4 Mart 2025 Salı

kurd û sîyaseta bêaqilan

Nizanim dîsa serî li min bûye tara bêjingê, gêjomojo dibim.
Ez hew di ber rojevê re digihêjim, mîratê seet bi seet diguhere; hîn meseleyek neqedîyaye yek din dest pê dike.
Carinan mijarek tune ye ez li ser binivîsînim, carinan jî wek nuha, ez nizanim ez ê li ser kîjanê binivîsînim û kîjanê taloq bikim.
Axir…
ya baş ew e hindik hindik ez li ser gişan binivîsînim, wekî din ne ehlaqî ye ez rabim mijarekê di ser mijarekê re bigirim.
Ez ê îroj bi hesasîyeta rojnamevanekî rojevê binirxînim û hêla xwe ya edebî û hunerî taloq bikim.
Yaw min got rojnamevan, ji mêj de ye bêhn û berateya Salihê Kevirbirî nayê. Ka bê nuha dîsa bi dora kîjan kurdê qafkasyayî ketîye.
De rebeno ew jî bi vî awayî diçêre!..
-Meriv kîjan kevirî radike, Sirri Sureyya ji bin derdikeve; tilîya wî di her qulê de ye.
Doh li Îmralîyê lotik diavêt, îroj li cem Selahattîn Demîrtaş xuya bû û bi rêya wêneyekî ji raya giştî re got “roj baş” 
-Her weha Sirri Sureyya di televîzyoneke tirkofaşîst de, li hundirê çavên kurdên ku zarokên wan xwedê giravî di ber serxwebûn û azadîya Kurdistanê de mirine, nerî û got, “Em ê nehêlin ev dewlet perçe bibe û em nahêlin!”
-Devlet Bahçelî li ber dilê DEMîyan şêrîn bûye. Her yek ji hêla xwe ve pesnê wî dide.
Mîna Sirri ew jî mîna xilt e, ji her qulê derdikeve; geh silavan ji Îmralîyê re dişîne, geh silavan ji Edîrneyê re dişîne, geh jî silavan ji Qesra Qenco re…
-Sirri û Pervîn hazirîya xwe dikin ji bo çûna rojavayê welêt. Ka bê îja bi çi reng xalîçe li ber nigên wan raxin?
Bi min ne hewce ye xalîçeya sor, ji ber ku ew ax jixwe bi xwînê sor e.
-Salih Muslîm dibêje, “PKK PKK ye, PYD jî PYD ye. Muxatabê PKKê Enqere ye, muxatabê PYDê jî Şam e, lê bijî serok Evdela Ocalan!”
-Ocalanûs bi paradîgmayeke nû wate û mîsyoneke nû li sosyalîzmê bar kir. 
Sosyalîstên mîna CHE out!
Sosyalîstên mîna Bahçelî în!
-Û ji entelektuel û rewşenbîran re têgeheke nû ket rojevê: 
Kulturalîzm û Kulturalîst!
Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme!..

Gotina Dawî
Û kurd ji mirinê biçûktir in!..