-Newêrim ji te hez bikim, berxikê. Tu yê biêşî û ez ê jî bi êşa te biêşim. Dûrî min bisekine!
Got:
-Çi bikim, berxo! Dikarim bi dilê xwe re bixeyidim, lê mejî ji xwe pê ve li kesî guhdarî nake. Û nizanim ka min ji te re gotibû negotibû, ez sapyoseksuel im!
Got:
-Pêşîyan gotîye, “Heya yek nekevî jîyana te, tu yê nekarî ya berê ji bîr bikî.”
Got:
-Ker di jina pêşîyan ne! Yê nizanibe, ew ê bibêje qey pêşîyan serê mehê binê mehê jin diguherîn. Ku yek diket jîyana wan, ew yek ker û ehmeq bûya jî, tenê mirinê dikarîbû ew ji hevdu xelas bikirana…
Got:
-De ne ji bo xwe be jî, wa ye ji bo nevîyên xwe tiştên baş û xweş û sûdwer gotine…
Got:
-Tu pir qure û ji xwe razî yî, lê çendî ji hin nivîsên te acizîyan bikim jî, tu bala meriv dikişînî. Tu ne ji rêzê yî, fikr û nerîn û dîtinên te li derveyî vê civakê ne. Her weha tu nakevî bin bandora kesekî, serîyekî jî, tu tenê bi ya aqilê xwe û bi ya serê xwe dikî. Ez ji vê hêla te hez dikim.
Got:
-Xuya ye min bala te jî kişandîye?
Got:
-Ma min ji te re negot ez sapyoseksuel im?