29 Ocak 2021 Cuma

ziman û zeman

Îroj hingî betilîme, ez bi xwe re nabînim tilîyên xwe bilivînim- heger berê bûya, min ê bigota ez bi xwe re nabînim qelema xwe bileqînim-
Êê! 
Li gorî zemên meriv entegre dibe; zeman çi bixwaze, ew dibe, tu bixwazî nexwazî; 
her tişt derew e, ji bilî zemên.
Û zeman diherike...
Dema li ser medyaya sosyal ez mirina kal an pîrekê dibihîzim, li ser zimên digirîm.
Zeman û ziman!
Kurdî darek e û bi mirina her kal û pîreke me, pelek ji wê darê diweşe, mixabin.
Dema we ew kal û pîr spartin axê, bi hêsirên xwe wê axê av bidin, 
av bidin, da ku ziman şîn û şên bibe.
Ne ez û hûn, xwedîyê zimên ew in; 
ew, ziman bi xwe ne.
Nehêlin ziman bibe zeman!
Û dû re hûn bi tepikan bi serê xwe kevin û bibêjin,
"Axx zemano!"
Xêr û fatîheya herî baş ew e, li pey çûna wan xwedîlêderketina li zimanê wan e.
Li pey wan dua û fatîheyan nexwînin, bi zimanê wan zêmaran, dûrikan bibêjin, sitranan bistirên...
Zimanê wan bikin zimanê xwe û ji wan re bibêjin,
"Em ê li ser koka we her şîn û şên bin!"

Gotina Dawî
Ziman, zeman, ziman, zeman, ziman, zeman, ziman, zeman, ziman, zeman...