28 Ocak 2021 Perşembe

kulmeke êş

Jin jan e...
Wexta mêr mir, sîh û pênc bû temen.
Jina ciwan û du law li pey xwe hişt, mêrê emirqutî.
Du lawên temenê wan hîn nuh bi ser dehan ketibû.
Baş zanîbû wexta li vî welatî mêr dimirin, jin dibin para tîyan.
Û tîyê wê jî, bi her du lawên wê re ji sibehê heta êvarî li vir û wir dilîst; 
pirê şevan bi xwe de dimîst.
Li ber destê wê mezin bûbû; heta dereng jî bin wî paqij kiribû...
Her yekşem, bi destê xwe, di teşta mîqa de dor bi dor serê her sisêyan şuşt.
Piştî mahra wê bi tîyê wê re birî û heta roja ew kir mêrê xwe jî, wek her tim serê wî û her du lawan şuşt.
Law mezin bûn, zewicîn û ji wan cîhê bûn, lê ji tîyê xwe yê kiribû mêrê xwe jî, çar zarok çêkiribû.
Mêr jî li ser, pênc...
Ew tahba di ber law û mêrê xwe de dît, di ber zarokên din de jî dît.
Jîyana xwe li ser her du mêran û her şeş zarokan kir.
Zarokên din jî mezin bûn, bi firê ketin; tenê ew û mêrê xwe yê ciwan man di qula xênî de.
Lê mêr mezin nebû, her wek xwe ma...
Û nesekinî.
Xeber jê re da, lê xist, bi rojan pê re nepeyivî.
Jixwe jintî û mêrtîya wan jî nema bû êdî.
Û rojekê mêr nêt xera kir, çû ji xwe re yeka ciwan eciband.
Rabû bi mêrê xwe re çû, ew jin ji mêrê xwe re xwest.
Hêvîya xwe ji bextewarîyê birîbû, ji mêj de; derdê wê tenê kulmeke huzûr bû.
Bêyî dawet û lîrelîr jin anî, li mêrê xwe mahr kir.
Wê şevê heta destê sibehê girîya, bi hêsirên xwe bahlîfa ber serê xwe şilûpil kir, 
lê dengê girîyê wê bi ser axûwax û nalenala odeya hember neket; 
girîyê wê di şehweta wê şevê de fetisî.
Rabûn bi hêsirên wê xwe helal kirin, sibeha wê şevê.
Lê girîyê wê ne ji ber hesûdîya wê bû.
Wê şevê heta sibehê li ser qedera xwe û li ser bextê xwe yê reş girîyabû, rebenê!
Heta nefesa dawî,
ji mêrê xwe û hewîya xwe re bû xesû, 
ji malê û zarokên wan re jî bû navmalî û xulam...
Û roja mir, heqê xwe li her kesî helal kir,
ji xêndî Xwedê!

Gotina Dawî
Jîyan kulmek bextewarî ye, lê li ser axa welatê min ew jî bi destê jinan nakeve...