Hêvî dişibe çêlkeweke nûbifirêketî.
Tu ber bi wê ve diçî,
destê xwe dirêjî wê dikî
ku tu dibêjî min ew girt,
ji nişka ve ji nav destên te difire û dihere
dehgavekî ji te wê de xwe li cîhekî din datîne.
Careke din…
careke din…
careke din…
Lê her bi vî awayî ji nav destên te difire
û tu jî dimînî
tenê li pey wê dinerî.
Zemanê xwe bi hêvîyên xapînok nebihurînin
an na…
hûn ê li pey zemên stuxwar bimînin.
Bi kin û kurmancîya şêrîn,
hêvî mîna pençeşêreke pênehisîyayî ye;
hêdî hêdî te nêzîkî mirinê dike.
Heger hûn ê nekarî bê Xweda bijîn
û ilhez hûn ê ji xwe re Xwedayekî çêkin,
ji mentiqê çêtir tune ye.
Mentiq ê bikin Xweda
û destên xwe li ber vegirin,
îbadeta we yê badilhewa bi erdê de nere;
lew…
heger soza bihuşteke xapînok nede we jî,
qe nebe
hûn ê ronî û tarîyê, rastî û çewtîyê, duristî û durûtîyê, başî û xerabîyê ji hev derxin.
Gotina Dawî
Însên şîrê ter xwarîye; loma jî her xav in!..