21 Şubat 2025 Cuma

seadeta emîna eshed

Çardeh salî bû dema dilopa eşqê dawerivî dilê wê. Bi ber bayê hestan ket di çardeh saliya xwe de. 
Erê...
Dema bû bûk temenê wê ji tiliyên her du destan piçekê zêdetir bû. Nuh balix bûbû, ne zarok bû, ne mezin; ne keçik bû, ne jî jin…
Di şeveke wek temenê xwe kin de ji nişka ve mezin bû; ji keçikbûnê ber bi pîrekbûnê ve, ji zarokbûnê ber bi mezinbûnê ve gav avêt.
Di şazdeh saliya xwe de bû dê, bû dêya zarokeke ku tenê bi çend salan jê mezintir. Berî ku bizewice bi du salan bi holîkan dilîst bi hevtemeniyên xwe re. Pêlîstoka wê jê stendibûn berî bizewice bi kêliyekê. Kêfa wê bi çêkirina zaroka wê re hatibû; pêlîstoka wê lê vegeriyabû.
Her şev bi dizî û di tariyeke ku çav çavan nedidît diçû nav nivînê mêrê xwe. Xezûr, xesû û tiyên wê çend gavekî ji wan wê de radizan, loma jî nikarîbû bi dilê xwe hest û hîsên xwe par ve bikira bi mêrê xwe re, rebenê. 
Di kêliya herî xweş a şehwetê de dev li qozîka lihêfê dikir, da ku dengê wê nebihîzin. Eyb bû, şerm bû, pêwîst bû veşartî û bêdeng bi hev şa bibûna…
Sibehê zû şiyar dibû berî banga dîk û azana melê. Av germ an cemidî mecbûr bû xwe helal bikira berî xesû û xezûr şiyar bibûna. Eyb bû, nedibû bi porê şil derketa pêş wan…
Di temenê xwe yê herî ciwan û evîndar de bi dizî jiya evîna xwe. Tenê carekê jî bi çavê ronî nepeland bedena evîndarê xwe û maçî nekir bi dil û can dev û lêv û rûyê mêrê xwe.
Zarok li piştê, geh heywan êm dikir, geh diçû avê, geh jî zîz dibû ji bo çêkirina taştê. 
Zarok birçî, ew ji zaroka li pişta xwe birçîtir, nedibû rûnê li ser sifrê heya xezûr, xesû û tiyên wê ranebûna. 
Daturizandin, bêhnvedan, xwerehetkirin, rûniştandin tune bû di ferhenga wê de, her li ser nigan, her dixebitî, her amade bû ji bo fermaneke nuh. 
Ji hêlekê ve zilma xesûyê, ji hêlekê ve kar û barê çolê û xizmeta mêr û her çar tiyan, ji hêlekê ve jî zarokê ew dimêt ji pêsîrê. 
Di şazdehsaliya xwe de dişibiya jineke çel salî rebenê.
Ew zarok û li ser serê hev çêkirin yek bi yek zarok. Ew û zarokên xwe bi hev re mezin bûn. Di şazdehsaliya xwe de zaroka xwe ya ewil, di çelûçarsaliya xwe de zaroka xwe ya sêzdehemîn çêkir; yên mirin ne tê de haa.
Dema nixwiriya xwe zewicand bi sê tiliyan bi ser sîhî ketibû. Nixwiriya wê piçekî ji wê bishûdtir bû. Salekê zêdetirî wê zaroktî tehm kiribû. Huvdeh salî bû keça wê dema ji mêrê xwe re bû jin û ji xesûya xwe re bû bûk.
Pişt re wê û keça xwe, yanî nixwiriya xwe dor bi dor dest bi welidandinê û çêkirina zarokan kirin. Car caran çelê wan ketin hev, car caran jî çend meh ket navbera welidandina wan.
Mêr û xezûr û xesû û tiyan li hev nekirin, bar kirin çûn li bajêr bi cîh bûn. 
Xaniyekî ji du ode û saloneke biçûk pêk dihat girtin. Xanî bi kerpîçan lêbûbû, lewma jî belengaziya wê li bajêr jî dev jê neqeriya. Zivistanan, geh yek di malzarokê de, geh yek bi şalikê li piştê girêdayî, gundor di dest de gêre kir, da ku xanî dilop neke. 
Havînan jî di kelkela germa dojehî de ji bo ardûyê çend tenûran werîs û termox û misînkê wê yê avê di dest de pirêze bi pirêze geriya. Di bin wan piştiyên ku du caran ji xwe girantir de geh ji xwêdanê çav lê şewitîn hew ber xwe dît, geh jî çongên wê hew şixulîn di bin piştî de rûnişt, lê tenê carekê jî ne got ax, ne jî got wax!
Tu carî li gor mahdê xwe xwarinek neneqand û nexwar rebenê. Çi bidiya û çi hebûya ew dixwar. 
Car caran taseke dew û kurtêleke nanê tisî, car caran pîvazek û du firingî, car caran jî dims an jî şorik û zilopî… Heke ne ji zaroka xwe ya berşîr bûya, ew jî nexwar bawer bikin.
