Dîroknas Ayşe Hur jî ji fitêzê avêt!
“Ji fitêzê avêt” di ferhenga me mêrdînîyan de, di wateya “pir hêrs bû” “zêde aciz bû” anku “xwîn dawerivî mejî” de tê bikaranîn.
Berçavka xwe li ser bêvila xwe edilan û berê xwe di rojava!
-Gelo bi biryara xweserîyê ya kulmek durzî pozê hinan neşewitî?
Ew “hinin” em in anku kurd in; ew kurdên ku bi serjimara xwe ya zêde xwe qure dikin.
Axir…
Paradîgma!
Tirkîyeyîtî!
Ruhê Eşmeyê!
Ruhê Çanakaleyê!
Vapûra Bandirmayê!
Mîsak-i Milî!
Biratîya Îslamê!
Tifaqa Malazgîrtê û felsefeya Idrîs-î Bîdlîsî!
Tifaqa kurd û tirkan!
Û pêvajo, dem, dewran, stratejî, teqtîk û dek û dolabên xapînok û teresînok.
Roj baş, 50 milyon kurdên bê dewlet…
Haa!
Heger pişta xwe bidin Amerîkayê û weha tev bigerin, ez ê wek Ayşe Hur xanimê ji fitêzê navêjim, lew ez Xwedêtîya Amerîkayê qebûl dikim û dibêjim bêyî Xwedê kes nikare bi xweber bimire jî.
Û bi îhtimaleke xurt, her tişt li gorî ruhê projeya mezin dîzayn dibe.
Heger tilîya Îmralî/Enqerê tê de tune be!
Axir…
Birahîm Xelîl Baran qayîşê bi tirkên nîvzan anku nîvrewşenbîr, nîventelektuel re dikişîne, mixabin;
nexweşîya xemxwir di wî de jî gerîyaye; êdî xema her tiştî dike.
Partîyek ava kir, ket nav sîyasetê, kêfa me hat, qaşo me got êdî azadî û serxwebûna Kurdistanê nêzîk e, Birahîm Xelîl ê me ji vê kulê xelas bike, lê azadî û serxwebûna Kurdistanê taloq kir û partîya xwe spart hin ciwamêrên din.
Peyva wî û başûrîyan jî bi serê hev de neçû, xwe avêt ser hespê xwe yê hîn jî kesî tu nav lê nekirîye û di ser sînoran re qulipî, xwe avêt Ewrûpayê.
Axir…
Heya vir hewl da, cehd kir, ber xwe da, lê bi ser neket.
Berxwedan jîyan e, lê xwebierdêdan mirrin e û Birahîm Xelîl paş ve gav neavêt û ber xwe da, dide.
Wê rojê min ew di bernameyekê de dît, por li xwe spî kirîye, lê ka di ber çi de spî kirîye, nizanim!
Lê tiştekî bala min kişand, Birahîm Xelîl,
sînorê pisporîya xwe firehtir kirîye; êdî dest avêtîye huner û edebîyatê jî,
lê problemeke teknîkî heye…
Naxwîne û rexne dike.
Haa!
Şaş fêhm nekin!
Divê ez destê xwe deynim ser ûjdanê xwe û bextê xwe navêjim, her weha divê ez neheqîyê jî lê nekim.
Ciwamêr têra xwe xwendîye, dixwîne û hayê wî ji çerxa felekê jî heye bê çawa digere,
lê rêzdar û carinan jî birêz Birahîm û Xelîl, wek li jor jî min gotîye, ji fitêzê diavêje carinan anku em naxwazin neheqîyê lê bikin, lê belê ew neheqîyê li me dike; qesta min ji “me” kurdên ji xwe re dibêjin nivîskar…
Rast e, ez jî acizîyan ji bêvîzyonan nivîskarên kurd dikim, lê baş xerab, kêm zêde ez di wê qadê de me û berhemên wan dixwînim; ku rexneyan dikim jî, dixwînim û rexneyan dikim,
lê tu berxê mala bavê min?
Tu radibî dibêjî romannivîsên kurd naxwînin.
Romana kurdî qels e, hîn bi ber bayê modernîteyê neketîye.
Û nizanim çi û nizanim çi…
Ka pêş de were û bibêje, heya nuha te çend romanên kurdî xwendîye?
Gotina Dawî
Zû bi ser avê nekevin!