Bêguman ku meriv vê biwêjê xweş veneçîrîne anku ta bi derzîyê ve neke, ji bilî mêrdînîyan ê kes ê fêhm neke bê bi vê gotinê qesta min çi ye?
“Terik avêt hêla rastê”
yanî pê girt, mir!
Ka îja bera jî Bahçelî terik avêtîye hêla rastê yan li hêla çepê di xew de ye, nizanim.
Îja heger terik avêtibe hêla rastê û bera jî pê girtibe, miribe, paradîgmaya nuh ê çawa bê dîzaynkirin?
Wê rojê bêhemdî ji nav devê nûnereke DEMê filitî…
Ka îja filitî yan bi qestî û zaneyî wer got, em nizanin.
Ji dêvla bibêje, “Devlet Bahçelî” got, “Abdullah Bahçelî”
Rehmetîyê Sîgmund Freud dibêje, carinan bêhemdê meriv binhişîya meriv, meriv dide dest.
Axir…
Yanî dema meriv rewşa Tirkîyeyê dide ber çavên xwe, bêguman stratejîyeke bermeqlûb divê.
Li ser meseleyê,
Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş ji hefsê derkevin û Selahattîn Demîrtaş bibe serokê DEMê, Abdullah Ocalan jî bibe serokê MHPê û di hilbijartina bê de her du qeraseyên zilaman tifaqê çêkin û pişta xwe bidin hev, bi telaqên bêfitû Reîz ê pê bigire û hûn sax!
Gotina Dawî
Heger yê li Îmralîyê jî terik neavêtibe hêla rastê!..