Bavê min, heya nimêja xwe nekira li ser sifreyê rûnedinişt.
Sifre li erdê, mesef û sênî û nan li ser, em zarok jî mîna pisîka çavbirçî ku dema kevanîya malê goşt hûr dike û ew jî nûrenûra wê, ji bo qetek goşt li dora wê dihere û tê, çavên me li ser sifreyê bûn.
Ku bavê min nimêja xwe diqedand, bi wî re me êrîşî ser sifreyê dikir, lê her tim li gorî qeydeyan…
Mesefa birincê li ser sifreyê, li dora mesefê sê çar sênîkên biçûk ên zeleteyê û miqilka ku goşt tê de li ber bavê min.
Ji bo neheqî çênebûya, bavê min bi destê xwe ew goşt li me parê dikir; lê ji ber delalîbûna min, carinan îtimazî dikir, bêyî ku kes bi xwe bihisanda, bi dizî qetek goştê din jî diavêt ber min û dema bi kêfxweşîya wê qeta goşt bi bişirîneke bextewar çavên min li çavên wî diketin, di bin simbêlan de dimizicî û lêvikên wî bi serbilindîya bavekî şanaz diricifîn.
Qetên goşt ên xweş, bi haweyekî adîlane li me parê dikir, dû re li gorî hejmara qetan her carê qetek diavêt ber me.
Ji yadê re her tim qorika mirîşkê û qûna wê diket. Heya dereng jî me digot qey yadê ji qûn û qorikê hez dike, lê ne weha bû, mixabin, yadê bi têrxwarinîya zarokên xwe têr dixwar, mesele ev bû; lê divê meriv bextê xwe neavêje, bavê min jî ne kêmî wê bû.
De îja destê me li wan qetên goşt nedigerîya ku em zû zû bixirpişin ser û bixwin. Ewil bi kevçîyan em diketin ser wê birincê yan jî savarê, me xwe nîvtêrî dikir, dû re bi bêhna fireh me dest bi xwarina goştê ber xwe dikir. Ji bo zû xelas nebûya, hêdî hêdî bi kubarî me dixwar. Rebenên pisîkan li ber derî nûrenûra wan bû ji bo kêlîyekê berî kêlîyekê ew hestîyên ser sifreyê biçûna ser sifreya wan.
Piştî şîvê, çay dihat vexwarin. Û piştî çayê jî dema xwarina fêkîyan…
Bavê min, serê sibehê radibû, heger bi şev yadê neketibûya himbêzê yan jî şeytan bi dorê neketibûya, radibû erebkî (ji stu jor) serê xwe dişuşt, yadê jê re du hêk diqelandin, hêkên xwe dixwarin û radibû bedlê xwe li xwe dikir û derdiket sûkê.
Li sûkê, berî dagerî qahweyê cem hevalan, ewil diçû du sê kîlo mendelî yan pirtiqal û du sê kîlo sêv dikirî, dibir datanî dikana Mehemê Osê û telefonî malê dikir, ji bo em zarok biçûna dikanê, me rahişta wan fêkîyan û bianîyana malê.
Wî zemanî jî axaftina bi telefonan bi destê her kesî nediket, mîna esrarê li her malê tune bû. Bavê min pêşengê merivên xwe bû û Mehemê Osê jî yeka wî nedikir dudu, qedrê wî digirt.
Axir…
ku dor dihat xwarina fêkîyan, mîna pisîkan me çavên xwe li kîsikên cem bavê min pîs dikirin.
Wek çawa li ser sifreyê bi heqane goşt li me parê dikir, ew fêkî jî bi wî haweyî li me parê dikir.
Ax zemano, ax!
Erê wek îroj her tişt tune bû, lê tehm û ekla wê tunebûnê ji tehm û ekla vê hebûna îroj xweştir bû.
Carinan sêvek an pirtiqalek heya lambe vedimirî û em diketin nav nivînan jî di bin bahlîfa ber serê me de bû…