Îja heger bi dilê we be, îşev dixwazim ji we re helbestekê binivîsînim.
Nebêjin malava, ma nivîsandina helbestan holîka zarokan e! Hema weha ji nişka ve meriv bixwaze helbestekê binivîsîne, meriv dikare binivîsîne?
Weleh heyran, ez weha me. Çawa bê hesabê min, ez weha dikim.
Bi gotineke din,
deve me û bi serê xwe me.
Axir…
li ser pişta kêzikeke gû
lê barê kêzikê zêr bû ne gû
Na na, çavê min li ser ekranê, li maça Mîlan û Feyenordê dinerim.
Maç ne xerab e, nizanim seba çi ye, lê ji berê de kêfa min ji Mîlanê re tê.
Gelo dibe seba ku navê gundê bav û kalan Mîlanê ye kêfa min jê re tê?
Min go nizanim!
masî me lê dikim di nav vê ava genî de min bifetisim
ka gilî û gazinên min bigihînin îmralîya xopan
bê serokê min ê sererd û binerd çareyekê nabîne
Kêmasîyek heye, nikarim konsantre bibim.
De ka ez deh panzdeh deqeyekî çavên xwe nerm bikim bê Xwedê çi dixwaze! Carinan xew meriv dişidîne…
Ez di vê sporê nim!
Dema sporê dikim, enerjîya min namîne ku bixwînim, binivîsînim;
tew ez qala doxînê nakim.
Ez ê cara dawîn xwe li helbestê germ û rep bikim, heger îlham xwe nede çivan.
Na weleh, ev seetek e sekinîme, lê ne îlham hat, ne jî mîlham…
Ya baş îşev ez herim serê xwe deynim ser bahlîfa xwe û rakevim;
carinan xewnek meriv di nav fantezîyan de digevizîne û dihêle meriv ji wan fantezîyan çîrokek bihûne.
Axir…
De şeva we bimîne xwe.
Gotina Dawî
Carinan xew jî hewce ye!..