Û hîn jî "aqil taca zêrîn e, xwe li serê her kesî danîne" gotina herî qure ye, li ser axa welatê min.
Lê divê em li ser gotina "aqilê me ji kîsê xelkê ye" pir hûr bibin, lewra heger em nebin mirîdê aqilê xwe, di navbera dêr û mizgeftê de em ê tenê avê bikişînin...
Rehm jî mir, rehman jî!
Îsal av kêm e û wek berê kes hew derdikeve duayê baranê jî ji bo Xweda li me bê rehme.
Û yên berê, rehma xwe jî bi xwe re birin û xatir xwestin, çûn ji vê dinyayê.
Ne rehm ma, ne jî wek berê Xweda tê rehmê...
Hîn jî pirê kesan dibêjin li ser vê jêrzemînê behr û okyanûs ji axê bêtir e û her kî bibêje av hew têra me dike, ehmeq û kêmaqil e...
Yên tevna civakê xera kirine, ne tirk in, ne ereb in, ne faris in; ehmeqên me ji dijmin xerabtir in.
Û dema tiştên em bi xwe jî zanin em ji kesên bîyanî dibihîzin, em dibin bîyanîyê xwe.
Pez û ehmeq!
Lê heyfa pez ku ji bo ehmeqan tê bikaranîn.
Xwezî pez jî zanîbûna bê çi zewadeyî diafirînin...
"Heger pezê meriv tune be, gur nakeve nav" pêşîyên me gotine,
lê îroj di nav sohbetekê de ji devê Seadetê derket ev gotin:
"Pezê meriv tune be, gur nakeve nav"
Mijar çi bû, em li ser çi dipeyivîn, nizanim, lê jixwe mesele jî ev e; her ji sohbetekê gotineke weha li ferhenga meriv zêde bibe, piştî demekê kes ê nikaribe xwe li ber hêza zimên bigire.
Û ziman netewan, netew jî dewletan ava dikin...
Seadetê ferhenga min e. Çi cara ditengijim, diherim li derîyê dilê wê dixwim, lê carina hin gotin bi xwe ber ji tûrikê wê dikevin.
Bi zaroktî, şîrê wê ez bi heyatê ve girêdam; ez bi firê ketim, dilovanî û fedekarîya wê hişt ez li ser nigên xwe biedilim û piştî ez mezin bûm jî, zimanê wê bû mertal, ez disitirim li pişt wî...
Dilovanî û Fedekarî
Çendî du peyvên xweş bin jî, di kesayeta me de hîn jî li wateya xwe digerin...
Gotina Dawî
Serê salê, binê salê, Xwedê netewekê bike qismetê zimanê malê...