23 Mart 2025 Pazar

eşîrtî û esalet

Di nivîsa îşev de para Evdilayê ne ji ometa Abdullahan jî heye. 
Wê rojê li ser mijarekê em peyivîn û min dil hebû li ser binivîsînim, 
lê mixabin, carinan mijar dikevin ser hev û rojev jî her diguhe, loma jî tê jibîrkirin.
Doh ez û Erdal li Kadikoyê rûniştin û wek du mêran bêyî ku bi nazenîna jinekê bala me belav bibe, em li ser gelek mesele û mijaran peyivîn, bi taybetî jî li ser eşîrtî û esaleta kurdan.
Bêguman hewa xweş û nerm bû û mîrata bîraya fiçiyê jî mîna hinguv xwe ji qirika me berjêr berdida. 
Di bin wê atmosferê de şeş heft seetan me nezanî bê zeman çawa herikî, çû.
Erê, berê em eşîr bûn, belkî em ne zêde modern û çavvekirî bûn, lê têra xwe em şareza û medenî bûn.
Berî her tiştî, em bibext bûn û xwedan ûjdanekî xwedayî bûn.
Navê me bi mêranî û mêrxasîyê berbelav bû. Di ger û serdan û serpêhatîyên seyah/gerokan de her tim bi esîltî qala me kurdan kirine; mêvanperwerîya me, bext û dilovanî û ûjdanê me, mêranî û mêrxasîya me pir bala wan kişandîye.
Lê îroj…
Mixabin, bi destê dîn û îdeolojîyan, ne bext bi me re ma, ne ûjdan bi me re ma, ne jî mêranî û mêrxasî. 
Bi dek û dolabên durû, em li ber çavê me reş kirin. Ne bûn ew, ne jî em wek xwe man.
We çîroka Emerê Huso û Nadoyê Huso bihîstîye?
Di navbera du gundan de şer û pevçûn derdikeve.
Birayê Emerê Huso, Nado tê kuştin.
Qesasê Nado xwe vedişêre. Salekê Emerê Huso li pey qesasê birayê xwe digere, lê digere nagere, dipirse napirse, kêsê bi qesasê birayê xwe naxe wî bikuje.
Dû re ji bo li hev bên û aştî çêbibe, êl û eşîra qesês giregir û rîhspîyên eşîrên cîran dixin navberê û dişînin cem Emerê Huso.
Emerê Huso bi tu awayî daxwaza heyetê napejirîne. 
Berê xwe dide êl û eşîra qesês, dibêje, “Heyran, hûn li ser çavan re hatine, mervantî heqê we, lê ez dizanim bê kê birayê min kuştîye û heya ez heyfa birayê xwe hilneynim, wî qesasî nekujim jî ev mesele safî nabe.”
Piştî salekê ji bo pez û dewarên xwe gundî li zozên in, lê dawîya payîzê ye û hemû gundî hêdî hêdî terka zozên dikin, dadikevin gund, ji bilî Emerê Huso, tenê konê Emerê Huso dimîne li zozên.
Wê esirîyê berf û ba û bahozek radibe, çav çavan nabîne. 
Di wê qefalîyê de ku ji mij û dixanê meriv bi zorê ber xwe dibîne, siwarek rêya xwe şaş dike, wenda dibe û dadigere konê Emerê Huso. 
Siwar ji hespê xwe peya dibe, xwe li derîyê kon diqewimîne. Ku Emerê Huso çawa çav li wî dikeve, nas dike, mêvanê bêwext qesasê birayê wî Nado bi xwe ye, lê xwe li kawikî datîne, nahêle qesas bi xwe bihisîne. 
Radibe hespê wî dibe li pişt kon ditewilîne û tê bi mêvanê xwe re derbasî hundirê kon dibin.
