9 Şubat 2025 Pazar

xal û xwarzê û daxuyanîya serokê sererd û binerd

-Xalo, ma te bihîst?
-Ma bi Xwedê piştî xalojna te ket menopozê êdî hew tiştekî dibihîzim. 
-Çima?
-Kuro ma ev menopoz çi quzilqurt e? Min jî digot qey piştî menogûyê em ê êdî nivînên xwe ji hevdu cîhê bikin, lê bi serê te li ser doşeka me êdî cîyê yekî din jî heye.
-Çawa yanî? Te serî li min kir tara bêjingê! Tiştekî ji te fêhm nakim.
-Kuro law, êdî heya destê sibehê yan pişta min li erdê ye ev bêbav li ser sînga min e yan jî pişta wê li erdê ye ez li ser sînga vê bêbavê me. Ku dibe sibeh jî ez rebenê Xwedê bi çarpîkan ji nav nivînan derdikevim. Min bêaqilê Xwedê jî kêfa xwe dianî û digot piştî menopozê xalojna te yê teqawît bibe, ez ê jî ji xwe re yeka teze û ciwan bînim. Teww!
-Xalo ji bo Xwedê, dev ji van fantezîyên xwe û xalojna min berde. Dinya dike xera bibe, tu ketîyî pey heyra kîrê xwe.
-Kuro de hiş be lo, xwelîserê xwelîser! Kîr min li cem xalojna te dike mîr, heger ne kîr be, xalojna te yê li ser min neke lîrelîr, ehmeq! Axir, te yê çi bigota, xwarzê?
-Hevserokê DEMê yê nêr gotîye, vê carê ev daxuyanîya serokê sererd û binerd ê li gorî ruhê Çanakkaleyê be. Rast derew dibêje dergevanê Îmralîyê di nav sergo/çopê de destnivîsa serokê sererd û binerd ya ku ji bo banga Qendîlê amade kirîye, dîtîye. Dibêje xwedê giravî di wê destnivîsê de weha gotîye: “Li goristana Çanakkaleyê kurd û tirkan ji bo armancekê şer kirin, serî danîn û ketin gorekê, divê îroj careke din kurd û tirk bi wê perspektîfê û li gorî ruhê Çanakkaleyê tev bigerin.”
-Weyla te di ca xalo nîyho! Doh ruhê Eşmeyê, îroj jî ruhê Çanakaleyê… de îja ev xwelîser û belengazên kurd ê jî nebêjin ma kê nîyhabû jina kalikê me çûn li Çanakkaleyê poxilşehîd ketin, haa! Ew ê dîsa li pey vê fikra beradayî herin…
-Nizanim, wextê Xwedê aqil belav dikir, gelo kurdan çi dikir?
-Qey serokê sererd û binerd ji wan re gotîye, aqilê min besî min û we ye, hewceyî yê Xwedê nake. Wekî din çi ye! Ka dev ji serokê sererd û binerd berde, ev min nîyha qûnê, min tişt ji vê wekhevîyê fêhm nekir. Jin dikevin menopozê, agir dikeve quzê wan, lîbîdoya wan bi dîwêr ve radipelike, ku em mêr dikevin andropozê, testosteron mestosteronê me dimire, em pê digirin! 
-Xwedê ji te razî, heya tu kîrê xwe nexî nav vê sîyasetê, tu rehet nasekinî!
-Bi serê te, ha sîyaseta wan, ha rewşa kîrê min!..