sibê jî ez ê derkevim ser rê bê Şeytan berê min dide ku derê?
Rê û rêwîtî û bîranîn…
Ji rê û rêwîtîyê hez dikim; bîranînan kom dikim di tûrikê xwe de. Û bi wan bîranînan birînên xwe dikewînim.
Bi cûrbicûr însan re rûdinim;
biçûk mezin, jin mêr, kal pîr, dîn baqil, serserî araqvexwir, diz esrarkêş…
ji her yekî tiştekî hîn dibim.
Azadî ye, ku meriv bide pey dilê xwe,
lê pirê caran…
di dil de difetise, azadî.
Bêguman…
dil azadî ye, heger di dilekî din de asê nemîne!
Piştî min xwe nas kir,
ji dînan jî dûr ketim, ji îdeolojîyan jî,
lê…
her kê ji bo kurdî gavek avêt jî, em di heqê wan de rûniştin û me spasîya wan kir.
Huda-Par, çendî bi min jidil û samîmî neyê jî, ji bo zimanê kurdî di dibistanan de bê hilbijartin meş û çalakîyan çêdike,
lê…
deng ji DEMê nayê!
Ji Almanyayê hevalekê got dewleta tirk, ji bo di navbera tirk û kurdan de pêngaveke nû dest pê bike, Ocalan birîye rojava;
jixwe…
di dem û pêvajoya berê de jî gelek kesan got Ocalan li Osloyê hazir û amade bû.
Îja heyran…
ku mesele dibe berjewendîyên tirk û Tirkîyeyê, Ocalan dikare here pişt ezmanê heftan bibe mirîdê Xwedê jî.
Axir…
Gotina Dawî
Heger Xwedê ji derewan hez nekiribûya, mizgeft çênedibûn…