17 Şubat 2025 Pazartesi

divê her kes her tişt kifş be

Bi rastî jî carinan serê min tevlihev dibe bê destê kê di bêrîka kê de ye?
Apo, lijneya xwe û hemû mirîdên xwe bi çavê xayîntî li malbata barzanîyan dinerin û li her derê ji her kesî re qal dikin, dibêjin, 
bêguman Barzanî û şêwirmendên xwe jî bi çavê projeyeke dewleta kûr li Apo dinerin û carcaran ne zêde bi hişkî anku bi tundî be jî, tînin ziman, lê pişt perdeyê jî bi hev re rûdinin, dixwin, vedixwin, lê kes nabêje ev çi nakokî anku paradoks e!
Li ser meseleyê:
Dema mijar dibe şerê hendekan, hin heval radibin pesnê welatperwerî û neteweperwerîya Barzanî didin, lê tenê tiştên li pêş perdeyê diqewimin, tên nirxandin.
-Barzanî li dijî şerê hendekan bû!
-Barzanî nedixwest zarokên kurdan beşdarî vî şerî bibin!
-Dilê Barzanî li ser zarokên bakur diêşîya!
-Barzanî dizanîbû dewlet û rêxistinê bi hev re ev şer organîze kirîye!
Êê?
Ji kê re got?
Dema hat bakurê welêt, bi sîyasetvanên bakurî yên ku di nav lepên Apo de pêlîstok in re rûnişt, vê acizî û nerehetîya xwe bi wan re par ve kir.
Hela hela!
Îroj jî, rabûye lijne anku heyeta Îmralîyê pêşwazî dike û dibêje ji bo çareserîyê çi hewce be, ez ê bikim.
Nezelalîyek heye?
Di navbera Barzanî û Apo de têkilîyeke veşartî ku kes nizane bê çi ye heye.
Apo kî ye? 
Ji ku diçêre?
Berpirsê projeya tirkîyetîyê ye û ji binê “bîr”a dewletê avê vedixwe.
Ne ku tenê ez an çend xwelîserên wek min dibêjin, çendî bi tirsonekî be jî, carinan we bi xwe jî gotîye/hûn dibêjin.
Ez, tu, em ê bi tehlîl û analîzên xwe her roj vê zîhnîyeta qirêj a dijkurd binirxînin, rexne bikin, deşîfre bikin, lê hayê Barzanî û şêwirmendên Barzanî yê ji vê zîhnîyeta qirêj a dijkurd, ji dek û dolabên wan ên teresane tune be, ne wisa?
Na na. 
Tiştekî din heye û wer xuya ye nayê hesabê me em bajon ser, lê bipirsin.
Çima bi qasî em bi zimanekî tûj û neyarane diajon ser wan, êrîşî wan dikin, Barzanî najo ser wan, êrîşî wan nake?
Çima Barzanî bi mîsyon û giranîya serekekî/rêberekî tev nagere û qûna Apo nade tavê û hewl nade hemû bakurî bi fen û fût û derewên Apo bihisin bê Apo xizmetkarê kê ye û ji kê re xizmetê dike?
Ku meriv ji bin xwe şil be, meriv kifş nake.
Gelo hûn başûrî jî ji bin xwe şil in?
Apo di nav destê mît û îtê de peyvên negotî ji Barzanî re kir/dike. Ji bo başûr bi ser serê wî de hilweşîne eşkere xwe pêşkêşî dewletê kir/dike û soza destek û piştgirîyê da/dide dewletê, lê Barzanî qêmîşî Apo nake, xwedê giravî li ser navê nexwestina “birakujî”yê deng nake.
Yaw ma biratîya gur û mîyan anku kurd û nekurdan mimkun e?
Çi biratî?
Ev çi nakokî ye?
Ev çi paradoks e?
Madem tiştekî wisa hebû û Barzanî ji bo nehêle şerê hendekan dest pê bike ango hewl dida, naxwe çima derneket pêş çapemenîyê/medyayê û bi haweyekî eşkere zîhnîyeta dijkurdîtîyê. (apocîtî/çepgirî) rexne nekir?
Ji çi tirsîya?
Ji kê fedî kir?
Kê nehişt?
Sedemên bêdengîya wî çi bûn?
Yan nexwest dilê apocîyan ji xwe bihêle?
Divê welatperwerî, neteweperwerî di stratejîyan de hilneyê; berevacî, divê hemû stratejî welatperwerî û neteweperwerîyê xwedî bikin, xurt bikin.
Nabe him meriv hesabê dêrê bike, him jî meriv hesabê mizgeftê bike.
Hewce bike di rêya welatperwerî û neteweperwerîyê de meriv ê dêrê jî bişewitîne, mizgeftê jî, her weha teva hemû nirx û bawerîyên wan!..
Lê…
ez ji kê re dibêjim!
Wa ye nuha jî, Barzanî bi haweyekî dîplomatîk dixwaze bibêje Apo serek û rêberekî kurdan e û wî wek muxatab qebûl dike, 
lewra muxatabgirtina Barzanî ya heyetê, muxatabgirtina Apo bi xwe ye. Û ev yek jî di esasê xwe de Apo li ber çavê kurdan dike serek û rêberek…
Hûn li hev pîroz bin!

Gotina Dawî
Hewce ye ser van tiştan jî kifş bibe û her kes her tiştî bibîne.
Ma ez neheq im?