31 Mart 2025 Pazartesi

çerx û felek

Peyva ku “Zêde qîmet nede însên,ku meriv zêde qîmet dide însên, ji ser xwe diherin.” di esasê xwe de divê weha be, “Zêdeyî qîmetê însên qîmet nede însên.” lewra hin karekter tam nekemilîne û karekterên nekemilî jî lawaz in, zû dikevin bin bandora kesan, tiştan.
Û carinan jî hin koneyên xwe jîr û baqil dibînin, kesên li hemberî xwe anku hevalên xwe kawik û sersem dibînin.
Xwe nehetikînin!

Carinan ji nişka ve ji nivîsandinê sar dibim, dû re ku hewl didim ji nû ve lê germ bibim, vê carê jî dikim nakim nikarim. 
Bawer im gotina “axûzî” tam li gorî vê rewşê ye. Nizanim lê tu yê sûnd bixwî axûzî di min de hatîye!
Remezan xatir xwest û çû.
Her weha di bin atmosfera cejnê de gelek kesan jî li derîyê hev xist, telefonî hev kir û bi derewan ber dilê hev xweş kir.

Û rojev…
Dem, wext, pêvajo!
Reîz li kemalîstan hatîye xezebê û kemalîst jî xwe qup dikin mîna dîkê qoqo,
lê dîkê qoqo jî piştî bi mirîşkan fis dike, li ser sifreya kurdan dibe çend gep şîv.
Reîz ji hêlekê ve, kemalîst ji hêlekê ve, lê kurd jî di navbera Reîz û kemalîstan de govendê dikişînin.
Kî zava kî zava?
Ne belî ye!

Denîz Gezmîş!
Nazim Hîkmet!
Ûgûr Mûmcû
Mustafa Kemal Ataturk!
Şoreşger!
Û Volkanê ku wek tirkekî bi ber pêlên behra reş ve ketîye û xwe şoreşger dihesiband…
Wextê meriv ehlaq ji nû ve neafirîne, têgeh serî li meriv dike meşka dew.
Û li Tirkîyeyê şoreşgerî, manîpulasyoneke populîst e.
Bi sloganan mesele safî bûbaya, nuha apocîyan deh Kurdistan ava kiribûn.
Axir…

Gotina Dawî
Qîmetê kêlîya ku hûn dijîn, bizanin!..

28 Mart 2025 Cuma

derûnî û politîka

Ez li enerjîya hin hevalan şaş dimînim.
Bi rastî jî ew hevalên ku bîst û sê seet û nîvê xwe li odeyên twîtterê yên sohbetê derbas dikin, armanca we çi ye?
Hûn kêfê distînin an hûn bi çavê perspektîfeke berpirsîyarî lê dinerin?
Bi we serfkirina ew qas enerjî hewce ye yan çi qasî bi kêr tê?
Gelo sedem acizî û tenêtî ye û ev jî ji bo we deşarjbûn e?
Nizanim ka bê sedem çi ye, lê bi min, bi taybetî jî ji bo hin hevalan ev êdî nexweşîyeke derûnî ye.
Axir…

Gotina Dawî
Mixabin, tenê tiştek di destê me de maye ku em sebra xwe pê bînin; ew jî politîkbûn e.

27 Mart 2025 Perşembe

rojev dikule

Dîsa ji nû ve dest bi sloganên beradayî kirin:
“Selahattîn Demîrtaş berdin!”
“Ji Abdullah Ocalan re azadî!”
Ez jî dibêjim,
“Ne Selahatîn Demîrtaş berdin, ne jî ji Abdullah Ocalan re ‘azadî’yê dixwazim.”
Bi telaq û namûs, bi vî haweyî serê me rehettir e; qet nebe bi gotinên manîpulatîf kes xwe li nav êgir naqewimîne.
Axir…
Heger gavin werê bên avêtin, dîsa û ji nû ve kurd ê pê bigirin,
ji ber ku Devlet Bahçelî bi xwe jî bi qasî Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş ne aşiq û evîndarê Tirkîyeyê ye.

Hin hevalên ku îmana xwe bi populîzmê anîye, dema ji ber metirsîyên xwe yên şexsî ji rojevê dûr dikevin, hew Xwedê dizane bê çi ezabî dikişînin û çi qirçînî ji dilê wan tê.
Populîzm nexweşîyeke derûnî ye û mixabin derûnîya civakê ne normal e.

Kesên ku ji bo berjewendîyên xwe bi haweyekî kone anku fisgenî bi kesan re didin distînin û xwe pir jîr û baqil dihesibînin, 
ji bîr nekin…
bi qasî we hayê wan kesan jî ji wê konetî anku fisgenîtîya we heye, lew deng nakin ku hûn bi xwe li ber çavê xwe bibin netiştek.
Û hûn dibin jî!..

Di çalakîyên dijdesthilatîya Erdogan ên kemalîst de, hin fotoyên romantîk bi destên hin kesên romantîk li ser medyaya sosyal belav dibin, bi qastî û zaneyî…
Armanc:
Yek,
-Çalakvanan wek kesên pêşketî û medenî nîşan bidin.
Dudu,
-Ruhê nijadperest romantîze bikin ku sibê bi hev re bikarin li dijî kurdan vî ruhî bi kar bînin.

Bi min, tilîya Amerîkayê jî di girtina Ekrem Îmamoglû de heye.
Hûn ê bibêjin çima?
Ji bo bi bandora guherînên ku dê li rojavayê Kurdistanê pêk bên, tirk nikaribin serê xwe rakin û xwe aciz bikin.
Her kaos û tevlihevîyek, mizgînîya guherîneke nû ye.
Bi gotineke din,
operasyoneke bêdeng û veşartî…

Gotina Dawî
Dengê defê ji dûr ve xweş e, lê ji me kurdan re ferq nake, govend her govend e!..


26 Mart 2025 Çarşamba

ji nû ve

Rast derew, dibêjin Selahattîn Demîrtaş di demeke nêzîk de serbest e.
De çavê wî û malbata wî û hezkirîyên wî ronî be. Bi hêvîya hişê wî hatibe serê wî, lê bi guman im;
bi guman im, lewra ne hêsan e berevacî vê zîhnîyeta serdest e, tev bigere; jixwe ne bawer im li dijî vê zîhnîyetê bikare tev bigere;
ew ji vê zîhnîyetê diçêre, ev zîhnîyet jî bi sekn û helwestan van karekteran li ser nigan e.
Ya girîng,
rasterast ew ê di bin sîya Apo de bimeşe yan hêza Apo jî li xwe bar bike û qudretlîtir bibe?
Li vir jî,
pozîsyona dewletê girîng e. Dewlet ê qelemekê li ser navê Apo bixe, wî rake arşîvê û bi Selahattîn re bimeşe yan Selahattîn ê bibe dengê wî yê legal?
De ka bi xêr bila Selahattîn Demîrtaş derkeve û neh deh rojan kurmê xwe bişikîne, em ê dîsa li mijara xwe vegerin.
Axir…

Gotina Dawî
Senarîst mir, senaryo ji nû ve tê nivîsandin.
Û qehreman jî wek berê ne zêde ne…

25 Mart 2025 Salı

kirasê herî pîroz kurdî ye

Bala min lê ye vê pêla dawîn agirê stand-upê ketîye kurdan û pir kes xwe lê diqewimînin,
lê bi serê we, li ber qerf û henekên we, mêş jî orgazm nabin.
Erê, kurdî û qerf/mîzaha kurdî behr e, lê hûn bi çavê cihokan lê dinerin, lewra hûn zîro ne û zîro jî di cihokan de dijîn.
Belkî hûn dilê hin nîvkurd û kurdkokenlîyan rehet û xweş dikin, lê bi serê we, li ber çavê me reşkurdan hûn ne tiştek in.
Berî her tiştî,
divê meriv bi ruhê zimên baş dizanibe, dû re bi ruhê kurdan, herî dawî jî, ji bo hûn wî ruhî li wî zimanî bar bikin, vîzyoneke qerase divê.
Axir…
De tişt nabe, bi teqlîdkirina teqlîdan hûn jî xwe bikin teqlîdeke ji destan.

Ev meseleya tîktokê êdî pir cîdî ye. 
Jixwe civakê mejîyê xwe xwarîye, bi ser de jî her kî di tîktokê de hesabekî vedike, hema qey bi şaşî vîdeoyeke wî belav dibe, êdî ji ser hişê xwe ve dihere û ku kîrê wî bigihêje qûna wî, ew ê rabe di xwe ne!
Belkî hin ji wan vê fantezîyê jî diceribînin!
Mîrata tîktokê, li welêt çi qas kesên fehş û qeşmer û beradayî hebin, hemû kirin navdar û populer û îdol, mixabin.
Bi min divê sînor anku kotaya bikaranîna înternetê li gorî ast û zanîn û xwendinê qedeme bi qedeme be yan na civak dibe zir garanek 
û jixwe bûye jî.

