Eşq/evîn jî cureyeke koletîyê ye; azadîya meriv baskokirî dike.
Bedewiya hin jinan, zêdeyî hostayîya Xwedê ye.
Hin jin bi memikên xwe, hin jin bi qûna xwe, hin jin bi bejn û bala xwe, hin jin jî bi aqilê xwe balê dikişînin ser xwe, lê heger hûn ji min bipirsin, ez heyranê wê jinê me ku di nav nivînan de bibe qehpikeke bêar.
Hin kevanî di nebûnê de sifreya Brahîm Xelîl hazir dikin û datînin ber meriv, hin kevanî jî di hebûnê de li xwe diheyirin bê çi çêkin.
Wêrekîya herî mezin duristbûn e û pirê kesan ditirsin ku durist bin.
Bixwebawerî xweş e, lê hewce ye bin meriv ne vala be.
Kurdistan, zir goristanek e ji jinên nebextewar re.
Sermîyanê te karektera te ye, heger te xwe lê bar kiribe.
Bi bêarîya pinpinîkekê li jîyanê binerin, lê wek pinpinîkê nerin xwe li ser her gûyî daneynin.
Her çi be, heger hûn bi dilê xwe bikin, ne guneh e, ne jî qebhet e, berevacî her çi be, heger hûn bê dilê xwe bikin, him guneh e, him jî qebhet e.
Ji ber ku tu nebûyî însan, tu diçî xwe disipêrî dîn û xwe diavêjî bextê terîqatan; ji ber ku tu nebûyî xwe, tu diçî dibî mirîdê narsîst û megaloman û nîvxwedayan.
Dê û bavên zêde hestîyar, bi hezkirin û hesasîyeta xwe zarokên xwe baskokirî dikin. Û ew zarokên baskokirî jî nikarin bilind bifirin, lew fir jî cureyeke azadîyê ye. Azadîya zarokên xwe baskokirî nekin.
Gotina Dawî
Ziman av e, tu jî masî!..