12 Şubat 2025 Çarşamba

aş û çeqeçeqok

Xwexapandin, çalakîyeke kurdolotîk e!
Bila derd û xema we tenê xelaskirina qewmê we be, ne xelaskirina îdeolojîyên pûç û bêfêde…
Loma jî,
dev ji xebat û têgeh û teorîyên bi zimanê xelkê berdin; ew xebat û têgeh û teorîyên hûn bi quretî pesnê wan didin, piştî demekê dibin mal û milkên xwedîyê wî zimanê ku hûn pê dikin, dipeyivin, dinivîsînin, dijîn.
Ji kurdan re ronesansek divê, ronesans,
lê…
ji vê ronesansê re jî dilên wêrek, netirsonek û xwedan sekn û helwest divê.
Her weha…
ji vê qûnê re vîzyonek divê, vîzyoneke mişt û tije…
Îja heyran,
bi qûnalêsî û kurtêlxwirî û hestîkojîyê vê rewşa me ya kembax romantîze nekin.
Bîst û sê seet û nîvan bi zimanê dagirkerên xwe bi xwe xweş bînin, 
dû re rabin herin bi haweyekî masturbasyonîstî doza zimanê xwe yê ku tu carî ji we re nebûye xem bikin.
De wê de herin, teresên populîst!
Heger piçika namûsê di pozê zana, xwende, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên kurd de hebe, 
hewce ye heya mecbûr nemînin bi zimanê dagirkerên xwe nepeyivîn, nenivîsînin, neafirînin û nejîn,
lê mixabin, 
ne sekn û helwesteke wan heye, ne jî kesayet û karektereke wan; tenê şow û quretî û narsîzmeke pûç û beradayî ye karê wan.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
berî ku hûn ê herin bi haweyekî populîst bangewazîyê li dewletê, li sazî û dezgeyên dewletê bikin, ewil herin xwe serast û safî bikin ku bangewazîya we bi dewletê, bi sazî û dezgeyên dewletê qeşmerî neyê.

Gotina Dawî
Tiştekî ku ji we re ne xem be, xwe di ber wî tiştî de belasebeb neêşînin.

Gotina Herî Dawî
Aş çû ye, hûn ketine pey çeqeçeqokê.