Elewî, bi qasî êzdîyan ne kurd û kurdistanî ne.
Bi gotineke din anku ez ji we re ta bi derzîyê ve bikim ku hûn baş li ber bikevin:
Elewîyan kirasê kemalîzmê li xwe kirîye û pirê wan êdî bi tirkî mîna tirkên spî dijîn, 
lê êzîdîyan tu carî kirasê kurdistanî ji xwe nekir û her tim bi kurdî jîyan/dijîn.
Di nav malê de ziman kurdî ye, li derve ziman kurdî ye, stranên wan bi kurdî ne, ken û şahî û dawet û şîn û girîyên wan bi kurdî ne,
her weha îbadeta wan jî bi kurdî ye.
Loma jî…
divê pîrên elewîyan herin li ber destê şêxên êzdîyan tobe bikin
yan na…
xelkê kîrê Elî û Hesen û Hisên û duwazdeh îmaman têxe qûna wan, wan bike perçeyekî misilmanan ê xav.
Axir…

Gotina Dawî
Hûn kêfa xwe ji çi kirasî re tînin, bînin, lê berî her kirasî kirasê kurdî li xwe kin, dû re bi ser de hûn çi kirasî dikişînin ser, bikişînin.

zeman û ziman û dewran

Reîz, talîya talî bi ya xwe kir û navê dizo danî pêşîya navê Ekrem Îmamoglû û berê wî da qulikê;
di ferhenga me mêrdînîyan de du cureyên qulikê hene;
yek qulika qûnê ye, yek jî heps e.
De îja hêvî dikim nevîyê Topal Osman di qulikê de qulqulî nabe!
Pirsa din jî,
Reîz ê Ekremê diz bişîne kîjan qulikê?
Bişîne qulika Îmraliyê?
Yan bişîne qulika Edîrneyê?
Ku wî bişînin Edîrneyê, kêf kêfa wî ye; Selo başqan ê wî bi xwendina helbest û çîrok û romanên xwe yên bi tirkî xenê bike. 
Selo yê di nava şeş mehan de Ekrem Îmamoglû bike Yaşar Kemalê hur û resen.
Na, ku wî bişînin Îmralîyê, ew ê pê bigire!
Roja ku ji hepsê derkeve, ew ê çend kîlo bombe bi xwe ve girê bide û here xwe di nav nigên çend belengazan de biteqîne.
Axir…

Ji ber ku bi şewba berêz ketime, newêrim ji malê derkevim, loma jî ji bo wextê xwe derbas bikim, li ser yotubeyê dor bi dor min li pîrozbayîyên Newrozê yên çend bajaran temaşe kir.
Bi rastî jî apocîtîyê mejî di serê vî miletî de nehiştîye.
Ne karekter bi kesî re hiştîye, ne îrade bi kesî re hiştîye, ne jî aqil û mentiq…
Bêvîzyonîyeke bi vê xezebê!
Ji ber bêvîzyonîya kesên ku derdiketin ser dikê û dest bi propagandayeke beradayî dikirin, ji hêrsan meriv dev li goştê canê xwe dikir.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
êdî Newroz bûye holîka zarokan, giranîyeke wê nemaye; eynî gotin, eynî hevok, eynî peyam, eynî slogan.
Erê em bi aqilkê wan dikenin, lê mixabin, bi wê ehmeqîya xwe desthilat in û peyv peyva wan e, gotin gotina wan e.
Jixwe ya meriv diêşîne jî ev e.
Zir kerwanek e û rişma kerwên bi qûşa kerê ve ye, li pey kerê dihere.

Gotina Dawî
Zeman diherike, ziman diperpite, lê dewran eynî quzilqurt e.


23 Mart 2025 Pazar

eşîrtî û esalet

Di nivîsa îşev de para Evdilayê ne ji ometa Abdullahan jî heye. 
Wê rojê li ser mijarekê em peyivîn û min dil hebû li ser binivîsînim, 
lê mixabin, carinan mijar dikevin ser hev û rojev jî her diguhe, loma jî tê jibîrkirin.
Doh ez û Erdal li Kadikoyê rûniştin û wek du mêran bêyî ku bi nazenîna jinekê bala me belav bibe, em li ser gelek mesele û mijaran peyivîn, bi taybetî jî li ser eşîrtî û esaleta kurdan.
Bêguman hewa xweş û nerm bû û mîrata bîraya fiçiyê jî mîna hinguv xwe ji qirika me berjêr berdida. 
Di bin wê atmosferê de şeş heft seetan me nezanî bê zeman çawa herikî, çû.
Erê, berê em eşîr bûn, belkî em ne zêde modern û çavvekirî bûn, lê têra xwe em şareza û medenî bûn.
Berî her tiştî, em bibext bûn û xwedan ûjdanekî xwedayî bûn.
Navê me bi mêranî û mêrxasîyê berbelav bû. Di ger û serdan û serpêhatîyên seyah/gerokan de her tim bi esîltî qala me kurdan kirine; mêvanperwerîya me, bext û dilovanî û ûjdanê me, mêranî û mêrxasîya me pir bala wan kişandîye.
Lê îroj…
Mixabin, bi destê dîn û îdeolojîyan, ne bext bi me re ma, ne ûjdan bi me re ma, ne jî mêranî û mêrxasî. 
Bi dek û dolabên durû, em li ber çavê me reş kirin. Ne bûn ew, ne jî em wek xwe man.
We çîroka Emerê Huso û Nadoyê Huso bihîstîye?
Di navbera du gundan de şer û pevçûn derdikeve.
Birayê Emerê Huso, Nado tê kuştin.
Qesasê Nado xwe vedişêre. Salekê Emerê Huso li pey qesasê birayê xwe digere, lê digere nagere, dipirse napirse, kêsê bi qesasê birayê xwe naxe wî bikuje.
Dû re ji bo li hev bên û aştî çêbibe, êl û eşîra qesês giregir û rîhspîyên eşîrên cîran dixin navberê û dişînin cem Emerê Huso.
Emerê Huso bi tu awayî daxwaza heyetê napejirîne. 
Berê xwe dide êl û eşîra qesês, dibêje, “Heyran, hûn li ser çavan re hatine, mervantî heqê we, lê ez dizanim bê kê birayê min kuştîye û heya ez heyfa birayê xwe hilneynim, wî qesasî nekujim jî ev mesele safî nabe.”
Piştî salekê ji bo pez û dewarên xwe gundî li zozên in, lê dawîya payîzê ye û hemû gundî hêdî hêdî terka zozên dikin, dadikevin gund, ji bilî Emerê Huso, tenê konê Emerê Huso dimîne li zozên.
Wê esirîyê berf û ba û bahozek radibe, çav çavan nabîne. 
Di wê qefalîyê de ku ji mij û dixanê meriv bi zorê ber xwe dibîne, siwarek rêya xwe şaş dike, wenda dibe û dadigere konê Emerê Huso. 
Siwar ji hespê xwe peya dibe, xwe li derîyê kon diqewimîne. Ku Emerê Huso çawa çav li wî dikeve, nas dike, mêvanê bêwext qesasê birayê wî Nado bi xwe ye, lê xwe li kawikî datîne, nahêle qesas bi xwe bihisîne. 
Radibe hespê wî dibe li pişt kon ditewilîne û tê bi mêvanê xwe re derbasî hundirê kon dibin.
Ku mêvan piçekî bi ser xwe de tê, dibe teperepa dilê wî, ew jî fêhm dike û xwe bi xwe dibêje, “Eywax! Bi nigên xwe ez hatim ser mirina xwe.”
Emerê Huso bi metirsîya qesasê birayê xwe derdixe ku ew jî êdî serwext e. 
Ji bo wî ji wê tirs û metirsîyê dûr bixe, bi dengekî mêvanperwerî bi hêla kon a din ve diqîre:
-Malavê, hela min û xwe bikin qurbana mêvanê me û zû berxekî serjê bikin û sêleqelîyekê ji me re çêkin.
Berx serjê dibe. Sêleqelîya wan çêdibe. Sêleqelîya xwe dixwin û malî radibin ji êvar de nivînên wî û mêvanê wî li nîvê kon li ber hev datînin.
Heya destê sibehê ne xew bi çavên Emerê Huso dikeve, ne jî xew bi çavên mêvanê wî dibe.
Mêvan newêre rakeve, di dilê xwe de dibêje, “Ku ez rakevim, Emerê Husê yê min bikuje.” Emer Huso jî newêre rakeve, bi guman e, xwe bi xwe dibêje, “Heger ji bilî min ji malê yekî ew nas kiribe û wî bikuje, xelk ê nebêje bextê Emerê Huso tune ye, neyarê xwe di mala xwe de kuşt.” 
Bi vê metirsîyê li xwe dikin sibeh.
Sihehê jî ji mêvanê xwe re taştêyeke xweş û dewlemend çêdike, bi hev re taştêya xwe dixwin û radibin ser xwe.
Mêvan li hespê xwe siwar tê, Emerê Huso jî tifinga xwe diavêje milê xwe, rextên xwe li nava xwe dipêçe, li hespê xwe siwar tê û xwe dide tengala mêvanê xwe, mêvanê xwe digihîne sînorê gundê wî û li wir disekine û difitile ser mêvanê xwe:
-De here law, here, lê nebêje Emerê Huso nezan û kawik e, haa! Min tu nas kirî û dizanim tu qesasê birayê min î. Nedibû min di mala xwe min tu bikuştayî. Ez ne bêbext im, lê ji nuha pê ve li ku derê kêsê bi te xim, ez ê te bikujim. De oxir be ji te re.
Ku qesas digihêje gundê xwe, gundî lê kom dibin. Bi awayekî şaş û ecêbmayî dibêjin:
-Lo lawo, di wê serma û qefalîyê de tu çawa filitîyî? Me li cem xwe got nuha tu mirîyî.
Qesas, mîna xwîn ji rehên canê wî kişîyabe, ten lê spîçokî bûye.
Dibêje:
-Ez mirime law, ez mirime, bextê Emerê Huso ez kuştim! 
Û qala serpêhatîya xwe û Emerê Huso dike, dibêje:
-Hal û mesele ev e. 
Pismam dibêjin:
-Ê ka em çi bikin?
Dibêje:
-Ez ê kefenê xwe hildim, hûn ê jî çar pênc kes bi min re bên em ê herin nig Emerê Huso.
Wisa jî dikin. 
Çardeh metre kefen hildide bin çengê xwe, çar pênc pismamên xwe jî dide tengala xwe û lê dixin diherin gundê Emerê Huso.
Li ser kulavê Emerê Huso rûdine û dibêje:
-Ez ketim bextê te. Ev serê salekê ye ji te direvim, lê êdî bes e. Yan tu yê min efû bikî, bi pismaman re li hev bêyî yan jî tu yê min bikujî, xwîna min li te helal e.
Emerê Huso keserekê ji kûr dikişîne û li çavên qesasê birayê xwe dinere.
Dibêje:
-Here! Tu birayê min Nado yî û min tu efû kirî!

