Bi guhên meriv xweş tê, lê...
heger haya jinê ji jinê hebe, jixwe jin jîyan e û jîyan jî bi serê xwe azadî ye; jîyana meriv bi dilê xwe bijî, ne jîyana di bin sîya hinekan de meriv dijî...
Min go çi?
Te go çi?
We go çi?
Yan jî...
Me go çi?
We go çi?
Wan go çi?
Em hemû jî yek tiştî dibêjin,
Azadî ji bo azadan e...
Jina ji îdeolojîya mêrekî narsîst afirîbe, tenê li ser sifreya fantezîyên wî mêrî kare bibe mezeya azadîyê û fantezîyan bixemilîne.
Noş li ser sîng û berên we!
Azadî çi ye?
Azadî ew e, meriv ji hemû tiştî re bi dil û îradeya xwe karibe bibêje,
"ERÊ" yan jî "NA"
Bi kin û kurmancî, azadî di "erê û na"yê de ye, anku kodên azadîyê di van her du peyvên kin û kûr de veşartî ne...
Kî azad e?
Her kî çi bi dil û îradeya xwe bike, azad e; hewce nake meriv bi sedan peyv û têgeh û hevok li pey hev rêz bike û qayîşê bi tirêna sirgucîyan re bikişîne.
Tirên jî tirêna kê ye, nizanim, lê ez ê ji heval Evdila re, bibore, ji hevalê xwe Evdila bipirsim; bi qasî ez zanim ew jî sirgucî ye.
Nebû ez ê xwe bigihînim Berdan Mardînî, Berdan jî ji sirgucîyan e; heger jimara telefona xwe neguherîbe...
Lê tê bîra min min carekê ji Ajdarê hunermendê sererd û binerd pirsîbû; wek hûn zanin Ajdar jî sirgucî ye, wî ji min re gotibû, tirên ne ya me ye, ya cilînîyan e.; cilînî bêbextîyan li me dikin.
Xêr û guneh di stuyê wan de be, ka îja ya kê ye em nizanin.
Sirgucî dibêjin, a cilînîyan e, cilînî jî dibêjin, na, ne ya me ye, ya sirgucîyan e.
Û sî û sê gundên sirgucîyan hene û tu li kîjan sirgucîyî rast têyî, ji mala axê ne xweş e.
Agir bi mala axê keve!
agir ketîye dilê min
xew nakeve çavê min
çima tu ji min dûr ketîyî
bêje ronîya çavê min
Ji terz û stranên Beytocan hez dikim. Şifaya xêrê dixwazim ji bo wî!
Gelo kê ev nav lê kirîye?
ê- Bavê wî
w- Dêya wî
q- Lawê xaltîka wî
x- Jina wî (Belkî jî navê wî Beytulah e, bi delalî jê re gotibe Beytocan)
Ez ê ji Beytocan bipirsim ka bê kê ev nav lê kirîye. Û her kî pê derxe, ez ê şevekê Beytocan bikim mêvanê wî...
Axir,
Erê, na!
Heger ev her du peyv bêyî ku tu di bin tesîran hinekan de bimînî) te bi kar anî, tu azad î, yan na tu pepûk û rebenekî belengaz î.
Kesên di nav tabû û qaîde û îdeolojîyan de asê mane, pepûk in, reben in; pepûk û rebenên ku hewl didin pepûktî û rebentîya xwe bi sloganan veşêrin...
Him hûn ê bibêjin, "jin, jîyan, azadî!" him jî hûn ê rabin mêrekî li ser serê xwe bikin Xweda û bi haweyekî mirîdane di bin sîya wî de bijîn...
Ji kerema xwe re azadîyê nelewitînin û xwe jî nehetikînin.
Loma jî divê em vê sloganê bigjherin:
Jin, jîyan, mirîdî!
Ev serê çend rojan e civak ketîye tev û ha ha li ser medyaya sosyal hevdu hişyar dikin.
Tirs û xofekê dil û mejîyê wan dîl girtîye, mentiqa wan bloke bûye; agir bi zotika her kesî ketîye.
Kurdên gav û seet bi quretîyên xwe agir bi mala dagirkeran dixin û li dijî sîstemê xwe li erdê dixin û diqîrin, ev çel-pêncî sal in li dij dewletê derdikevin û her li sikak û kolan û qadan li ser pîyan in, bi slogana "serhildan"ê radibin û bi slogana "berxwedan"ê rûdinin, ji Zuckerberg re dibêjin, heger di facebook û whatsapê de tu wêne û nivîsên me bêyî destûra me bi hinekan re par ve bikî, em ê terka facebook û whatsapa te bikin.
Yanî ev ciwanik û ciwamêr ditirsin Zuckerberg wêne û nivîsên wan li dij wan bi kar bîne; ew wêneyên wan ên fantestîk û ew nivîsên wan ên teorîk ku karin bibin sedema têkçûyîna sîstema emperyalîstan!
milîtan milîtan milîtan
milîtan milîtan kurdistan
simbêl qeytan dayik bi qurban
simbêl qeytan dayik bi qurban
milîtano
milîtan kurdistan
Dibêjin,
piştî Zuckerberg bihîstîye kurd li dij wî bûne yek, ji xwarin ketîye, ev serê sê rojan e xwarin bi devê wî nabe, rebeno ketîye tev.
Xwedê neke ev yekîtî û hayjixwebûna kurdan weha berdewam bike, Kurdistan jî kare azad û serbixwe bibe...
Ya star û bêlome be!
Gotina Dawî
Hey ehmeqino!
Hûn ne xema quzê mêşekê ne. Haya Zuckerberg ji hebûna we tune ye, ew ê çi bike ji wan wêneyên we yên beradayî, ew ê çi bike ji wan nivîsên we yên hûn bi xwe jî di nav de li xwe digerin.
Hey ehmeqino!
Wexta xelk û alem derketin parsa aqil, hûn di ser gûyê xwe de diponijîn, an hûn bêhiş ketibûn?
Ji bîr nekin,
ne hûn û wêneyên we, ne fikir û nerînên we, ne jî tez û teorîyên we bi qasî serê derzîyê ne xema kîrê Zuckerberg e.