27 Mart 2025 Perşembe

rojev dikule

Dîsa ji nû ve dest bi sloganên beradayî kirin:
“Selahattîn Demîrtaş berdin!”
“Ji Abdullah Ocalan re azadî!”
Ez jî dibêjim,
“Ne Selahatîn Demîrtaş berdin, ne jî ji Abdullah Ocalan re ‘azadî’yê dixwazim.”
Bi telaq û namûs, bi vî haweyî serê me rehettir e; qet nebe bi gotinên manîpulatîf kes xwe li nav êgir naqewimîne.
Axir…
Heger gavin werê bên avêtin, dîsa û ji nû ve kurd ê pê bigirin,
ji ber ku Devlet Bahçelî bi xwe jî bi qasî Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş ne aşiq û evîndarê Tirkîyeyê ye.

Hin hevalên ku îmana xwe bi populîzmê anîye, dema ji ber metirsîyên xwe yên şexsî ji rojevê dûr dikevin, hew Xwedê dizane bê çi ezabî dikişînin û çi qirçînî ji dilê wan tê.
Populîzm nexweşîyeke derûnî ye û mixabin derûnîya civakê ne normal e.

Kesên ku ji bo berjewendîyên xwe bi haweyekî kone anku fisgenî bi kesan re didin distînin û xwe pir jîr û baqil dihesibînin, 
ji bîr nekin…
bi qasî we hayê wan kesan jî ji wê konetî anku fisgenîtîya we heye, lew deng nakin ku hûn bi xwe li ber çavê xwe bibin netiştek.
Û hûn dibin jî!..

Di çalakîyên dijdesthilatîya Erdogan ên kemalîst de, hin fotoyên romantîk bi destên hin kesên romantîk li ser medyaya sosyal belav dibin, bi qastî û zaneyî…
Armanc:
Yek,
-Çalakvanan wek kesên pêşketî û medenî nîşan bidin.
Dudu,
-Ruhê nijadperest romantîze bikin ku sibê bi hev re bikarin li dijî kurdan vî ruhî bi kar bînin.

Bi min, tilîya Amerîkayê jî di girtina Ekrem Îmamoglû de heye.
Hûn ê bibêjin çima?
Ji bo bi bandora guherînên ku dê li rojavayê Kurdistanê pêk bên, tirk nikaribin serê xwe rakin û xwe aciz bikin.
Her kaos û tevlihevîyek, mizgînîya guherîneke nû ye.
Bi gotineke din,
operasyoneke bêdeng û veşartî…

Gotina Dawî
Dengê defê ji dûr ve xweş e, lê ji me kurdan re ferq nake, govend her govend e!..