Gotina Dawî
Mixabin, em bi ber bayê dîn û îdeolojîyan ketin û em ji eşîrtî û esaleta xwe dûr ketin.

Gotina Herî Dawî
Spas ji bo keda Ayhan Erkmen.

kurd û kurdî

Jixwe dema meriv nexweş be, meriv ji ber ruhê xwe aciz e. 
De îja tew ku meriv nexweş be û bi ser de jî meriv li hin nexweşîyan rast bê!..
Hii ihii!
Wek hinekan ez nikarim politîk an jî oportunîst tev bigerim, mixabin.
Çawa ku dema kêfa min ji yekê re tê, ez di xwe de nahêlim û bi haweyekî digihînimê, her weha dema ku kêfa min ji yekî re neyê jî ez nikarim xwe li kerrî an kawikî deynim û bibêjim, “De guh medê lo, neyaran ji xwe re çêneke.”
Weleh heyran, 
ez ji bavê xwe bêminet im. Serê min jî tê de here, ez ê ji ya xwe daneyêm.
Doh, min serma girtîye, lê ne tenê serma, min pê jî girtîye, 
lew dema meriv nexweş be, lîbîdoya meriv jî ji meriv dixeyide û ferqa meriv û kerekî xesandî namîne.
Axir…
doh, him min serma û him jî min pê girtîye, di nav nivînan de, li ser piştê veketî me û li ser twîtterê rojevê dişopînim bê çi diqewime. Ji nişka ve ez li twîteke Kovan Baqî rast hatim; 
ê ma ne Newroz e jî û di rojên sembolîk de jî bivê nevê hewce ye nivîskar û hunermend jî xwe derxin pêş û çend gotinên sembolîk bikin:
Keça Newrozê porrê xwe ji ser çavên min da alî, gerstêrk ji çavên wê herikî çavên min û bi tillîka xwe lêvên min dirût:
-Çima tu dibê ez ne nivîskarekî kurd im?
-Ez newêrim bibim nivîskarekî kurd. Lewra kurd qet nizanin bitirsin û nivîskarên kurd qet nizanin wêrek bibin.”
De were safî bike!
Ka îja ez herim xwe biavêjim bextê kîjan feylesofan ku bê Kovanê dêrikî xwestîye ji me evdên kurdî re çi bibêje?
Feylesof û zimannas û zanayên vî zemanî, vîzyona wan têra rave û şîrovekirina felsefe û kûrzimanîya wî nake.
Xwezî min bikarîya bi haweyekî astral xwe bigîhanda Leonardo Da Vîncî, Kant, Spînoza anku Hegel û Nietzsche, lê ew hişmendîya kûrayîya rêbaza gera astralî jî bi min re tune ye, mixabin.
Îja ev kurm anku xwîy ji salên nodî tê. Di salên nodî de modeyek berbelav bû; 
ji nivîsên te çi qasî hindik bê fêhmkirin, berevacî vê yekî di çavê civakê de ew qasî tu pêşketî, zana, entelektuel î.
Lê hin entelkutilktuelên me, hewl didin bi vî haweyî xwe entelektuel nîşan bidin. 
Ev jî encama serdestîya kompleksan e û hemû kompleks jî ji kanîya zaroktîyê ber bi binhişîyê ve diherike, li wir kom dibe, 
loma jî, 
ji bo tedawîya kompleksan divê meriv ber bi zaroktîyê ve têkeve rêwîtîyeke kûr û dûr.
De rehma Xwedê li Sîgmund Freud be!
Axir…
De îja hay ji kompleksên xwe tune ne û radibin xwe di ser her kesî re dibînin, kesî jî naecibînin; xwedê giravî ew qasî kûr û felsefîk dinivîsînin, “civaka nezan” li ber nakeve, ji wan tê nagîhêje.
Bi serê te, Kovan!
Ez jî û yên wek min jî, baş dizanin bê tehma zeytûnên Dêrikê jî çawa ye û baş dizanin bê li ser axa Dêrikê, zimanekî çawa jî şîn û şên e,
lê tenê kêmanîyeke me heye, 
mixabin, em nikarin bi mentiqa gundîtîyê karê bajarvanîyê bikin.
Lê li min negire, H. Kovan Baqî, min ji bîr kir ez wê “H”yê li pêş navê te deynim. 
Ya rast ne ku min ji bîr kir, min nezanî ka ew “H” pêştîpa kîjan navî ye!
Homeros!
Heraklîtos!
Hayyam!
Heynder!
Hemîd!
Hesen!
An Hewas!
Axir…

Gotina Dawî
Hûn çi qasî zimên rep bikin, talîya talî hûn ê bi xwe herin li ser rûnin.

22 Mart 2025 Cumartesi

zaroktî û tehmên berê

Ku tarî diket erdê, yadê hêdî hêdî dest bi hazirîya sifreyê dikir; beroşa xwe ji ser êgir danîbû, li benda bavê min bû ku wî jî nimêja xwe xelas bikira.
Bavê min, heya nimêja xwe nekira li ser sifreyê rûnedinişt. 
Sifre li erdê, mesef û sênî û nan li ser, em zarok jî mîna pisîka çavbirçî ku dema kevanîya malê goşt hûr dike û ew jî nûrenûra wê, ji bo qetek goşt li dora wê dihere û tê, çavên me li ser sifreyê bûn.
Ku bavê min nimêja xwe diqedand, bi wî re me êrîşî ser sifreyê dikir, lê her tim li gorî qeydeyan…
Mesefa birincê li ser sifreyê, li dora mesefê sê çar sênîkên biçûk ên zeleteyê û miqilka ku goşt tê de li ber bavê min.
Ji bo neheqî çênebûya, bavê min bi destê xwe ew goşt li me parê dikir; lê ji ber delalîbûna min, carinan îtimazî dikir, bêyî ku kes bi xwe bihisanda, bi dizî qetek goştê din jî diavêt ber min û dema bi kêfxweşîya wê qeta goşt bi bişirîneke bextewar çavên min li çavên wî diketin, di bin simbêlan de dimizicî û lêvikên wî bi serbilindîya bavekî şanaz diricifîn.
Qetên goşt ên xweş, bi haweyekî adîlane li me parê dikir, dû re li gorî hejmara qetan her carê qetek diavêt ber me.
Ji yadê re her tim qorika mirîşkê û qûna wê diket. Heya dereng jî me digot qey yadê ji qûn û qorikê hez dike, lê ne weha bû, mixabin, yadê bi têrxwarinîya zarokên xwe têr dixwar, mesele ev bû; lê divê meriv bextê xwe neavêje, bavê min jî ne kêmî wê bû.
De îja destê me li wan qetên goşt nedigerîya ku em zû zû bixirpişin ser û bixwin. Ewil bi kevçîyan em diketin ser wê birincê yan jî savarê, me xwe nîvtêrî dikir, dû re bi bêhna fireh me dest bi xwarina goştê ber xwe dikir. Ji bo zû xelas nebûya, hêdî hêdî bi kubarî me dixwar. Rebenên pisîkan li ber derî nûrenûra wan bû ji bo kêlîyekê berî kêlîyekê ew hestîyên ser sifreyê biçûna ser sifreya wan.
Piştî şîvê, çay dihat vexwarin. Û piştî çayê jî dema xwarina fêkîyan…
Bavê min, serê sibehê radibû, heger bi şev yadê neketibûya himbêzê yan jî şeytan bi dorê neketibûya, radibû erebkî (ji stu jor) serê xwe dişuşt, yadê jê re du hêk diqelandin, hêkên xwe dixwarin û radibû bedlê xwe li xwe dikir û derdiket sûkê.
Li sûkê, berî dagerî qahweyê cem hevalan, ewil diçû du sê kîlo mendelî yan pirtiqal û du sê kîlo sêv dikirî, dibir datanî dikana Mehemê Osê û telefonî malê dikir, ji bo em zarok biçûna dikanê, me rahişta wan fêkîyan û bianîyana malê.
Wî zemanî jî axaftina bi telefonan bi destê her kesî nediket, mîna esrarê li her malê tune bû. Bavê min pêşengê merivên xwe bû û Mehemê Osê jî yeka wî nedikir dudu, qedrê wî digirt.
Axir…
ku dor dihat xwarina fêkîyan, mîna pisîkan me çavên xwe li kîsikên cem bavê min pîs dikirin.
Wek çawa li ser sifreyê bi heqane goşt li me parê dikir, ew fêkî jî bi wî haweyî li me parê dikir.
Ax zemano, ax! 
Erê wek îroj her tişt tune bû, lê tehm û ekla wê tunebûnê ji tehm û ekla vê hebûna îroj xweştir bû.
Carinan sêvek an pirtiqalek heya lambe vedimirî û em diketin nav nivînan jî di bin bahlîfa ber serê me de bû…


