Keça nivîskarê tirk Oguz Atay ji bo wergera kurdî gotîye, "Zimanê kurdî têra kitêba bavê min 'Tutunamayanlar'ê nake."
Ne şaş bim navê wê Ozge ye; ji ber ku tîpa serî ya navê wê jî wek wê di kurdî de tune ye, ji mecbûrî,
Ozgee!
Û heqê wê heye, tenê ji ber tîpa serî ya navê wê di kurdî tune ye, rabe bibêje zimanê kurdî têra wergerê nake, ji bo kitêba bavê min.
Min di kitêba bavê te nîyhê!
Teww!
Çi me kirasê kurdî yê bedew li kitêba bavê wê kirîye û ew û silsila wê bi vî zimanî pîrozwer onûre kirîye, tirê rabûye devê xwe xwar dike û xwe bi quretîyeke beradayî dihetikîne.
Lê tiştê bala min dikişîne, ka îja Ozge xatûn piştî kîjan lêkolîn û lêpirsînan gîhaştîye encameke weha, nizanim,
lê ez ê jî lê bikolim û lê bipirsim.
Gelo kalik an pîrik mîrikên wê kurd in, haya me jê tune ye?
Gelo Oguz Atay bi eslê xwe kurd e û di nav malê de malbata Oguz Atay bi kurdî dipeyivin, em nizanin?
Gelo bi yekî serhedî re, yan jî bi yekî dîyarbekirî re daye lotikan û li gorî kurdîya wan gotîye kurdî têra wergerandina kitêba bavê min nake?
Yan jî gelo Ozge xatûnê piştî unîversîteyê teza xwe ya doktorayê li unîversîteya Upsalayê yan jî li unîversîteya Sorbonê li ser ziman û edebîyata kurdî kirîye?
Wekî din tişt nayê bîra min;
yan na çima ev keçkeçok ê bi zimanekî ji qama xwe dirêjtir van gotinên ji xwe girantir bike?
Lê na,
heger teza xwe ya doktorayê li ser ziman û edebîyata kurdî amade kiribûya, piştî qudret û dewlemendî û estetîzma vî zimanî ew ê ji ber xwe û zimanê xwe yê pîne li ser pîneyê fedî bikira û gûyekî weha nedixwar.
Jixwe piştî vê hetiketîyê, li ser twîterê ez ketim pey şopa wê;
ji nuha şûn de ez ê wê bişopînim û hêvî dikim li derekê wê zevt bikim...
Heger bû qismet, me xwe gîhand hevdu û di nava sê mehan de min dîn û ziman û bawerîya wê neguherî, bila pişta min têkeve ber min û şêx quto li ser dilê karxezalan hew azan bide!
Belkî sê caran min hewl da wê kitêbê bixwînim, lê her carê ji nêvî min dev jê berda, nebû qismet xitimkirina wê.
Qey min zanîbû rojeke werê li pêşîya min û we ye, loma çav li ser rûpelan diwestîyan...
Jixwe piştî qebheta vê qebhetpêdehatîyê, êdî ez hew bi sî û starê wê kitêbê dikevim; çendî hêja û serketî be jî, ne xema kîrê min e.
Xizmeta kîrê min ji kurdî re dike, gelek sîyasetvanên kurd ji kurdî re nakin...
Min got, "Ha xatûnê!"
Got, "Haa!"
Min got, "Berî min, an piştî min?"
Got, "Her cara ez te bera ser xwe didim, du peyv li ferhenga min a kurdî zêde dibe..."
Di hin ferhengên kurdan de hin peyvên kurdî ne bi kurdîya kurdan e.
Û herweha ji bo kurdîya hin kurdan jî ferhengên taybet divê; kurdî-"kurdî"...
Tevlihevî û sergêjayîyek jî heye, bêguman; gotinên pêşîyan û biwêj tev li hev bûne; kîjan gotinên pêşîyan in, kîjan biwêj in, rast nayên bikaranîn; yan jî hin ji me wan ji hevdu nas nakin.
Etehyatoçawalêhato!
Azadî xweş e, lê heger meriv bi zimanê wê zanibe...
Kurd azad bibin, baş e, yan kurdî?
Heger kurd azad bibin, kurdî yê her bindest bimîne, loma jî divê kurdî azad bibe, da ku bi xêra kurdî kurd ji bindestî, belengazî û xwelîserîyê rizgar bibin!
Gotina Dawî
Meriv di sênîya zêrîn de azadîyê bide kurdan, ew ê herin sênîya zêrîn bidizin, lê destê xwe nadin azadîyê...