5 Şubat 2025 Çarşamba

rê û rêwîtî

Vê sibehê berî mele azan bide bi seetekê em ketin kezeba rê û me berê xwe da Mêrsîna xopan. Bi şev raneketibûm loma heya em gîhaştin Entabê, li paş tirê min serî avêt xewê û raketim. Jixwe navbera min û xewê zêde tune ye, şeva pir rakevim, şeş seetan derbas nake.
Axir, li restoranekê em sekinîn, qaptan ez şîyar kirim û em peya bûn, em çûn me her yekî sênîkek şorbe xwar; nabêjim tasik, ji ber ku bera jî şorbe di sênîkan de hat ber me. 
Erê, divê meriv bextê xwe navêje, şorbeya wan pir xweş bû. Û jixwe restorana ku xwarina wê nexweş be şofêrên tir û qemyonan lê nasekinin.
Me zikê xwe da ber şorbeyê, em rabûn ser xwe, em çûn me şipîyakî mîza xwe jî kir û em dîsa li tira xwe siwar hatin, qaptan berê tirê da febrîqeya bar.
Seet li dora duwazdehan em gîhaştin febrîqeyê. Barê tira me lê kirin, lê berî em ber bi Mêrsînê bi rê kevin, qaptanê me berê me da xwaringeha febrîqeyê. Berî em derbasî xwaringehê bibin, dergevanê febrîqeyê êlegên ku li ser pişta wan serdan/zîyaretvan dinivîsîne dan me, me li xwe kirin û bi vî awayî em derbasî xwaringehê bûn. 
Axir, me firavîna xwe jî belaş xwar û em li tira xwe siwar bûn û em bi rê ketin ber bi Mêrsîna xopan ve…
Îja ka bê ji bo wê firavînê hêja bû yan ne hêja bû me ew êleg li xwakirin, nizanim.
Axir…

Xortek pir birçî ye, lê pere pê re tune ye. Radibe dihere ber derîyê restoranekê û çavê xwe li hundir digerîne û ji nişka ve êrîşî ser maseya yextîyarekî dike û bi rêz û hezkirin xwe diavêje destê wî, destê wî maçî dike.
-Apê Cafer te ez nas nekirim?
-Na birazê, ez ne apê te Cefer im.
-Waa! Çawa? Ma ez apê xwe Cafer nas nakim! -Weleh tu apê min Cafer î û ez ê nanekî bidim apê xwe Cafer.
-Birazê, weleh ez ne apê te Cafer im!
-Na weleh, ez ê nanekî bidim te, tu yê ji kîsê birazîyê xwe nanekî bixwî.
Axir, xort kursîyekê dikişîne bin qûna xwe û enîya xwe dide enîya apê xwe Cafer. Ji xwe û apê xwe Cafer re kibaban dixwaze û kibabên wan tên ber wan. Serê wan di ber wan de kibabên xwe dixwin, xelas dikin û pê ve xort radibe ser xwe, dibêje:
-Apê Cafer, tu rûniştîyî, ez ê bigihêjim derve û bêm. Min kera xwe li serê kuçê girê daye, wek ku zirezira wê hat.
Û xort ber bi derî ve dimeşe. Li devê derî ji xwedîyê restoranê re bi işaret dibêje ew ê bide û di derî re derdikeve, wenda dibe.
Apê Cafer lê dinere pêjna xort nayê, radibe ser xwe û ew jî ber bi derî ve dimeşe. Hay jê heye xort heqê kibaban daye. Gava xwe diavêje derve navêje, xwedîyê restoranê dibêje:
-Heqê kibaban!
Rebenê yextîyar bê dilê xwe destê xwe diavêje bêrîka xwe, kîsikê pereyê xwe ji bêrîka xwe derdixe; lê kîsik bi heft girêkan hatîye girêdan. Îja her ku girêkekê vedike, di ber xwe de dibêje:
-Min di quzê dîya te nîyho! Min go ez ne apê Cafer im, te go apê Cafer!
-Min di quzê dîya te nîyho! Min go ez ne apê Cafer im, te go apê Cafer!..

Gotina Dawî
Axir, Xweda kesî birçî neke!