lê ez radibim di ser her sed û yek pirsê re dibihurim, mejîyê xwe bi bersiva pirsa sed û duduyan re diêşînim ku ew pirs jî hîn ne zelal e.
Piştî xwendina metna doh a Îmralîyê (ez dibêjim a Îmralîyê, ji ber ku ew metn ji alîyê ekîbekê ve hatîye amadekirin, wek pêr, wek do…) mejîyê min çû xwe avêt bextê mentiqê û mentiqa reben jî ji bêçaretî li xwe xist, kirasê xwe çirand, got, “Mixabin, ez jî li xwe mame heyirî!”
Lê wextê meriv bi darê zorê mejî û mentiqê bi rê û rêbaz û metodên zalimane dide ber lêdan û îşkenceyê, çê xerab, rast derew li xwe mikur tên.
Li gorî lixwemikurhatina mejî û mentiqê, metn ji me re dibêje:
-Min bi xewn û xeyalên Kurdistaneke azad û serbixwe keç û lawên we xapandin, ew kişandin çîyê.
-Ji bo ez qudreta xwe bi efendîyên xwe bidim îspatkirin, min ji wan keç û lawan hêzek çêkir.
-Bi vê hêzê, ez li ser text rûniştim, bûm xwedîyê text. Vî textî, li jêr, di nav mirîdan de ez kirim nîvxweda, li jor, li hemberî efendîyên min jî rol û qudreta min mezin kir.
-Bi vê hêzê, him dewlet xetimî, him jî min dîzayn da kurdan; min kurd ji kurdîtîyê dûr xistin, lê li cem dewletê jî, li cem kurdan jî min sînorê qudreta xwe firehtir kir.
-Min hewl da ku ne tirk bi tena serê xwe bikarin bibin azad û serbixwe û xwe qure bikin, ne jî kurd bi wê kurdîtîya xwe ya kevn û qedîm wek dêya her ziman û qewmî bên dîtin.
-Ez gîhaştim armanca xwe û êdî hewcedarî bi çek û şer û pevçûnê tune ye. Û yên mirin ji kîsê ca xwe çûn, yên man jî bila heqê xwe li min helal bikin.
-Bi vê hêzê, tirk bûn netiştek, kurd jî bûn tirk.
Gotina Dawî
Sihûda kurdan heye ku berî Kurdistan azad û serbixwe bibe, tavê da qûna hinekan
yan na…
heger piştî Kurdistan azad û serbixwe bibûya û bi ronîya tavê me ew qûn nedîtibûya, bi vê hêz û qudretê, rewşa kurdan ê bibûya wek rewşa tirkan ku îroj tirk bi nezanî bi çavekî xwedayî li Ataturk dinerin.