ji rojevê çend nûçeyên beloq

Fîrmaya siwêdîyan Volvoyê tira bi xweber dihere anku bêşofêr dihere îcad kir,
Siltanê me jî, li ser rêya Stenbol û Kurdistanê hîn û hîn bi kirîko û pimbê hewaya tekeran dadigire.
Û ciwamêr meha Remezanê jî fûl di ser re diqulipîne, tenê rojek jî rojîya wî lê nare.
Û anuha siwêdî bi nav lepên Siltan bikevin, di rêya cîhadê de ew ê bi tekerê tirê yê herî dagirtî di ser re derbas be, serî lê bike nanik û çend ayetan jî bi haweyê sloganîk biavêje.
Îja em hewl didin ji van qafgenîyan re Kurdistanekê çêkin.
Ka aqil!

Mêzînê şaş mekin!
Di têkilîyên meriv ên civakî, takekesî yan jî hîsî û evînî de bila mêzîna we xwar nebe.
Ne jî sînorê dil derkevin, ne jî ji sînorê mentiqî, lew dilê bê mentiq xwedîyê xwe rezîl dike, mentiqa bê dil jî xwedîyê xwe xemgîn dike.
Mêzînê şaş mekin!
Dilê xwe li mentiqê, mentiqê jî li dilê xwe bar bikin.

Vê govendê nîyha dê û maka me!
Çi aqilê di serî de hebû, hemû herikî qûnê û mixabin êdî em ne bi serî, bi qûnê difikirin û dipeyivin.
Zaroktîya min ne tê de, min xwe nas kirîye kêfa min ji rojên sembolîk re nayê;
lew rojên sembolîk her tim ji qûna tazî re bûye pîne 
û jixwe qûna tazî jî tembûrê dixwazî.

Asta herî bilind a sublîmînalîzmê û serok Devlet Bahçelî!
Min digot qey sublîmînalîzma serok Devlet Bahçelî tenê ji jimar û reqaman pêk tê, lê ciwamêr bi piştgirî û desteka qudretlî Ocalanûs, sînorê qudreta xwe firehtir kir û êdî em dikarin jê re bibêjin, “Qudretlî serok Devlet Bahçelî!”
Qudretlî Bahçelîyê ku vî zemanî bi tena serê xwe hew dikare here tuwaletê, berê xwe da Qendîlê û bi sê denga bang konseya serokatîyê kir.
Xidirelez!
Gulan!
Malazgîrt!
Û xwefeshkirin!

Gotina Dawî
Xwefeshkirin, diwedefiskirin e.
Û di termolojîya mirîşkan de, fiskirin, nîyhandin e. 
Dîk dixirpişe ser mirîşkê û pê de fis dike.
De ku we xwe fesh kir, ji bo helalkirinê em ê bi satil û meteran avê bikişînin çîyê!..



21 Mart 2025 Cuma

çalakî malakî îmamoglî pê girtî

Dibêjin, kûçik goştê kûçik naxwe, lê nizanim, em ê bi hev re bibînin.
Piştî bi salan, kurdkokenlîyên kemalîst ne tê de, kurd li malên xwe rûniştine, li pevçûna nekurdan temaşe û guhdarî dikin, mîna ji xwe re li fîlmekî binerin.
Hewceyî romantîzmeke xav nake, doh kurd bi tena serê xwe bûn, hûn giş bûn, îroj heger hûn şûna nigê xwe bibînin, dîsa kurd ê bi tena serê xwe bin û hûn ê giş bin.
Li derve hewa sar e, li hundir li ber petekan anku li ber tîna agirê sobeyan nigên xwe radin, straneke Miradê Kinê biavêjin ser teybê (bêguman teyb êdî demode ne) we fêhm kir jixwe bê ez qala çi dikim û kêfa belek bikin.

sînemê sînemê sitara rebbê alemê
hiş û aqlê min li cemê wê êvara çarşemê
wê êvara sêşemê, ji min re kul û derd û xemê

Reîz, rêya ber nigên xwe ji keleman paqij dike û bi haweyekî bixwebawer ber bi nemirbûnê ve dimeşe.
Bêguman…
çawa di serdema osmanîyan de tirk teres bûn û qedrê wan bi qasî qedrê mêşekê tune bû, Reîz jî bi heman terz û stratejîyê hewl dide tirkan li mêşbûna wan vegerîne.
Û dê vegerîne jî.
Liberxwedana Reîs pîroz dikim û bi dil û can piştgirîya vê meşa pîroz dikim.

Gotina Dawî
Di rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê de,
serokê sererd û binerd out!
Serokê erd û ezmên Reîz în!

Gotina Herî Dawî
Ji qewla pêşîyên me,
aş çûye, hûn rabûne ketine pey çeqeçeqokê.
Tew û “Wey tîttt” ji qewla Salihbezo!

20 Mart 2025 Perşembe

çetilxêr

Ez di Rebê Ekrem Îmamoglû nim!
Înternet bûye wek quzê kerê, ji qewla xanimekê ku ez bi xwe jî nizanim bê ev xanim çi ji min dixwaze!
Lê balkêş e,
ji hêla zimên ve min xwedî û kedî dike;
min xwedî dike, lew ew zaroktîya min a kurdserserî ye,
ew min kedî dike, lew bûye xwedîyê wê bedena ji mêj de beyar û av dide.
Axir…
di vê rewşa min a belawela ku ev îroj du roj in tu yê sûnd bixwî deh jinan di nav merşan de ez bi şûnikan di ber hev de kuta me;
haa…
bêlobe be, ev kutan ne kutana torîyan e, dû re tiştinan bi min ve nezeliqînin.
Îroj, min telefonî pismamekî xwe kir, navê wî Evdirehman e, lê mîna serokê sererd û binerd em jê re nabêjin “Apo” ew tenê Evdo ye.
Agir bi mala nezanî û xizanîyê bikeve! Wextê meriv kêm be, navê meriv jî kêm e.
Erê, min got, “Pismam, çi heye çi tune ye?”
Li ber televîzyonê rûniştibû, li nûçeyan guhdarî dikir. 
Got, “Devliken, baqil be û bêvila xwe nexe nav şerê kûçikan!”
Min got, “Kûçik!”
Got, “Şerê Reîz û Îmamoglû lo!”
Heyran, Evdoyê me yê zpolitîk jî fêhm kirîye û dizane mesele çi ye, lê van mirîdan fêhm nekirin û wer xuya ye dê nekin jî.

