Li Amedê mitîng û çalakîyek li dar ket,
ji bo aştîyê azadî;
ji alîyê aştîxwazên neazad û xwelîser ve!..
Ev DEMî çi qasî dikarin enerjîya vî miletî li tiştên pûç, vala û beradayî xerc bikin.
Îja heyran…
beradayî bi tiştên beradayî dadikevin, diştexilin/mijûl dibin,
mixabin.
Bi têgeh megehên eletewş mejî di serê civakê de kirin çeqilmast;
ferqa kurdan û keran nemaye ji ber vê zîhnîyeta teres.
Ji bo kurdan jî wek xwe teres bikin, çi ji destên wan tê, texsîr nakin.
Belasebeb û ji bo tiştên pûç, vala û beradayî polîsên dewletê yên har û barbar dikişînin ser van belengazan
û ev belengazên reben jî di nav lep û nigên van hovan de ji dest û nig dikevin, li ber çavê nas û hezkirîyên xwe dihetikin;
dibin kulmek şerm!
Di bin nig û potînên wan polîsan de, ne namûs dimîne, ne şeref dimîne, ne jî heysîyet.
Heya ji wan tê, wan rebenan rencîde dikin, serê wan berjêr dikin; travmayan li travmayên wan zêde dikin.
Jixwe armanc jî ew e.
Tenê heysîyeteke me maye, wê jî dilewitînin, bi qastî û bi zaneyî.
Heyf!
De îja…
çend gavan ji wan wê de jî, kund dixwînin li ser xirbe û kavilên bêhişîya wan…
Di wî şerî de ku tenê ew dimirin,
aştîyê dinivîsînin li ser ala û dîwaran, bi xwîna xwe.
Ziman li ber nigan çûye, ax digirî, pêxwasên bêwelat rabûne ketîye pey rizgarkirina namûsa xelkê ku ew xelk bi xwe jî wan wek xelk nahesibîne.
Weyla xwelîya heft gundan li gundekî û xwelîya wî gundî jî li serê we!
Gotina Dawî
Û Amed dibe Dîyarbakir, hêdî hêdî…