Ku mêvan piçekî bi ser xwe de tê, dibe teperepa dilê wî, ew jî fêhm dike û xwe bi xwe dibêje, “Eywax! Bi nigên xwe ez hatim ser mirina xwe.”
Emerê Huso bi metirsîya qesasê birayê xwe derdixe ku ew jî êdî serwext e. 
Ji bo wî ji wê tirs û metirsîyê dûr bixe, bi dengekî mêvanperwerî bi hêla kon a din ve diqîre:
-Malavê, hela min û xwe bikin qurbana mêvanê me û zû berxekî serjê bikin û sêleqelîyekê ji me re çêkin.
Berx serjê dibe. Sêleqelîya wan çêdibe. Sêleqelîya xwe dixwin û malî radibin ji êvar de nivînên wî û mêvanê wî li nîvê kon li ber hev datînin.
Heya destê sibehê ne xew bi çavên Emerê Huso dikeve, ne jî xew bi çavên mêvanê wî dibe.
Mêvan newêre rakeve, di dilê xwe de dibêje, “Ku ez rakevim, Emerê Husê yê min bikuje.” Emer Huso jî newêre rakeve, bi guman e, xwe bi xwe dibêje, “Heger ji bilî min ji malê yekî ew nas kiribe û wî bikuje, xelk ê nebêje bextê Emerê Huso tune ye, neyarê xwe di mala xwe de kuşt.” 
Bi vê metirsîyê li xwe dikin sibeh.
Sihehê jî ji mêvanê xwe re taştêyeke xweş û dewlemend çêdike, bi hev re taştêya xwe dixwin û radibin ser xwe.
Mêvan li hespê xwe siwar tê, Emerê Huso jî tifinga xwe diavêje milê xwe, rextên xwe li nava xwe dipêçe, li hespê xwe siwar tê û xwe dide tengala mêvanê xwe, mêvanê xwe digihîne sînorê gundê wî û li wir disekine û difitile ser mêvanê xwe:
-De here law, here, lê nebêje Emerê Huso nezan û kawik e, haa! Min tu nas kirî û dizanim tu qesasê birayê min î. Nedibû min di mala xwe min tu bikuştayî. Ez ne bêbext im, lê ji nuha pê ve li ku derê kêsê bi te xim, ez ê te bikujim. De oxir be ji te re.
Ku qesas digihêje gundê xwe, gundî lê kom dibin. Bi awayekî şaş û ecêbmayî dibêjin:
-Lo lawo, di wê serma û qefalîyê de tu çawa filitîyî? Me li cem xwe got nuha tu mirîyî.
Qesas, mîna xwîn ji rehên canê wî kişîyabe, ten lê spîçokî bûye.
Dibêje:
-Ez mirime law, ez mirime, bextê Emerê Huso ez kuştim! 
Û qala serpêhatîya xwe û Emerê Huso dike, dibêje:
-Hal û mesele ev e. 
Pismam dibêjin:
-Ê ka em çi bikin?
Dibêje:
-Ez ê kefenê xwe hildim, hûn ê jî çar pênc kes bi min re bên em ê herin nig Emerê Huso.
Wisa jî dikin. 
Çardeh metre kefen hildide bin çengê xwe, çar pênc pismamên xwe jî dide tengala xwe û lê dixin diherin gundê Emerê Huso.
Li ser kulavê Emerê Huso rûdine û dibêje:
-Ez ketim bextê te. Ev serê salekê ye ji te direvim, lê êdî bes e. Yan tu yê min efû bikî, bi pismaman re li hev bêyî yan jî tu yê min bikujî, xwîna min li te helal e.
Emerê Huso keserekê ji kûr dikişîne û li çavên qesasê birayê xwe dinere.
Dibêje:
-Here! Tu birayê min Nado yî û min tu efû kirî!

Gotina Dawî
Mixabin, em bi ber bayê dîn û îdeolojîyan ketin û em ji eşîrtî û esaleta xwe dûr ketin.

Gotina Herî Dawî
Spas ji bo keda Ayhan Erkmen.