Gotina Dawî
Bijî Reîz✌️

18 Mart 2025 Salı

tablo ji me re çi dibêje

Nizamettîn Ariç ji nişka ve rabû ser xwe, çû li ber tualê sekinî û kûr û dûr çû…
Bi şev xewnek dîtibû û wê xewnê şev lê herimandibû.
Çar pênc deqeyan li ber tualê sekinî, sekinî lê ew hêz û xeyal û afirînerî di xwe de nedît ku firçeyê li ser tualê bigerîne.
Kêmasîyek hebû, lê çi bû ew kêmasî?
Destên xwe dan pişt qûna xwe, serî di ber de, çû û hat, çû û hat û ji nişka ve zingînî ji serî hat. Destê xwe da ser serê xwe û bi haweyekî mizawirî di bin simbêlan de kenîya. 
Xwe bi xwe got, “Fotor!” û li xwe zîvirî, berê xwe da dolaba xwe ya kincan, fotorê xwe derxist, da serê xwe û dîsa li xwe fitilî, ber bi tuala xwe ve meşîya. 
Hat li ber tualê sekinî û dest bi çêkirina tabloya xwe kir…
Di tabloyê de serokê sererd û binerd bermeqlûb çêkir. 
Her weha keweke gozel, ew jî bermeqlûb çêkir û çend îmgeyên din…
lê ya herî balkêş piştî tablo qedîya, dema meriv bi tevayî li tabloyê dinerî, kundekî xwe li çavên meriv diqewimand.
Hunermend, bi çend îmge û metaforan bi haweyekî sublîmînal xwestibû trajedîya kurdan raxe pêş çavên me.
Apo bermeqlûb e, lê di esasê xwe de, Apo kurd bermeqlûb kirin.
Kewa gozel nîşane û sembola xayîntîyê ye û bi bermeqlûbûna kewa gozel, xayîntî jî bermeqlûb bûye û êdî kurd bi wê xayîntîyê hisîyane.
Û bi tevayî wêne 
anku kund!
Kund jî nîşane û sembola hilweşandinê ye. Mixabin, 
Apo û zîhnîyeta Apo, Kurdistan kir kavil, xirbe û xerabe, kevir li ser kevir nehişt!..
Nizamettîn Ariç hunermendekî naskirî ye û bi vê helwesta xwe ji hunermend û nivîskar û rewşenbîr û sîyasetvanên ji sîya xwe ditirsin û xwe ne ji dêrê ne jî ji mizgeftê dikin re got, 
“METIRSIN!”
Êdî tav dide qûnê û qûn tazî ye, bi çavên xwe re nexeyidin, ziq lê binerin!
Lê mixabin,
hîn jî hin xwelîser newêrin li wê qûnê binerin û xwe li teresîyê datînin.
Piştî vê bûyerê, mirîd dîn û gêj û har bûne, êrîşî Nizamettîn Ariç dikin, lê çend kes ne tê de, pirê hunermend û nivîskar û sîyasetvanan bêdeng in, lewra him ji dêrê diçêrin, him jî ji mizgeftê.
Axir…
Ji tirsê netirsin!

Got:
-Xwedê meriv ji zimanê te bisitirîne. Tu berê qibleyê li meriv şaş dikî. Bi şev meriv di himbêza mêrê xwe de be, ku tu têyî bîra meriv, mîna kurmekî tu mejîyê meriv dikurimînî! Mêrê meriv li ber çavê meriv dibe kerekî dera han.
Min got:
-De îja tew ku ew ziman li ser sîng û berên te bisûrike mîna marekî teyar…

Gotina Dawî
Kurdistan, dê bi tirsê azad nebe, 
lê tirs ê jî nekarî bibe asteng ji azadîya Kurdistanê re!

Gotina Herî Dawî
Binhişîya xwe ji tirsê rizgar bikin!

16 Mart 2025 Pazar

potansîyel

Çendî vê zîhnîyeta teres mejî li kurdan kirîye çeqilmast jî, nivşek heye ku tu carî ji kurdbûna xwe paş ve gav navêje.
Balkêş e, 
berê, kurd wek cinê ji hesin ditirse ji kurdbûna xwe ditirsîyan, 
îroj, çendî bi destê dewletê û sîyaseta rezîl a kurdan pirê kurdan ji kurdîtîya xwe dûr ketibin jî, zarokên wan dê û bavan ên li metropolan mezin bûne û bi kurdî nizanin, wek bav û kalên xwe serê xwe natewînin;
destê xwe li sînga xwe dixin û dibêjin, “Ez kurd im” û balkêş e, bi serbilindî…
Îja heyran,
divê ev kurdên me yên ku xwe wek rewşenbîr dixin çavê civakê, bi ruhekî derwêşî hewl bidin kurdîtîyê li nav vî nivşî bireşînin.
Ji dêvla enerjîya xwe li wê sîyaseta bêkêr xerc dikin, divê bi rê û rêbazên aktivîstî civakê li kurdîtîyê vegerînin.
Ji ber ku,
bi rê û rêbazên vê zîhnîyetê hûn rabin muxalefetê bi vê zîhnîyetê re bikin, piştî demekê hûn ê jî bibin perçeyeke ji vê zîhnîyetê.
Axir…

Gotina Dawî
Xwe bikin qurbana vê potansîyelê û nehêlin ev potansîyel bi erdê de here.

14 Mart 2025 Cuma

madalyona tirkperestîyê

Di esasê xwe de Selahattîn Demîrtaş rast dibêje; ji kurdên kurdkokenlî yên asîmile bûne û zimanê xwe ji bîr kirine û bi zimanê tirkî difikirin, dipeyivin, dixwînin, dinivîsînin, digirîn, dikenin, bi kurd û kurdîya kurmancî, ji kurdên kurdkokenlî yên bi tirkî dijîn re dibêje, “Bi qasî tirkekî hûn tirk in û bi qasî tirkekî hûn jî xwedîyê Tirkîyeyê ne.”
Jixwe berevacî vê gotinê rabe tiştekî bibêje, dê bi xwe re têkeve nav nakokîyê;
lew ew bi xwe jî bi qasî tirkekî tirk e û bi qasî tirkekî xwedîyê Tirkîyeyê ye.
Haa! 
Belkî jî em lê neheq bin, ji ber ku ev serê heft salan e di wê zindanê de ye û zîhnîyeta ku diparêze jî bi qasî misqalekê hewl nade ne rewşa wî ne jî rewşa kurdan normalîze bike,
loma jî û bi îhtimaleke xurt, di zindanê de dema tenêtî û bêxwedîtî mîna kabûsekî dixirpişe ser dilê wî, ev biwêja xwelîserîk tê xwe li nav pêlên mejîyê wî diqewimîne:
“Qûna tazî tembûrê dixwazî!”
Axir…
Girêdayî vê mijarê, Rasîm Ozan Kutahyali jî li ser kurdên kurdkokenlî yên tirkîyeyîperest tehlîleke hêja kirîye.
Rasîm Ozan Kutahyali, hûn jê hez bikin/nekin ew tiştekî din e, lê gotina wî ya ji bo kurdkokenlîyan hêjayî pesindayinê ye.
Ciwamêr dibêje, “Ez li xwe danînim bi kurdên asîmilebûyî re rûnim, wan wek muxatab qebûl bikim, muxatabê min kurdên hur û resen in.”
Êêê!..
Ku tirkên tirk ji kurdên xwefiroş re bibêjin, “Bêxîret” û hîn jî pozê van bêxîretan neşewite, êdî divê meriv qelemekê li ser navê wan bixe û hew hesabê wan bike,
lewra ne di çavê efendîyên xwe de qîmetê wan heye, ne jî divê em qîmet bidin wan.
Axir…

Gotina Dawî
Ji hêlekê ve Abdullah Ocalan, ji hêlekê ve Selahattîn Demîrtaş, ka bê madalyona tirkperestîyê dibe qismetê kê ji wan?

13 Mart 2025 Perşembe

keskê û azadî

Min got, “Keskê, ka mijara îşev a blogê tu dîyar bikî!”
Kêlîyekê sekinî, bêdeng ma. Dû re wek ku neket serê wê, kenîya û emojîyek ji min re şand; emojîya kalekî serîbiegal, di bin egala wî de jî çefîyeke sorbelek. 
Ji emojîyê dîyar e kalo serê govendê dikişîne û serê xwe xweş dihejîne, zalimo.
Min got, “Ev kalê sergovend mêrê pîrka te ye?”
Dîsa kenîya, lê vê carê min fiqurîyek jî hîs kir ji kenê wê.
Got, “Xwezî! Min ê ji xwe re bi wî kêf bikira!..”
Lê di esasê xwe de,
de ka îja bi hemd bû yan bêhemd bû, Keskê bal kişand ser mijareke kûr û balkêş.
Kêf, zewq û bextewarî…
Ji mêj de ye ji me dûr in!
Yanî Keskê wek kesayet, perçeyek ji wî keskê alaya welatê xwe ya neazad e 
û bi wê neazadîyê bi hesreta kêf û zewq û bextewarêyê ye.
Û mixabin, 
ku meriv ne pûşt û bêkesayet be, meriv nekarî guh mede azadîya welatê xwe û di bin kirasê azadîyeke xav de lotikan biavêje.
Binhişîya Keskê vedirişe; bi qasî axa welatê xwe bi hesreta azadîyê dijî, Keskê.
Û baş dizane, azadîya welatê wê yê wê jî azad bike.
lew xîretkêş û xemxwira axa xwe ye, Keskê.
Ka îja Keskê mijara îşev dîyar kir an Keskê bi xwe bû mijar, nizanim, 
lê her çi be…
Keskê mijar dîyar kir û mijar jî veguherî, bû Keskê!..

Ji bo nivîskar û hunermendan, konforeke bêked, piştî demekê karekterê qûnde dike. 
Ruhekî xayîn li karekterê bar dike ku ew ruh bi dek û dolab, bi şinekî û şelafîyan êdî tenê ji wê konfora xwe ya sexte re parêzvanîyê dike.
Loma jî…
divê nivîskar û hunermend sêwî bin;
bê Xweda û bê xwedî bin anku pişta xwe nedin partî, rêxistin an jî sazîyekê.
Heger na…
bandora huner û xebatên wan ê bi qasî bandora masturbasyonekê be.
Û jixwe ji mêj de ye civak tenê li pey masturbasyonîstan bi xwe xweş tîne,
mixabin.

