lê mixabin…
hin kes hene ku meriv dikare ji wan re bibêje nivîskar, rewşenbîr, sîyasetvan, mîna rêvî ne, tenê xwe li gorî rewşê tev didin; kurdbûn anku kurdîbûna wan bi guherînên rojevê yên demkî dîzayn dibe.
Wê rojê,
heger rewşa kurdan anku kurdîtîyê populer be, ew jî radibin li ser kurdîtîyê, li gorî ruhê wê rojê ku li gorî wan rexne û tehlîl in, çend hevokan dinivîsînin û dibêjin.
Wê rojê,
heger kurdîtî ne di rojevê de be, mîna welatîyekî vê dewletê li pey rûtînîya xwe dibezin û difîkînin.
sînemê sînemê sitara rebê alemê
hiş û aqlê min li cemê wê êvara çarşemê
wê êvara sêşemê ji min re kul û derd û xemê
hewara xwedê sînemê hewara xwedê sînemê
Dinya bûye sîrkek, mixabin.
Li qesra spî, li ofîsa ku jê re dibêjin “oval ofîs” Trump mîna meriv bi zarokekî nûbalix re bixeyide û şîretan lê bike, bi ser Zelenskî de kir himehim û barebar.
Û Zelenskîyê reben ê ku ji bo welatê xwe ji bin çavsorî û dagirkerîya Pûtîn derxe jî, welat welat digere û parsa alîkarîyê dike.
Belengazîya wî û miletê wî ya di bin zilm û zordestîya Pûtîn de ne bes e, Trump jî rabû li ber çavê raya giştî ew hetikand û ew kir kûçik lawê neînsanan!
Û zarokên Xwedê yên ku ji xwe re dibêjin “însan” jî bûne kobay ji fantezîyên van sadîstan re.
min sond xwarî bi quranê
ji xeyrê te kesek navê
hwara xwedê sînemê hewara xwedê sînemê
Li herêma me jî kêm zêde mesele ev e.
Welatê me bûye çar perçe û her perçeyek jî di hundirê xwe de bûye çel û çar perçe, mixabin.
Ji aramî û huzûr û bextewarîya dûr, li rojhilatê welêt zilm û çavsorîya sofîkên fariz;
li rojavayê welêt kaos û tevlihevîya netiştekbûnê;
li bakurê welêt jî tirsa qûnê û bayê mirinê…
Hinek xwe fesh dikin û ji zarokên kurd ên ku derûnîya wan ji welatê wan kûrtir û perçeperçetir bûye re dibêjin, “Êdî bes e!”
Ji dê û bavên ku zarokên wan çûn, mirin re dibêjin, “Rehma Xwedê li wan be, lê heqê xwe li me jî helal bikin!”
Û ji kesên ku bi xewn û xeyalên welatekî serbixwe û azad dijîn re jî dibêjin, “Romana me nîvco ma!”
De îja were li ser vê axa travmatîk cot bike û xwe bide hêvîya berên bihêvî!..
hewara xwedê sînemê, hewara xwedê sînemê
sînem keçika gundî ya kinik a efendî ya,
kinik a efendî ya kirasê wê meqsî ya
Gotina Dawî
Lê ya rast ev e;
hewce ye meriv her tim mîna kurdekî kurdîtîyê bike;
wekî din…
kurd ji bindestîyê xelas nabin, kurdîtî jî li kurdan venagere.