3 Ocak 2021 Pazar

çend gotinên dînoke

Kurd û Erotîzm

Li gundekî Qoserê neh-deh mêr li binya girekî rûniştine, ji xwe re civatê digerînin.

Dipeyivin, dikenin; kêf kêfa wan e, şûr simbêlê wan nabire.

Yek ji wan li hêla gir dinere û difitile ser hevalên xwe, dibêje, "Ka bila jinên me bidin vî kaşî, bi vî kaşî ve hilkişin, kîjan jin li dawîyê bimîne, em ê hemû di wê jinê nin.

Yek ji wan dibeje, "Na heyran, na. Jina min ji nîyhandinê hez dike. Bi qastî wê xwe li dawîyê bihêle ji bo dilê xwe li nîyhandinê rehet bike..."

Ev nifşê ku bi çavê bêedebî û bêehlaqî û wek qebhetê li erotîzmê dinerin, hûn bi qurbana dê û bavên xwe bin! Hûn bi qurbana mîzah û kultura xwe bin.


Nîyhandin û Daxwaz

Pispora nîyhandinê ya îngiliz Jess Wilde dibêje, "Guh nedin kesî, dilê we, kêfa we çawa xwest, çi bi roj, çi bi şev, çi her roj, çi hefteyê rojekê, texsîr nekin, di hev nin. Nîyhandin mîna av û nên hewce ye, lê bi şertê har nebin û ji dêvla xwarinê hev nexwin; carina navberê bidinê û ne tenê binzikê xwe, zikê xwe jî biçêrînin, têr bikin."

Pispora jîr û jêhatî Jess herweha dibêje, "Nîyhandina xwe bi fantezîyên cur bi cur jî bixemilînin; heta hîç şerm û fedî nekin, carina bêyî hevdu bi xwe bilîzin, bi xwe xweş bînin, ji masturbasyonê jî nemînin."

Dema jineke ewrûpî ya seksî li ser nîyhandinê van tiştan dibêje, bi we xweş tê û hûn bi çavekî pisporî û medenî û modern lê dinerin, lê dema Devliken dibêje, nîyhandin dîyarîyeke îlahî ye, berî ku hûn ê têkevin antropozê û menopozê û ji nîyhandinê bikevin, di hev nin, dilê xwe li nîyhandinê rehet bikin, ez dibim bêedeb û bêehlaq û hin feminîstên mejîmîzt jî min û yên wek min bi nexweşîya doxînsistîyê sûcdar dikin.

Lê ew bi xwe jî zanin, jîyana bê nîyhandin, çi jin, çi mêr, piştî demekê meriv agresîf-hêrsokî dike û tenê meriv dibeze derdora xwe.

Feminîstên xelkê ji min û we bêtir qîmetê kîr zanin û tu carî xwe bê mêr nahêlin; lê feminîstên me yên feminîzm şaş xwendine û şaş fêhm kirine, bi îdeolojîyek beradayî xwe jardadayî kirine, tenê li ser dijminantîya mêr xwe dixapînin û bi çavê cinan li kîr dinerin.

Jixwe êdî jintîya wan jî namîne; ne jin in, ne mêr in, ne jî nêromê, dibin zayendeke din.


Çîroka Hermaphroditismus

Hermaphroditismus, di psîkîyatrê de navê zayendeke cuda ye; ne nêr e, ne mê ye; yên di malzarokê de, anku ji çêbûna xwe de him nêr û him mê ne, lê ne ev ên piştî demekê ji bo fantezîyeke din li fantezîyên xwe zêde bikin zayenda xwe diguherin; yên hur û resen...


Hermaphroditos û Salmakis

Bi navê Hermaphroditos xortek heye. 

Ev xort, ji pişta Hermesê Xwedayê ragîhandin û zanînê niqutîye malzaroka Aphrodîteya Xwedawenda bedewîyê.

Ev xort mîna min pir jîr û bedew e; jîrbûna xwe ji bavê xwe, bedewbûna xwe jî ji dêya xwe wergirtîye.

Ev xortê şom î delalî her roj dihere li gola pişt mala xwe şilfîtazî dikeve avê, avjenîyê dike.

Perîya avê Salmakis çav lê dikevê û bi heft dilan dil dixê, lê ne xema kîrê xortê şom î delalî ye; hîç guh nadê. 

Salmakis li dora wî dihere û tê, di ber wî de reş û şîn dibe, dike nake, nikare wî bera ser xwe bide.

Salmakis mecbûr dimîne, dihere xwe diavêje dexl û bextê Xwedayê Xwedayan Zeus, jê daxwaz dike û dibêje, "Têkeve dil û aqilê wî, wisa wî ji rê derxe, bila bi şehwet û arezûyeke bêpîvan di ser min de dîn û har bibe ku wexta em di hev nin, bila nîyhandina me heta hetayê neqede û em bibin yekbeden."

Li ser vê daxwaza Salmakis, dilê Zeus pir pê dişewite, li ber wê dikeve û daxwaza wê dipejirîne.

Rojekê wexta xortê şom î delalî Hermaphroditos tê şilfîtazî dikeve golê, perîya avê Salmakis bi şehwet û arezûyekê dihere wî himbêz dike, rebê wî dileqîne; Hermaphroditos jî xwe nagire û ew jî bi wê şehwet û arezûyê wê di himbêza xwe de didewisîne. 

Dû re Salmakis wî bera ser xwe dide û mîna kûçik bi hevdu bialiqin, bi hevdu dialiqin û hew ji hevdu vediqetin, dibin yekbeden.


Gotina Dawî

Jixwe komedyanivîs Aristophanesê jî gotîye, di dema însanetîyê ya herî hovane de însan him nêr, him mê bûne, lê ji ber ku bi vî haweyî pir bi qawet bûne, Xwedayan ew li dij xwe wek reqîp dîtine, loma jî wek jin û mêr ew ji hevdu veqetandine û bûne du zayend.

Nizanim, wer dibêje komedyanivîs Aristophanes efendî. 

Xêr û guneh di stuyê wî de be!