Gotina Dawî
Keskê, pîne ye li ser kirasê azadîyê!..


dîzaynkirina herêmê

Piştî vê peymana ku di navbera Mazlûm Evdî û Colanî de hat îmzekirin, çima hin heval wek serketina Tirkîyeyê dibînin/dinirxînin, bi rastî jî fêhm nakim;
fêhm nakim, ji ber ku mesele ew ew qasî ne hêsan e.
Heyran, erê, temam, bêguman Tirkîye jî li ber xwe dide û xwe li erdê dixe, lê ne bi vê xezebê!
Tirkîyeyê li ber çavê me zêde mezin nekin; talîya talî ji bo Amerîkayê kurd û ereb çi bin, tirk jî ew in, 
loma jî…
rola Erdogan ne zêdeyî rola Mazlûm û Colanî ye; hemû jî ji projeya mezin re xizmetê dikin û hûn sax!!

Gotina Dawî
Em bi hev re namirin, lê em ê bi hev re bibînin, çi li ser axê çi di bin axê de, Kurdistan ê şax bide li her çar perçeyan!..

11 Mart 2025 Salı

rojev disincire

Li rojavayê welêt çi diqewime?
Wêneyê doh ê Mazlûm Evdî û Colanî yê ku bi rêya çapemenîyê gîhaşt ber destê me, ji me re çi dibêje?
Bêguman bandoreke mezin li herêmê kir; hişt ku her kes li gorî xwe peyamekê jê derxe; wer jî bû, ji her serîyekî dengek derket.
Tew ew romantîzma nivîskar û nîvzanayên me yên ku salê carekê nigên wan bi axa welêt nabin!
Axx ax!
Îja wextê meriv ji mentiqê dûr be û tenê bi hestên popolîst rabe ego û narsîzma xwe biçêrîne, meriv jî dibe kerekî dunig, mixabin.
Piştî wêneyê Mazlûm Evdî û Colanî belav bû, li ser medyaya sosyal nivîskar û nîvzanayên me agir bi herîyê xistin. 
Bûn du tîş…
Hin ji wan, 
bi serxweşîya serketinekê tev digerin û vê serketinê dibin bi zanîn û pêşdîtin û vîzyona Mazlûm Evdî ve girê didin, lê di esasê xwe de Mazlûm Evdî jî wek berdevkê Ocalan dibînin;
hin ji wan jî, 
ji vî wêneyî teslîmîyetekê derdixin û bi tevayî Amerîkayê datînin derveyî vê projeyê û hesabê wê nakin. 
Bi gotineke din, Amerîkayê dişînin ber ker û golikan; jixwe Amerîka her tim li ser serê ker û golikan e,
yan na ker û golik ê di me nin!
 Axir, dîsa li gorî zanîn û tecrûbeyên xwe, ez mejîyê xwe li bêjingê xim û di çarçoveya mentiqê de bibêjim, em kurd hîn nebûne pisporê sîyaset û dîplomasîyê; 
erê belkî ji çavan dûr hin kes li ser hin tiştan di nav hin têkilîyan de ne, lê ew bi xwe jî bi aqilê xwe nakin, bi aqilekî protez dimeşin.
Haa! Ez vê jî bibêjim…
Du cure aqil hene; 
Aqilê protez ê erênî (Amerîka/Israîl) û aqilê protez ê neyînî (Tirkîye/Îran) û em kurd di navbera her du aqilan de li xwe digerin. 
Ez serî li we nekim tara bêjingê û mijar û meseleyan li bin guhên hev nexim ku jixwe aqilê protez malik li we xera kirîye, ez jî xerabtir nekim.
Wek min got, 
em kurd hîn fêrî sîyaset û dîplomasîyê nebûne, loma jî di rewşeke weha hesas û giran de mentiq dibêje nabe meriv rişmê têxe destê kurdan. 
Heger bi vê nezanîn û xwenezanînê rişm têkeve destê kurdan, kurd ê hebûna xwe bi hêsanî bike qurbana îdeolojî û dînan.
Û dîsa mentiq dibêje, 
Amerîka ne zarok e, rabe vê zir projeya ku xwîn û petrol wek hev herikîne/diherikin, ji fantezîstan re bihêle.
Ne Mazlûm Evdî li ber tiştekî ye, ne jî Colanî li ber tiştekî ye; 
heger Amerîka bixwaze, anuha dikare her duyan jî bike şivan, ji wan her yekî re kerîyekî pez bikire û berê wan bide zozanên Serhedê, heya heyayê li wir şivantîyê bikin.
Proje mezin e û kurd jî perçeyê herî mezin ên vê projeyê ne, 
lê belê…
heya ev proje bi ser nekeve, Amerîka nikare vê projeyê bi destê kurdan de berde, 
ji ber ku hîn bi tevayî kurd nebûne xwedîyê aqilê xwe, aqilê wan di bin kontrola aqilê protez de ye, lê aqilê protez ê din (Amerîka/Israîl) hewl dide vî aqilê dijkurd bikuje.
Û ew ê bikuje jî!..

Gotina Dawî
Bi kin û kurdîya kurmancî,
Li vê herêmê kî bi kê re rûnişt, xwe aciz nekin, lewra her tişt ê wek Xweda bibe.
Û Xwedayê min mentiq, Xwedayê vê erdê jî Amerîka ye!
Sedeqalahulhêz!


10 Mart 2025 Pazartesi

çend gotinên neînsanî

Hêvî dişibe çêlkeweke nûbifirêketî.
Tu ber bi wê ve diçî, 
destê xwe dirêjî wê dikî 
ku tu dibêjî min ew girt, 
ji nişka ve ji nav destên te difire û dihere 
dehgavekî ji te wê de xwe li cîhekî din datîne.
Careke din… 
careke din… 
careke din…
Lê her bi vî awayî ji nav destên te difire 
û tu jî dimînî 
tenê li pey wê dinerî.
Zemanê xwe bi hêvîyên xapînok nebihurînin 
an na…
hûn ê li pey zemên stuxwar bimînin.
Bi kin û kurmancîya şêrîn,
hêvî mîna pençeşêreke pênehisîyayî ye; 
hêdî hêdî te nêzîkî mirinê dike.

Heger hûn ê nekarî bê Xweda bijîn 
û ilhez hûn ê ji xwe re Xwedayekî çêkin, 
ji mentiqê çêtir tune ye.
Mentiq ê bikin Xweda 
û destên xwe li ber vegirin, 
îbadeta we yê badilhewa bi erdê de nere; 
lew…
heger soza bihuşteke xapînok nede we jî, 
qe nebe 
hûn ê ronî û tarîyê, rastî û çewtîyê, duristî û durûtîyê, başî û xerabîyê ji hev derxin.

Gotina Dawî
Însên şîrê ter xwarîye; loma jî her xav in!..

senaryo

Ka îşev heqê xwe li min helal bikin, ez nenivîsînim; ya rast tişt jî nayê hişê min.
Nizanim piçekî nexweş im, fişefişa pozê min e û hey dipişkim.
Ez şîratan li derdora xwe dikim, lê şîretên ez li derdora xwe dikim, ez bi xwe naynim cîh.
Jixwe dema meriv ji demsalekê derbasî demsalekê dibe, ji nişka ve guherîna hewê meriv dixapîne. 
Bawer im li min jî wer hat, bihara xapînok ez xapandim, mixabin.
Axir…
Ez rabim li ser vê sermagirtinê qedeheke dudu bîra vexwim. 
Yan ez ê bi serxweşîyê vê nexweşîyê bikujim
yan jî ez ê pê bigirim û bernedim û nexweştir bikevim.
Îroj min hay ji rojevê jî tune ye.
Kê kir kê, nizanim!
Danûstendinên Îmralîyê û danûstendinê Devlet Bahçelî li hev rûneniştin;
yan jî hesabê malê û sûkê li hev dernakeve.
Îmralî bi nigekî lê dixe, dewlet û Devlet Bahçelî bi nigekî lê dixin, 
kurd jî dunig lê dixin…
Wer xuyaye senarîst ê senaryoya xwe ji nû ve biguhere û hin fîguranên din lê zêde bike, wekî din ne mimkun e ji vê senaryoyê fîlmekî xweş derkeve.

Gotina Dawî
Heger ne fen e, ev çi ben e, lê xwedîyê ben jî li ser ben e!..

