14 Şubat 2025 Cuma

14ê sibatê û felsefeya doxînê

Heyrana çavên we yên reşbelek, erê carinan dema mijar dibe ziman, di parlamentoya tirko de hûn bersivên xweş didin cewrikên Asenayê, lê xelk jî ne neheq e, haa!
Hûn dibêjin, lê hûn nakin; 
tenê bi pesindayina vî zimanî ev ziman mezin û qedîm nabe, hewce ye meriv vî zimanî bike zimanê jîyana xwe ya rojane, wekî din çîrok û çîrçîrok û meselok e!..
We got erê, kurdên kurdkokenlî yên ji dêrê jî mane ji mizgeftê jî?
Pardon anku bibore, 
ji tirênê jî…
Axir, berî şerê sirgucî û cilînîyan dest pê bike, ez herim berê xwe bidim mijareke dinê.

Merve Taşdemîr!
Li ser twîtterê nûçeyek di heqê wê de derket pêşîya min, min jî meraq kir bê kî ye ez ketim pey şopa wê.
Li bin navê wê, wek pîşe/sinhet, navdara înternetê nivîsandîye. 
Axir…
Nûçe ev e:
Xanimê gotîye, “Di 14ê Sibatê de, di berdêla 400 hezarî de ez ê bi yekî tenê ye anku bê yar e re şîvekê bixwim.”
Balkêş e!
Ka îja ew 400 hezar heqê kibab û bîftek û pîrzola ye yan heqê çend gram goştê nav nigên wê ye, nizanim.
Erê…
Pêşîyan gotîye, “Her ku serî dimîne, qûn ecêban dibîne.”

Seydayekê me yê kurdîziman ku bûye fenomenê tîktokê, di vîdeoyeke xwe de gilî û gazinan dike, dibêje, “14ê Sibatê roja kerxanecî merxanecîyan e, roja zinê ye, roja fihûş û heramê ye. Û hêvî dikim di 14ê Sibatê de hûn ê di avika xwe de bifetisin.”
Yanî seydayê me dixwaze bibêje yên wê şevê dîyarîyan ji hev re dikirin û dinin hev, hemû heram in.
Naxwe divê em ayet an jî hadîseke din li dînê îslamê zêde bikin:
“14ê Sibatê kîrê xwe girê bidin û quzê xwe pîne bikin. Sedeqallahulez!”
Du gotinan jî ez bikim li ser vê mijarê.
Hey te di ca dijminê min nîyho, seyda!
Axa me di bin pêlên avika dagirkeran de ji qîzanî ketîye, tu rabûyî ji me re li ser felsefeya doxînê weazan didî.
Û ya din jî,
ji kerema xwe re bêvila xwe nexe nav qad û sehe û pisporîya min,
lew…
qad û pisporîya doxînê îxtîsasa min e.
Ez te şermezar û qûna te jî dax dikim.
Axir…

Gotina Dawî
Ka bila axa me ji bin doxîna xelkê rizgar bibe, sal duwazdeh meh kî doxînê li kê diqetîne, serbest û azad e.