, zimanê dijmin e û îro ro heger ne ji zimanê dagirkerên we yê serdest be, ne hûn bindest in, ne jî zimanê we bindest e.
Erê, êdî kifş e...
Sîyasetvan di nav çirava sîyasetê de lewitîne.
Ro li rewşenbîran gerîyaye.
Û stranbêj jî bi slogana "zimanê muzîkê tune ye" di ser esmanê heftan re di bin xwe re li Xwedê dinerin...
Le qada wêjeyê anku qada wêjevanan?
Van qelemşoreşgerina mejîyê xwe li ber kîjan bayî li ba kirine?
Çi vedixwin, çi dikişînin ku hişê wan bi vê xezebê belawela ye?
Êdî mû bi zimanê min ve hat!
Lê ez ji kê re dibêjim?
Wek tu ji dîwêr re bibêjî.
Weleh bi vê xezebê meriv bi ser dîwêr de çûbûya, nuha dîwar jî bi ziman bûbû...
Li ser xêrê be!..
Wêjegeha Amedê bernameyek amade kirîye. Koordînatora giştî ya Weşanxaneya Tekînê Elîf Akkaya yê bi nivîskara tirk Ece Temelkuranê re li ser romana wê ya nuh civatekê bigerîne û Wêjegeha Amedê yê jî vê bernameyê li ser hesabên xwe yên medyaya sosyal bi haweyekî zindî biweşîne.
Ê de wek çawa stranbêj dibêjin "zimanê muzîkê tune ye" qey zimanê wêjeyê jî tune ye...
Qey!
Lê zimanê her tiştî heye û azad e, tenê zimanê kurdî "tune" ye û ne azad e.
Di Wêjegeha Amedê de zimanê tirkî yê di nav dîwarên wêjegehê de olan bide û ji zimanê kurdî re qala çîroka azadîyê bike...
Azadîxwazên neazad!
Heger gotin û emel ne yek be!..
Go,
-Azad! Azad!
Go,
-Ne ez bim û ne azadîya min be, loo! Xwezî navê min Jahro bûya û ne Azad bûya; qet nebe belkî di bin şert û mercên giran ên bindestîyê de min ew qasî ji navê xwe nefret nekira! Azadî ji bindestan re barekî giran e!..
Gotina Dawî
Her teyr bi refê xwe re difire, lê mixabin em kurd baskokirî ne...