25 Mart 2025 Salı

zeman û ziman û dewran

Reîz, talîya talî bi ya xwe kir û navê dizo danî pêşîya navê Ekrem Îmamoglû û berê wî da qulikê;
di ferhenga me mêrdînîyan de du cureyên qulikê hene;
yek qulika qûnê ye, yek jî heps e.
De îja hêvî dikim nevîyê Topal Osman di qulikê de qulqulî nabe!
Pirsa din jî,
Reîz ê Ekremê diz bişîne kîjan qulikê?
Bişîne qulika Îmraliyê?
Yan bişîne qulika Edîrneyê?
Ku wî bişînin Edîrneyê, kêf kêfa wî ye; Selo başqan ê wî bi xwendina helbest û çîrok û romanên xwe yên bi tirkî xenê bike. 
Selo yê di nava şeş mehan de Ekrem Îmamoglû bike Yaşar Kemalê hur û resen.
Na, ku wî bişînin Îmralîyê, ew ê pê bigire!
Roja ku ji hepsê derkeve, ew ê çend kîlo bombe bi xwe ve girê bide û here xwe di nav nigên çend belengazan de biteqîne.
Axir…

Ji ber ku bi şewba berêz ketime, newêrim ji malê derkevim, loma jî ji bo wextê xwe derbas bikim, li ser yotubeyê dor bi dor min li pîrozbayîyên Newrozê yên çend bajaran temaşe kir.
Bi rastî jî apocîtîyê mejî di serê vî miletî de nehiştîye.
Ne karekter bi kesî re hiştîye, ne îrade bi kesî re hiştîye, ne jî aqil û mentiq…
Bêvîzyonîyeke bi vê xezebê!
Ji ber bêvîzyonîya kesên ku derdiketin ser dikê û dest bi propagandayeke beradayî dikirin, ji hêrsan meriv dev li goştê canê xwe dikir.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
êdî Newroz bûye holîka zarokan, giranîyeke wê nemaye; eynî gotin, eynî hevok, eynî peyam, eynî slogan.
Erê em bi aqilkê wan dikenin, lê mixabin, bi wê ehmeqîya xwe desthilat in û peyv peyva wan e, gotin gotina wan e.
Jixwe ya meriv diêşîne jî ev e.
Zir kerwanek e û rişma kerwên bi qûşa kerê ve ye, li pey kerê dihere.

Gotina Dawî
Zeman diherike, ziman diperpite, lê dewran eynî quzilqurt e.