11 Mart 2025 Salı

rojev disincire

Li rojavayê welêt çi diqewime?
Wêneyê doh ê Mazlûm Evdî û Colanî yê ku bi rêya çapemenîyê gîhaşt ber destê me, ji me re çi dibêje?
Bêguman bandoreke mezin li herêmê kir; hişt ku her kes li gorî xwe peyamekê jê derxe; wer jî bû, ji her serîyekî dengek derket.
Tew ew romantîzma nivîskar û nîvzanayên me yên ku salê carekê nigên wan bi axa welêt nabin!
Axx ax!
Îja wextê meriv ji mentiqê dûr be û tenê bi hestên popolîst rabe ego û narsîzma xwe biçêrîne, meriv jî dibe kerekî dunig, mixabin.
Piştî wêneyê Mazlûm Evdî û Colanî belav bû, li ser medyaya sosyal nivîskar û nîvzanayên me agir bi herîyê xistin. 
Bûn du tîş…
Hin ji wan, 
bi serxweşîya serketinekê tev digerin û vê serketinê dibin bi zanîn û pêşdîtin û vîzyona Mazlûm Evdî ve girê didin, lê di esasê xwe de Mazlûm Evdî jî wek berdevkê Ocalan dibînin;
hin ji wan jî, 
ji vî wêneyî teslîmîyetekê derdixin û bi tevayî Amerîkayê datînin derveyî vê projeyê û hesabê wê nakin. 
Bi gotineke din, Amerîkayê dişînin ber ker û golikan; jixwe Amerîka her tim li ser serê ker û golikan e,
yan na ker û golik ê di me nin!
 Axir, dîsa li gorî zanîn û tecrûbeyên xwe, ez mejîyê xwe li bêjingê xim û di çarçoveya mentiqê de bibêjim, em kurd hîn nebûne pisporê sîyaset û dîplomasîyê; 
erê belkî ji çavan dûr hin kes li ser hin tiştan di nav hin têkilîyan de ne, lê ew bi xwe jî bi aqilê xwe nakin, bi aqilekî protez dimeşin.
Haa! Ez vê jî bibêjim…
Du cure aqil hene; 
Aqilê protez ê erênî (Amerîka/Israîl) û aqilê protez ê neyînî (Tirkîye/Îran) û em kurd di navbera her du aqilan de li xwe digerin. 
Ez serî li we nekim tara bêjingê û mijar û meseleyan li bin guhên hev nexim ku jixwe aqilê protez malik li we xera kirîye, ez jî xerabtir nekim.
Wek min got, 
em kurd hîn fêrî sîyaset û dîplomasîyê nebûne, loma jî di rewşeke weha hesas û giran de mentiq dibêje nabe meriv rişmê têxe destê kurdan. 
Heger bi vê nezanîn û xwenezanînê rişm têkeve destê kurdan, kurd ê hebûna xwe bi hêsanî bike qurbana îdeolojî û dînan.
Û dîsa mentiq dibêje, 
Amerîka ne zarok e, rabe vê zir projeya ku xwîn û petrol wek hev herikîne/diherikin, ji fantezîstan re bihêle.
Ne Mazlûm Evdî li ber tiştekî ye, ne jî Colanî li ber tiştekî ye; 
heger Amerîka bixwaze, anuha dikare her duyan jî bike şivan, ji wan her yekî re kerîyekî pez bikire û berê wan bide zozanên Serhedê, heya heyayê li wir şivantîyê bikin.
Proje mezin e û kurd jî perçeyê herî mezin ên vê projeyê ne, 
lê belê…
heya ev proje bi ser nekeve, Amerîka nikare vê projeyê bi destê kurdan de berde, 
ji ber ku hîn bi tevayî kurd nebûne xwedîyê aqilê xwe, aqilê wan di bin kontrola aqilê protez de ye, lê aqilê protez ê din (Amerîka/Israîl) hewl dide vî aqilê dijkurd bikuje.
Û ew ê bikuje jî!..

Gotina Dawî
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Li vê herêmê kî bi kê re rûnişt, xwe aciz nekin, lewra her tişt ê wek Xweda bibe.
Û Xwedayê min mentiq, Xwedayê vê erdê jî Amerîka ye!
Sedeqalahulhêz!