10 Şubat 2025 Pazartesi

îlhan samî çomak

Îlhan Samî Çomak!
Ka guh bide vî kurdê bêdewlet ê zimantûj û zimançepel…
Bêguman jîyan ji tercîhan pêk tê û kî bixwaze bibe çi yan jî çawa bijî, azad û serbixwe ye,
lê…
ku welatê meriv di bin zulmê de ne serbixwe be, axa ku meriv li ser dijî ne azad be û zimanê meriv li meriv kiribin marekî reş, 
wê çaxê…
tenê tercîhek dimîne;
divê meriv xwedan sekn û helwest, xwedan kesayet be, heger piçek xîret, piçek namûs, piçek heysîyet hebe!
Bêdewleto!
Heger welatekî te yê serbixwe û zimanekî te yê azad hebûya, min ê negota çima tu dibî gû û bi zimanê gûkî dipeyivî, dixwînî, dinivîsînî û dijî,
lê…
ku dest avêtibin kesayeta te û karektera te qûnde kiribin û tu jî li ser dêla xwe rûniştibî, mixabin, xwelîserî û bêehlaqî êdî dibe qedera te.
Meriv di ber kurdîbûna xwe de nêvîyê temenê xwe di hefs û zindanên tirko de bibihurîne û piştî ew qas zulm û êş û jan û perîşanî, di talîya temenê xwe de meriv rabe ji bo konforeke pûç û pûştane stuyê xwe bide ber kêra tirko û zimanê xwe bike qurbana wan!
Ez naxwazim gotinên Îlhan Samî Çomakê belengaz û xwelîser yek bi yek ango motamot wergerînim kurdî, jixwe hewce jî nake meriv zimanê xwe bi vê rewşa trajîkomîk bilewitîne.
Axir…
bi kin û kurdîya kurmancî,
gotîye, “Tecawizî min kirin, lê piştî demekê ew tecawiz ji min re bû behra fantezîyan û ez jî êdî bi dilê xwe, xwe didim ber pêlên wan fantezîyan û kêf û zewqê distînim.
Bi salan e dewlet û sîyaseta kurdên xwelîser bi hev re hewl didin û dixwazin kurdan bigihînin vê rewşê.
Bi salan e dewlet û sîyaseta kurdên xwelîser bi hev re hewl didin û dixwazin li ser bingeha biratîyeke qeşmerane zîhnîyeteke nû ava bikin.
Talîya talî…
bi mejîyekî çêkirî û protez kurdên xwelîser kirin dûvikê tirkan.
Doh…
bi Yaşar Kemalan,
Îroj jî…
bi Îlham Samî Çomakan hewl didin kurdîtîye kurdûnde bihêlin.
De îja qesem bi navê Kurdistanê, ne bi navê Xwedê, ez û yên wek min, heya niquteke xîret di pozê me de hebe, em ê nehêlin kurd xwe bi tirk û fariz û ereban re yek bibînin,
ji ber ku…
em yek in û ew yek in!

Gotina Dawî
Hewl bidin ku 
dema we serê xwe danî û xatir ji vê axê xwest, bila ruhê we serbixwe û azad û ne serberjêr bigere.

Gotina Herî Dawî
Heger tecawizî kesayeta te kirin, bi destê xwe ehlaqê xwe nexe bin dijminê xwe!