13 Mart 2025 Perşembe

keskê û azadî

Min got, “Keskê, ka mijara îşev a blogê tu dîyar bikî!”
Kêlîyekê sekinî, bêdeng ma. Dû re wek ku neket serê wê, kenîya û emojîyek ji min re şand; emojîya kalekî serîbiegal, di bin egala wî de jî çefîyeke sorbelek. 
Ji emojîyê dîyar e kalo serê govendê dikişîne û serê xwe xweş dihejîne, zalimo.
Min got, “Ev kalê sergovend mêrê pîrka te ye?”
Dîsa kenîya, lê vê carê min fiqurîyek jî hîs kir ji kenê wê.
Got, “Xwezî! Min ê ji xwe re bi wî kêf bikira!..”
Lê di esasê xwe de,
de ka îja bi hemd bû yan bêhemd bû, Keskê bal kişand ser mijareke kûr û balkêş.
Kêf, zewq û bextewarî…
Ji mêj de ye ji me dûr in!
Yanî Keskê wek kesayet, perçeyek ji wî keskê alaya welatê xwe ya neazad e 
û bi wê neazadîyê bi hesreta kêf û zewq û bextewarêyê ye.
Û mixabin, 
ku meriv ne pûşt û bêkesayet be, meriv nekarî guh mede azadîya welatê xwe û di bin kirasê azadîyeke xav de lotikan biavêje.
Binhişîya Keskê vedirişe; bi qasî axa welatê xwe bi hesreta azadîyê dijî, Keskê.
Û baş dizane, azadîya welatê wê yê wê jî azad bike.
lew xîretkêş û xemxwira axa xwe ye, Keskê.
Ka îja Keskê mijara îşev dîyar kir an Keskê bi xwe bû mijar, nizanim, 
lê her çi be…
Keskê mijar dîyar kir û mijar jî veguherî, bû Keskê!..

Ji bo nivîskar û hunermendan, konforeke bêked, piştî demekê karekterê qûnde dike. 
Ruhekî xayîn li karekterê bar dike ku ew ruh bi dek û dolab, bi şinekî û şelafîyan êdî tenê ji wê konfora xwe ya sexte re parêzvanîyê dike.
Loma jî…
divê nivîskar û hunermend sêwî bin;
bê Xweda û bê xwedî bin anku pişta xwe nedin partî, rêxistin an jî sazîyekê.
Heger na…
bandora huner û xebatên wan ê bi qasî bandora masturbasyonekê be.
Û jixwe ji mêj de ye civak tenê li pey masturbasyonîstan bi xwe xweş tîne,
mixabin.

Gotina Dawî
Keskê, pîne ye li ser kirasê azadîyê!..