li ser xwe, xurt, şidîyayî û têrbawerî;
ji awirên wî arezû û şehwet difûrîya.
Jin hîn nuh ketibû hîjdesalîya xwe;
bejina wê zirav î dirêj, ji sîng û berên wê bihar difûrîya.
Lê daxwaz, arezû û şehwet li temen guhdarî nake;
dil dixwaze, beden arezû û şehwetê dihewîne, ew arezû û şehweta di bedenê de kombûyî jî dibe lehî û xwe li mentiqê diqewimîne;
mentiq jî di nav coşa mejî de kerr dibe, lal dibe, hest û hîs bi haweyekî dîn û gêj û har dibezin...
Mêr tolaz bû, hîç dil nedigirt;
tenê ji bo daxwaz û arezû û şehweta bedena xwe têr bike, tevdigerîya;
hemû jin di wê kêlîya orgazmê de difetisandin.
Ne xema jina nuhgihiştî bû jî;
ew jî di destpêka rêwîtîya nasîna bedenî de derketibû rêwîtîya xwenasînê, derketibû rêwîtîya xwehîskirinê
û mêr jî di xwenasîna bedenî de pispor û seraf bû.
Her roj, carina di nava rojê de, carina bi şev piştî şênîyên bajêr radiketin û şev dispartin wan,
bi xezebeke te yê bigota qey tenê hew vê carê ye dinîyhan hev;
nefes li hev diçikandin.
Piştî her nîyhandinê di nav xwêdana hev de xwe dişuştin,
xwe helal dikirin;
jixwe bixwestana jî, ew taqet di xwe de nedidîtin rabin herin serşokê avekê bi ser xwe de birijînin.
Piştî her nîyhandinê mêr li xortanîya xwe vedigerîya,
jin piçekî din dibû jin, bi jintîya xwe ya xwedawendî dihisîya.
Mêrê tolaz, mîna marê kiras diguhere, her çû, hest guherî, hew xwe nas dikir;
hestên wî bi wî xerîb dihatin;
êdî ne xwe bû, roj bi roj diguherî...
Û mêr dil girt!
Dil bi wî girt!
Ji binê nigên wî heta tepelika serê wî, ricifandinekê ew dîl girt!
Hilmek ji cixareyê kişand, got,
"Ji te hez dikim!"
Lê jina ciwan di serê têkilîyê de haya wî jê çêkiribû; jê re gotibû,
"Ji min hez neke.
Di têkilîya me de eşq tune ye;
tenê em ê di bedenên hev de biçêrin û li sibê nefikirin.
Bi çavê te li fahîşeyên din dinerî, li min binere
û ez ê jî bibim fahîşeyek ji wan fahîşeyên te..."
Her du beden şilfîtazî li ser textê raketinê li ser piştê veketî bûn.
Êdî nedipeyivîn.
Çavên wan li esmanê xênî asê mabûn, tenê difikirîn.
Jinê hêdîka xwe bi ser mêr de qulipand, mêr xwe tevneda.
Bi nermîyeke nazenîn destê xwe li ser sînga mêr bir û anî
û hêdî hêdî ber bi jêr ve daket.
Dema destê jinê gîhaş kîrê mêr, axîneke nerm ji nav lêvên mêr bi haweyekî dizî derket.
Mêr zimanê xwe bi dora lêvên xwe xist û xwezîya xwe daqurtand.
Lêvên jinê li ser sînga mêr direqisîn, lê reqseke nerm, henûn û kubar.
Hêdî hêdî ber bi jor ve hilkişîya;
lêva wî ya jêr di nav lêvên xwe de bi cî kir û mêt
û mêt û mêt û mêt...
Ji nişka ve çipikeke hêsir ji çavê mêr herikî, xwe gîhand lêvan
û lêv ricifîn; lêvên jinê jî bi lêvên xwe re ricifandin.
Kelogirî xwe ji bin jinê xelas kir û li ser qûnê rûnişt,
çongên xwe kişandin zikê xwe,
serê xwe di nav çongên xwe de veşart
û bû îskeîska wî!
"Êdî hew radibe!
Hew li jina ez jê hez nekim radibe!
Arezû mir!
Te arezûya min kuşt!
Şehwetê ji bedena min koç kir!
Ji ber ku tu ji min hez nakî, ez hew te dixwazim!
Te ez di hundirê xwe de kirim hîçek! "
Lê jinê jî dil girtibû, bi dizî...
Bi dilê xwe re xeyidîbû wê kêlîyê
û hêsirên xwe jî diniqutand hundirê xwe!
Jin derket, çû, li pey xwe nenerî
û careke din hew hevdu dîtin.
Mêr heta talîya emrê xwe ji yeka din hez nekir,
lê ya di dilê jinê de jî tu carî nebihîst.