Nizamettîn Ariç ji nişka ve rabû ser xwe, çû li ber tualê sekinî û kûr û dûr çû…
Bi şev xewnek dîtibû û wê xewnê şev lê herimandibû.
Çar pênc deqeyan li ber tualê sekinî, sekinî lê ew hêz û xeyal û afirînerî di xwe de nedît ku firçeyê li ser tualê bigerîne.
Kêmasîyek hebû, lê çi bû ew kêmasî?
Destên xwe dan pişt qûna xwe, serî di ber de, çû û hat, çû û hat û ji nişka ve zingînî ji serî hat. Destê xwe da ser serê xwe û bi haweyekî mizawirî di bin simbêlan de kenîya.
Xwe bi xwe got, “Fotor!” û li xwe zîvirî, berê xwe da dolaba xwe ya kincan, fotorê xwe derxist, da serê xwe û dîsa li xwe fitilî, ber bi tuala xwe ve meşîya.
Hat li ber tualê sekinî û dest bi çêkirina tabloya xwe kir…
Di tabloyê de serokê sererd û binerd bermeqlûb çêkir.
Her weha keweke gozel, ew jî bermeqlûb çêkir û çend îmgeyên din…
lê ya herî balkêş piştî tablo qedîya, dema meriv bi tevayî li tabloyê dinerî, kundekî xwe li çavên meriv diqewimand.
Hunermend, bi çend îmge û metaforan bi haweyekî sublîmînal xwestibû trajedîya kurdan raxe pêş çavên me.
Apo bermeqlûb e, lê di esasê xwe de, Apo kurd bermeqlûb kirin.
Kewa gozel nîşane û sembola xayîntîyê ye û bi bermeqlûbûna kewa gozel, xayîntî jî bermeqlûb bûye û êdî kurd bi wê xayîntîyê hisîyane.
Û bi tevayî wêne
anku kund!
Kund jî nîşane û sembola hilweşandinê ye. Mixabin,
Apo û zîhnîyeta Apo, Kurdistan kir kavil, xirbe û xerabe, kevir li ser kevir nehişt!..
Nizamettîn Ariç hunermendekî naskirî ye û bi vê helwesta xwe ji hunermend û nivîskar û rewşenbîr û sîyasetvanên ji sîya xwe ditirsin û xwe ne ji dêrê ne jî ji mizgeftê dikin re got,
“METIRSIN!”
Êdî tav dide qûnê û qûn tazî ye, bi çavên xwe re nexeyidin, ziq lê binerin!
Lê mixabin,
hîn jî hin xwelîser newêrin li wê qûnê binerin û xwe li teresîyê datînin.
Piştî vê bûyerê, mirîd dîn û gêj û har bûne, êrîşî Nizamettîn Ariç dikin, lê çend kes ne tê de, pirê hunermend û nivîskar û sîyasetvanan bêdeng in, lewra him ji dêrê diçêrin, him jî ji mizgeftê.
Axir…
Ji tirsê netirsin!
Got:
-Xwedê meriv ji zimanê te bisitirîne. Tu berê qibleyê li meriv şaş dikî. Bi şev meriv di himbêza mêrê xwe de be, ku tu têyî bîra meriv, mîna kurmekî tu mejîyê meriv dikurimînî! Mêrê meriv li ber çavê meriv dibe kerekî dera han.
Min got:
-De îja tew ku ew ziman li ser sîng û berên te bisûrike mîna marekî teyar…
Gotina Dawî
Kurdistan, dê bi tirsê azad nebe,
lê tirs ê jî nekarî bibe asteng ji azadîya Kurdistanê re!
Gotina Herî Dawî
Binhişîya xwe ji tirsê rizgar bikin!