26 Şubat 2025 Çarşamba

şeveke zîz

Vê sibehê çawa ez şîyar bûm, berî çavê xwe li parîyeke nan bigerînim, di mejîyê min de mijaran xwe li hev boqandin; her ji nîv seetê mijarek hat û mijarek çû, mijarek hat û mijarek çû; êdî min nezanî ez ê dest biavêjim namûsa kîjan mijarê!
Heya êvarî werê dewam kir, lê…
Erê lê,
ku bû êvar û min telefon xist destê xwe û xwest li ser mijarekê binivîsînim, wek pez ê gur têkeve nav û ew pez ji hev tîştîşî bibin, her mijarek bi derekê ve pengiz bû, di bîr û hişê min de tenê mijarek jî nema.
Û bi ser de dilê yarê jî ji min ma!..
De îja were serê xwe deyne ser bahlîfê û xatir ji şevê bixwaze!
Min du şûşe bîra vexwarin, lê wer xuya ye ez ê vexwim heya ew bênamûsê melê taxê ji himbêza jina xwe derkeve.
Axir…

Gotina Dawî
Birîn kûr e û xwe bike derman û here xwe li wê birînê bipêçe. 
Û gilî û gazin jî ji milkê dil in!