8 Mart 2025 Cumartesi

jin jîyan azadî

Ka îşev ez çi binivîsînim?
Li ser sîyasetê binivîsînim?
Li ser edebîyatê?
Li ser huner an sînemayê?
Li ser mîzah an erotîzmê?
Yan li ser civak û fesadî û felsefeyê binivîsînim?
Fesadî û felsefe!..
Hêvî dikim seyda Alî Gurdîlî yê vê nivîsê nexwîne yan na ez ê pê bigirim.
Lê heyran…
ma çi ferqa civatên pîrekên me yên li ser tenûran digerin, ji civatên Engels û Marx, ji civatên Şems û Mewlana, ji civatên Hayyam û Nîzamulmulk, ji civatên Platon û Arîsto heye?
Erê, fesadî û paşgotinî jî heye, lê têra xwe li ser mijar û meseleyên civakî jî dipeyivin. 
Û carinan bêhemdê xwe, xwe li nav felsefeyê jî diqewimînin.
Li dora wê tenûrê, li ser mentiq û bêmentiqîyê tez û antîtezan li hevîr bar dikin û wî hevîrî diavêjin bextê êgir; 
agir jî bi wê germayîya xwe ya henûn ji wî hevîrî Xwedê anku nan diafirîne.
Û strana Necmedîn Xulamî ya bi navê “Nan” ket bîra min.
Axx ax!
“henayekim tengaw ekat,
 tîn û gerûm
 hey dad hey dad
 hey dad hey dad
 lem bazare bê ruhme da
 jiyan herzantir e le nan
 lem bazare bê ruhme da
 jiyan herzantir e le nan”
Axir…
nizanim, lê ji rojevê dûr hema li ser çi be, dibe.
Yan jî…
dikarim vê rojê şermezar anku protesto bikim û îşev hîç nenivîsînim jî, 
lê nabe. 
Pêwîst e kin dirêj, çê xerab li ser tiştekî binivîsînim; him ji bo kela dilê xwe birijînim, him jî çend şopînerên min ên durist û dilsoz hene, qe nebe divê qedrê wan bigirim û ji bo wan çend gotin an hevokan binivîsînim.
Dîsa axir…
Çaya min li ber min e, li maça Lîverpoolê dinerim. 
Ka bila maç biqede bê çi diqewime, li gorî derûnîya xwe ez ê li ser mijarekê hûr bibim; 
lê heger Lîverpool têk biçe, ez ê kerba Lîverpoolê ji we derxim, dû re bila kes dilê xwe negire, lew ez alîgirekî tîma Lîverpoolê me.

-Ho xalo!
-Kerem bike, berxê xalo!
-Ma ne îroj 8ê Adarê roja jinên kedkar ên cîhanî ye. Ka ji bo keda xalojna min a bi salan te îroj çi dîyarî jê re kirî?
-Yanî tu nizanî ez ê çi dîyarî xalojna te bikim?
-Na weleh ez nizanim. Ma min ji tilîya xwe bêhn nekirîye!
-Li ser şerefa îroj ez ê ji xalojna te re kîrekî lastîkî bikirim û îşev bila xalojna te wî kîrî bi ber xwe ve bike û heya destê sibehê bi haweyekî sadîstî wî kîrî têxe min û derxe, têxe min û derxe. Ma sal duwazdeh meh ez dinim wê, îşev jî bila ew di min ne û dilê xwe li min rehet bike û tu sax!
-Na weleh xalo, rewşa te ne baş xuyaye. Hevdîtinên Îmralîyê derûnîya te jî têk birîye.

Gotina Dawî
Jin jîyan azadî!

7 Mart 2025 Cuma

çend hevokên çeqilmastî

Kesên ku bi eslê xwe kurd in;
her kî ji ziman û edebîyat û hunera dagirkerên xwe re xizmetê bike, 
mêr be, divê bê xesandin, 
jin be, divê ser pişta quzê wê bê daxkirin!
Sedeqelahulez!

Di daxuyanîya Erdogan a ku kurd û tirkan ber bi tifaqekê ve dikişîne de her weha peyameke sergirtî anku sublîmînal jî heye.
Dibêje çi Reîzê me?
Dibêje, “Wek nevîyên Siltan Alparslan û nevîyên Selahadînê Eyûbî (Kurdî) mil bi mil, dil bi dil bi hev re em ê nehêlin sîyonîst li ser axa me emelîyatan anku operasyonan çêkin.”
Bi kin û kurdîya kurmancî, dixwaze ji qafkerên tirk ên dîroknezan re bibêje Selahadîn kurd lawê kurdan e û bes xwe bihetikînin.
Lê di eslê xwe de,
selçûkî jî ne tirk in jixwe, çendî di hin berhemên dîrokî de wek tirk hatibin nivîsandin jî.
Axir…

Carinan ez dibînim,
hin nivîskar û rewşenbîrên me yên qaşo xema kurdîtîyê dixwin, li ser tora civakî anku medyaya sosyal hewl didin bi rêya peyamên sergirtî/sublîmînal, rewşê tehlîl û analîz bikin,
lê mixabin,
piştî demekê dema li wan peyamên xwe vedigerin, ew bi xwe jî tênagihêjin bê qala çi kirine!
Axir…
ku wêrekî li karakterê bar nebûbe, karekter jî tenê ji qûnekên xwenenas re xizmetê dike.
Îja radibin vê qebheta xwe jî bera stuyê biwêja reben didin.
“Dîwaro min ji te re got, bûkê tu fêhm bikî.”
Lê mixabin,
êdî ne kurd pişta xwe didin wî dîwarî, ne jî bûkên me wek berê bi kurdî dizanin!..
Anku…
bûk û dîwar hew ji zimanê hev fêhm dikin.

Got,
-Destmêja meriv bi xwêdana tenê yarê dişikê, seyda?
Seyda, serê xwe ber jor ve rakir, çavên xwe girtin û şeva çûyîn anî bîra xwe.
Got,
“Bi qasî ez dizanim, meriv bi wê xwêdanê pîrozwer dibe…”

Û ez nivîsa îşev bi sîyasetê biqedînim.
Operasyona li ser dilê Sûrîyeyê nû dest pê dike; 
mejî yê bi hêlekê ve bipengize, dil ê bi hêlekê ve bipengize, bedena pûç û vala jî bi hêlekê ve…
Û bedena vikîvala, li kesên bêmejî pîroz be!

Gotina Dawî
Kurdî yê nehêle kurd bimirin, heger kurd bibin kurm jî!

6 Mart 2025 Perşembe

rojî û remezan

Êdî tehm di henekên rojîyê de nemaye.
Her sal eynê kes, eynê henek…
Vekirina fitarê,
sifreya dewlemend ku tu nizanî tu yê ji kîjan sênîkê dest pê bikî,
pêçandina cixareyan,
û gelek tiştên din ên fehş!..
Axir,
her tişt li hêlekê, ev kîrquzdêyên daholvanan, ez ê bibêjim min ji dîn û îmanê derdixin, lê ew jî bi min re tune ne, mixabin.
Hey kîrquzdêno!
Ez bi xwe rojîyê nagirim û jixwe ji navê Remezan jî hez nakim. 
Û heya nuha min çi qas Remezan nas kirine, yek ji yekî kîrquzdêtir derketîye.
Îja heyran,
ez ne misilman im û rojîyê jî nagirim 
û jixwe bi şev dixwînim, dinivîsînim, li fîlman dinerim.
Seeta ku ez ê xatir ji şevê bixwazim û herim rakevim jî, ev kîrquzdê yê rabin dest bi gumîn û himînê bikin.
Gum û gum, gum û gum…
De îja wek însên miqam jî tune ye; gum û hey gum!..
Bi hêvîya welatekî bê dîn û dîndar…

Rebenek jî…
ev serê mehekê ye masî kirîye, ew masî xistîye cemedokê û hewar hewara wê ye, dişîne pey min, da ku ez herim û em bi hev re li ser wê sifreyê rûnin, masîyê xwe bixwin, araqa xwe vexwin û civatekê bigerînin,
lê ez bi xwe re nabînim û ya rast dilê min jî zêde tune ye. 
Carinan divê meriv bibêje berê çû ji berê re, ji qewla pêşîyan.
Û ez ranebûm û ez ê ranebim!
“weleh govend ranabe, 
bileh govend ranabe
xelîl mêrê xerab e, 
rûniştîye ranabe”
Bêguman, ev bixwerenedîbûnî jî ne belasebeb e; hin kes an hin hest nahêlin.
Axir…

Gotina Dawî
Xwedê ji Xwedê ne razî be ku rişma me dixe destê ehmeqan!

5 Mart 2025 Çarşamba

çend gotinên nefeylesofane

Enerjîya me di me de hilnayê û em wê enerjîyê tenê li tiştên bêkêr xerc dikin, mixabin.

Eşq/evîn jî cureyeke koletîyê ye; azadîya meriv baskokirî dike.

Bedewiya hin jinan, zêdeyî hostayîya Xwedê ye.

Hin jin bi memikên xwe, hin jin bi qûna xwe, hin jin bi bejn û bala xwe, hin jin jî bi aqilê xwe balê dikişînin ser xwe, lê heger hûn ji min bipirsin, ez heyranê wê jinê me ku di nav nivînan de bibe qehpikeke bêar.

Hin kevanî di nebûnê de sifreya Brahîm Xelîl hazir dikin û datînin ber meriv, hin kevanî jî di hebûnê de li xwe diheyirin bê çi çêkin.

Wêrekîya herî mezin duristbûn e û pirê kesan ditirsin ku durist bin.

Bixwebawerî xweş e, lê hewce ye bin meriv ne vala be.

Kurdistan, zir goristanek e ji jinên nebextewar re.

Sermîyanê te karektera te ye, heger te xwe lê bar kiribe.

Bi bêarîya pinpinîkekê li jîyanê binerin, lê wek pinpinîkê nerin xwe li ser her gûyî daneynin.

