De îja tew ku meriv nexweş be û bi ser de jî meriv li hin nexweşîyan rast bê!..
Hii ihii!
Wek hinekan ez nikarim politîk an jî oportunîst tev bigerim, mixabin.
Çawa ku dema kêfa min ji yekê re tê, ez di xwe de nahêlim û bi haweyekî digihînimê, her weha dema ku kêfa min ji yekî re neyê jî ez nikarim xwe li kerrî an kawikî deynim û bibêjim, “De guh medê lo, neyaran ji xwe re çêneke.”
Weleh heyran,
ez ji bavê xwe bêminet im. Serê min jî tê de here, ez ê ji ya xwe daneyêm.
Doh, min serma girtîye, lê ne tenê serma, min pê jî girtîye,
lew dema meriv nexweş be, lîbîdoya meriv jî ji meriv dixeyide û ferqa meriv û kerekî xesandî namîne.
Axir…
doh, him min serma û him jî min pê girtîye, di nav nivînan de, li ser piştê veketî me û li ser twîtterê rojevê dişopînim bê çi diqewime. Ji nişka ve ez li twîteke Kovan Baqî rast hatim;
ê ma ne Newroz e jî û di rojên sembolîk de jî bivê nevê hewce ye nivîskar û hunermend jî xwe derxin pêş û çend gotinên sembolîk bikin:
“Keça Newrozê porrê xwe ji ser çavên min da alî, gerstêrk ji çavên wê herikî çavên min û bi tillîka xwe lêvên min dirût:
-Çima tu dibê ez ne nivîskarekî kurd im?
-Ez newêrim bibim nivîskarekî kurd. Lewra kurd qet nizanin bitirsin û nivîskarên kurd qet nizanin wêrek bibin.”
De were safî bike!
Ka îja ez herim xwe biavêjim bextê kîjan feylesofan ku bê Kovanê dêrikî xwestîye ji me evdên kurdî re çi bibêje?
Feylesof û zimannas û zanayên vî zemanî, vîzyona wan têra rave û şîrovekirina felsefe û kûrzimanîya wî nake.
Xwezî min bikarîya bi haweyekî astral xwe bigîhanda Leonardo Da Vîncî, Kant, Spînoza anku Hegel û Nietzsche, lê ew hişmendîya kûrayîya rêbaza gera astralî jî bi min re tune ye, mixabin.
Îja ev kurm anku xwîy ji salên nodî tê. Di salên nodî de modeyek berbelav bû;
ji nivîsên te çi qasî hindik bê fêhmkirin, berevacî vê yekî di çavê civakê de ew qasî tu pêşketî, zana, entelektuel î.
Lê hin entelkutilktuelên me, hewl didin bi vî haweyî xwe entelektuel nîşan bidin.
Ev jî encama serdestîya kompleksan e û hemû kompleks jî ji kanîya zaroktîyê ber bi binhişîyê ve diherike, li wir kom dibe,
loma jî,
ji bo tedawîya kompleksan divê meriv ber bi zaroktîyê ve têkeve rêwîtîyeke kûr û dûr.
De rehma Xwedê li Sîgmund Freud be!
Axir…
De îja hay ji kompleksên xwe tune ne û radibin xwe di ser her kesî re dibînin, kesî jî naecibînin; xwedê giravî ew qasî kûr û felsefîk dinivîsînin, “civaka nezan” li ber nakeve, ji wan tê nagîhêje.
Bi serê te, Kovan!
Ez jî û yên wek min jî, baş dizanin bê tehma zeytûnên Dêrikê jî çawa ye û baş dizanin bê li ser axa Dêrikê, zimanekî çawa jî şîn û şên e,
lê tenê kêmanîyeke me heye,
mixabin, em nikarin bi mentiqa gundîtîyê karê bajarvanîyê bikin.
Lê li min negire, H. Kovan Baqî, min ji bîr kir ez wê “H”yê li pêş navê te deynim.
Ya rast ne ku min ji bîr kir, min nezanî ka ew “H” pêştîpa kîjan navî ye!
Homeros!
Heraklîtos!
Hayyam!
Heynder!
Hemîd!
Hesen!
An Hewas!
Axir…
Gotina Dawî
Hûn çi qasî zimên rep bikin, talîya talî hûn ê bi xwe herin li ser rûnin.