20 Şubat 2025 Perşembe

enternasyonalîst

Çîrok an çîrçîrok?
Meselok an metelok?
Û ne yek jî…
Reîz Sedat Pekerê mafyoz got, “Rewşa welet” şaş fêhm nekin qesta wî ji welêt ne Kurdistan e, qala Tirkîyeyê dike. 
Erê, Reîz Sedat Peker dibêje, “Rewşa welêt xerab e. Qumara îlegal û heb û madeyên hişbir (esrar, eroîn, kokaîn, metamfetamîn) êdî ji bo me gef û xetereyeke neteweyî anku milî ye. Divê pêşî lê bê girtin. Ev hemû ji kîsê kedkar û xizanan dihere. Heyf e û mudaxaleyek divê.”
De îja were safî bike!
Sedat Pekerê ku bi vê rêyê bûye lord û baron, êdî wek xelaskarekî derdikeve pêş.
“Kanîya Alîya bi tahtik e, simbêl dûvê beranan” li şînekê, jinbîyek digirîya û dûrik diavêt ser xwedîyê simbêlê dûvberan.
Îja ka bê li ser wê kanîyê xwedîyê simbêlê dûvberan çi tirînî ji rebena jinbîyê anîye, ji yê jor çêtir kes nizane.
Haa! 
Heger midûr anku yê jor li ber senfonîya wê axûwaxê bi cizbê neketibe û her tişt ji bîrê neçûbe!
Axir…

Onlyfansa agirpêketî Bonîe Blue, di 12 seetan de tam bi 1057 kesan re nîyhandin kirîye. Yanî bi gotineke kurmanckî, di 12 seetan de tam 1057 kes bera ser xwe dane..
Xwezîya min ne bi wî quzî!
Ya star!
Nuha quz lê bûye çarox,
lê…
ya herî balkêş, ev xanima agir û qebhet bi hev re pêdehatî, avis e!..
Hi ihii!
De îja werin ji vî rebenî anku rebenê re nasnameyekê bibînin!
Bi min, heger ev lawik anku keçik bi silametî ji wê malzarokê bifilite û ji quzistanê ber bi êşistanê ve bipengize û ji me re bibêje “Roj baş, gundîno” êdî kes ê ji xwe re nebêje ez enternasyonal im û xwe qure bike, ji vê zarokê pê ve.
Bi kin û kurdîya kurmancî,
ne Che, ne Lenîn, ne Fîdel, ne Denîz û ne jî Ocalanûs, ê ku sînorên enternasyonalîzmê fireh bike, ev sêlek ê bi xwe be.
Axir…
Wey tu bi xêr bêyî, Enternasyonalo!

Got:
-Kendalkê çavê min diêşe. Îja ka bûk tê de hatîye yan enfeksîyon e, nizanim.
Min got:
-Ne bûk e, ne jî enfeksîyon e, vîrus e, vîrus!
Got:
-Çawa?
Min got:
-Keçê, ji sibehê heya êvarî tu di nav apocîyan de yî, yek dihere, yek tê. Ilhez nuha yekî destê xwe dirêjî te kirîye û te jî ji fedîya dinyayê bi destê wî girtîye…


Gotina Dawî
Meriv tenê ne eydî xwe ye, lê meriv ne eydî tu kesî ye jî!..