14 Mart 2025 Cuma

madalyona tirkperestîyê

Di esasê xwe de Selahattîn Demîrtaş rast dibêje; ji kurdên kurdkokenlî yên asîmile bûne û zimanê xwe ji bîr kirine û bi zimanê tirkî difikirin, dipeyivin, dixwînin, dinivîsînin, digirîn, dikenin, bi kurd û kurdîya kurmancî, ji kurdên kurdkokenlî yên bi tirkî dijîn re dibêje, “Bi qasî tirkekî hûn tirk in û bi qasî tirkekî hûn jî xwedîyê Tirkîyeyê ne.”
Jixwe berevacî vê gotinê rabe tiştekî bibêje, dê bi xwe re têkeve nav nakokîyê;
lew ew bi xwe jî bi qasî tirkekî tirk e û bi qasî tirkekî xwedîyê Tirkîyeyê ye.
Haa! 
Belkî jî em lê neheq bin, ji ber ku ev serê heft salan e di wê zindanê de ye û zîhnîyeta ku diparêze jî bi qasî misqalekê hewl nade ne rewşa wî ne jî rewşa kurdan normalîze bike,
loma jî û bi îhtimaleke xurt, di zindanê de dema tenêtî û bêxwedîtî mîna kabûsekî dixirpişe ser dilê wî, ev biwêja xwelîserîk tê xwe li nav pêlên mejîyê wî diqewimîne:
“Qûna tazî tembûrê dixwazî!”
Axir…
Girêdayî vê mijarê, Rasîm Ozan Kutahyali jî li ser kurdên kurdkokenlî yên tirkîyeyîperest tehlîleke hêja kirîye.
Rasîm Ozan Kutahyali, hûn jê hez bikin/nekin ew tiştekî din e, lê gotina wî ya ji bo kurdkokenlîyan hêjayî pesindayinê ye.
Ciwamêr dibêje, “Ez li xwe danînim bi kurdên asîmilebûyî re rûnim, wan wek muxatab qebûl bikim, muxatabê min kurdên hur û resen in.”
Êêê!..
Ku tirkên tirk ji kurdên xwefiroş re bibêjin, “Bêxîret” û hîn jî pozê van bêxîretan neşewite, êdî divê meriv qelemekê li ser navê wan bixe û hew hesabê wan bike,
lewra ne di çavê efendîyên xwe de qîmetê wan heye, ne jî divê em qîmet bidin wan.
Axir…

Gotina Dawî
Ji hêlekê ve Abdullah Ocalan, ji hêlekê ve Selahattîn Demîrtaş, ka bê madalyona tirkperestîyê dibe qismetê kê ji wan?