Her çi be, heger hûn bi dilê xwe bikin, ne guneh e, ne jî qebhet e, berevacî her çi be, heger hûn bê dilê xwe bikin, him guneh e, him jî qebhet e.

Ji ber ku tu nebûyî însan, tu diçî xwe disipêrî dîn û xwe diavêjî bextê terîqatan; ji ber ku tu nebûyî xwe, tu diçî dibî mirîdê narsîst û megaloman û nîvxwedayan.

Dê û bavên zêde hestîyar, bi hezkirin û hesasîyeta xwe zarokên xwe baskokirî dikin. Û ew zarokên baskokirî jî nikarin bilind bifirin, lew fir jî cureyeke azadîyê ye. Azadîya zarokên xwe baskokirî nekin.

Gotina Dawî
Ziman av e, tu jî masî!..


4 Mart 2025 Salı

kurd û sîyaseta bêaqilan

Nizanim dîsa serî li min bûye tara bêjingê, gêjomojo dibim.
Ez hew di ber rojevê re digihêjim, mîratê seet bi seet diguhere; hîn meseleyek neqedîyaye yek din dest pê dike.
Carinan mijarek tune ye ez li ser binivîsînim, carinan jî wek nuha, ez nizanim ez ê li ser kîjanê binivîsînim û kîjanê taloq bikim.
Axir…
ya baş ew e hindik hindik ez li ser gişan binivîsînim, wekî din ne ehlaqî ye ez rabim mijarekê di ser mijarekê re bigirim.
Ez ê îroj bi hesasîyeta rojnamevanekî rojevê binirxînim û hêla xwe ya edebî û hunerî taloq bikim.
Yaw min got rojnamevan, ji mêj de ye bêhn û berateya Salihê Kevirbirî nayê. Ka bê nuha dîsa bi dora kîjan kurdê qafkasyayî ketîye.
De rebeno ew jî bi vî awayî diçêre!..
-Meriv kîjan kevirî radike, Sirri Sureyya ji bin derdikeve; tilîya wî di her qulê de ye.
Doh li Îmralîyê lotik diavêt, îroj li cem Selahattîn Demîrtaş xuya bû û bi rêya wêneyekî ji raya giştî re got “roj baş” 
-Her weha Sirri Sureyya di televîzyoneke tirkofaşîst de, li hundirê çavên kurdên ku zarokên wan xwedê giravî di ber serxwebûn û azadîya Kurdistanê de mirine, nerî û got, “Em ê nehêlin ev dewlet perçe bibe û em nahêlin!”
-Devlet Bahçelî li ber dilê DEMîyan şêrîn bûye. Her yek ji hêla xwe ve pesnê wî dide.
Mîna Sirri ew jî mîna xilt e, ji her qulê derdikeve; geh silavan ji Îmralîyê re dişîne, geh silavan ji Edîrneyê re dişîne, geh jî silavan ji Qesra Qenco re…
-Sirri û Pervîn hazirîya xwe dikin ji bo çûna rojavayê welêt. Ka bê îja bi çi reng xalîçe li ber nigên wan raxin?
Bi min ne hewce ye xalîçeya sor, ji ber ku ew ax jixwe bi xwînê sor e.
-Salih Muslîm dibêje, “PKK PKK ye, PYD jî PYD ye. Muxatabê PKKê Enqere ye, muxatabê PYDê jî Şam e, lê bijî serok Evdela Ocalan!”
-Ocalanûs bi paradîgmayeke nû wate û mîsyoneke nû li sosyalîzmê bar kir. 
Sosyalîstên mîna CHE out!
Sosyalîstên mîna Bahçelî în!
-Û ji entelektuel û rewşenbîran re têgeheke nû ket rojevê: 
Kulturalîzm û Kulturalîst!
Berçem berçem diçûme, benîştê xwe dicûme!..

Gotina Dawî
Û kurd ji mirinê biçûktir in!..


3 Mart 2025 Pazartesi

rojeva pînekirî

Em ne oportunîst in, tenê rûtîna me ev e, heyran, 
lê mixabin…
hin kes hene ku meriv dikare ji wan re bibêje nivîskar, rewşenbîr, sîyasetvan, mîna rêvî ne, tenê xwe li gorî rewşê tev didin; kurdbûn anku kurdîbûna wan bi guherînên rojevê yên demkî dîzayn dibe.
Wê rojê,
heger rewşa kurdan anku kurdîtîyê populer be, ew jî radibin li ser kurdîtîyê, li gorî ruhê wê rojê ku li gorî wan rexne û tehlîl in, çend hevokan dinivîsînin û dibêjin.
Wê rojê,
heger kurdîtî ne di rojevê de be, mîna welatîyekî vê dewletê li pey rûtînîya xwe dibezin û difîkînin.
sînemê sînemê sitara rebê alemê
hiş û aqlê min li cemê wê êvara çarşemê
wê êvara sêşemê ji min re kul û derd û xemê
hewara xwedê sînemê hewara xwedê sînemê

Dinya bûye sîrkek, mixabin.
Li qesra spî, li ofîsa ku jê re dibêjin “oval ofîs” Trump mîna meriv bi zarokekî nûbalix re bixeyide û şîretan lê bike, bi ser Zelenskî de kir himehim û barebar.
Û Zelenskîyê reben ê ku ji bo welatê xwe ji bin çavsorî û dagirkerîya Pûtîn derxe jî, welat welat digere û parsa alîkarîyê dike.
Belengazîya wî û miletê wî ya di bin zilm û zordestîya Pûtîn de ne bes e, Trump jî rabû li ber çavê raya giştî ew hetikand û ew kir kûçik lawê neînsanan!
Û zarokên Xwedê yên ku ji xwe re dibêjin “însan” jî bûne kobay ji fantezîyên van sadîstan re.
min sond xwarî bi quranê
ji xeyrê te kesek navê
hwara xwedê sînemê hewara xwedê sînemê

Li herêma me jî kêm zêde mesele ev e.
Welatê me bûye çar perçe û her perçeyek jî di hundirê xwe de bûye çel û çar perçe, mixabin.
Ji aramî û huzûr û bextewarîya dûr, li rojhilatê welêt zilm û çavsorîya sofîkên fariz;
li rojavayê welêt kaos û tevlihevîya netiştekbûnê;
li bakurê welêt jî tirsa qûnê û bayê mirinê…
Hinek xwe fesh dikin û ji zarokên kurd ên ku derûnîya wan ji welatê wan kûrtir û perçeperçetir bûye re dibêjin, “Êdî bes e!”
Ji dê û bavên ku zarokên wan çûn, mirin re dibêjin, “Rehma Xwedê li wan be, lê heqê xwe li me jî helal bikin!” 
Û ji kesên ku bi xewn û xeyalên welatekî serbixwe û azad dijîn re jî dibêjin, “Romana me nîvco ma!”
De îja were li ser vê axa travmatîk cot bike û xwe bide hêvîya berên bihêvî!..
hewara xwedê sînemê, hewara xwedê sînemê
sînem keçika gundî ya kinik a efendî ya,
kinik a efendî ya kirasê wê meqsî ya

Gotina Dawî
Lê ya rast ev e;
hewce ye meriv her tim mîna kurdekî kurdîtîyê bike; 
wekî din…
kurd ji bindestîyê xelas nabin, kurdîtî jî li kurdan venagere.

1 Mart 2025 Cumartesi

xal û xwarzê

-Hoo xalo!
-Kuro law, bi telaq xesûya te ji te hez dike. Xalojna te nuh kutayî danî ber min û tu ketî hundir. Ka pêş de were, pêş de; alî min çend bêran lê xe!
-Na weleh. Efîyet be ji te re, dereke te pê neêşe. Ne ji vê mîrata kutayê hez dikim, ne jî ji navê wê.
-Kuro de were. Îja ji navê wê hez nakim! Bi serê te xalojna te simê golikan avêtîye ber, bûye wek qudret, qudret.
-Ahaa! Te got qudret, qudretlî hat bîra min. Ma te paradîgmaya nû bihîst? Dibêjin serokê qudretlî rêxistin fesh kirîye û ji Cemîl û Mûrad û Mistefa û Dûran re gotîye herin silavên min li Mesûd bikin bila li binya çîyayê Qendîlê, li hêla başûrê welêt ji we re restoraneke turîstîk a masîyan veke û ji nuha pê ve li wir bijîn. 
-Kuro law, min baş bala xwe da wî wêneyê wan, lê bi guman im. Ez bawer nakim ê di wî wêneyî de qudretlî be. 
-Çima?
-Kuro, çawa çima? Ma çima lê wer hatîye? Meriv dibêje qey trextor lê qelibîye.
Haa!.. berî ez ji bîr bikim, neheqîyê meke. Kutayî pir xweş e, bi roj jî xweş e, bi şev jî…
-Yaw Xwedê ji te razî, jehr di kutayê de be. Em qala meseleyeke cidî dikin. Tu diherî û têyî kutayî û kutayî!
-Ez rabim ez ê bikutim mejîyê te û paradîgmayê haa! Kuro law, dawet ferikî û berbû hetikîn, hetikîn!