Li bajêr bingeh û esasê zarokên xwe li ber serê zarokên xwe avêt, car caran bi dizî, car caran jî ew bi xwe hisandin.
Teva ew qas karesat, belengazî, bêderfetî, bi eşqeke bêhempa û nedîtî ji zilamê xwe hez dikir rebenê. Jixwe bêhna eşq û hezê difûriya ji hemû zarokan.
Ew xanî û jiyana bajarî jê re pir hat dîtin gelek caran. Derfetên gundan ên perwerdehiyê kêm bûn, loma jî pirê caran dêtî kir ji zarokên tiyên xwe yên ku dihatin ji bo xwendina dibistanan. Tenê rojekê jî mirûzê xwe tirş nekir û negot ev çi hal e, ey Yezdan! Her bêhnfireh bû, her dilgerm bû, her rûken…
Sixlet giran bû, mêr tenê nikarîbû di bin vî barî de rabûya, loma jî xanîyekî biçûk zêde kir li xaniyê xwe û xwedî kir tê de çêlekek ji bo mast û şîrê zarokan. Lê ew qasî ne hêsan bû lênêrîn û xwedîkirina çêlekê. Êm lazim bû, av lazim bû, paqijkirina rêxê lazim bû, lê negot ax serê min jî tenê rojekê. 
Wek ferzên nimêjê, tenê dahnekî jî ne ji bîr kir êmê çêlekê, ne jî av û rêxa bin wê.
De îcar ew ne bes, rêxa ku ji bin çêlekê dida hev jî ji xwe re dikir sergîn û radixist li ber tavê. Piştî ku ew sergîn hişk dibûn, him pê gur dikir agirê tifikê, him jî di zivistanan de distirand zarok ji seqem û sermê. 
Tew ez qala kilskirin û seyandina xênî, çêkirina dahno, şuştina hiriyê û xwedîkirina mirîşkan jî nakim haa…
Teva ew qas zor û zahmetî, ne rojekê ji nimêja xwe ma, ne jî bi qastî rojiya xwe xwar, tenê car caran ji ber çelê xwe rojiya xwe xwar û hew. Serî li ser sicadê her di rêya Xwedê de bû, lê dimeşiya nedimeşiya nedigîhayê.
Jin bû, dê bû, xweşnimêj bû, lê ji kurdbûna xwe re jî jineşêr bû. 
Hemû zarokên xwe bi zimanê xwe, li ser bingeheke kurdewar mezin kir û bi firê xistin.
Di çelsaliya xwe de êş û şewata ewil dît belengazê. Dema dewletê lawekî wê yê wek berxekî kuşt, hîn nuh bi jintî û dêtiya xwe hisiya. Hîn nuh jînê xwe bi wê da naskirin. Hestên wê li hev qulipîn wê rojê. Dem sekinî, jiyan sar û bêdeng ma. Rehek ji dilê wê qetiya û ji wê rojê şûn de hew keniya. Ji kenê wê hêsir bariya. Kulekê li ser dilê wê kon vegirt û ew kon her vegirtî ma. Hestan ji bedenê bar kir. Çav bi keder, beden westiyayî, dil bi şewat.
Digiriya kesî hêsir nedidît. Diqîriya kesî nedibihîst. Gilî û gazin dikir, Xwedê ji ber kiriyarên xwe şerm dikir, loma jî qul bi qul jê direviya û xwe jê vedişart û deng nedikir.
Panzdeh rojan xwe reş girêda, şîn gerand bi xwe re. Ne rojekê dengê giriyê wê bihîst tu kesî, ne jî niquteke hêsirê wê dîtin. Girî lal, hêsir zuwa diherikî. 
Piştî şîn belav bû, hestên wê nuh lê hatin xezebê. Roj bi roj kêm kir û kêm kir û ket. Li erdê bû wek pepûkekê, te dikarîbû ew bi şalikekê li pişta xwe bikira û bi saetan bigeranda mîna zarokeke berşîr; tenê hestî û çend kîlo çerm mabû. Wek meriv mû ji mêst bikişîne, diran ji pidan diweşiyan. 
Dema li nexweşxaneyê çavên xwe vekirin, her kesî destê xwe jê şuştibû. Her çi qas Ruhstîn xwestibû wê ji vî ezabî xelas bike jî, Xwedê li dijî vê fermanê derketibû û nehiştibû xatir bixwaze ji kul û derdên mayî re.
Ji nişka ve bîst sal li temenê wê zêde bûn. Êdî bi taximê devê xwe, bi qermîçekên rûyê xwe bûbû pîreke heftê salî. 
Mixabin Xwedê lê hatibû xezebê carekê, mirin ew qasîne hêsan, ne erzan bû û fermaneke nuh da. 
Hîn nuh brînên wê dicebirîn, mêr jî hew ji hesreta lawê xwe debar dike û dide ser piştê, berî dide hêla dinê. 
Ewil perçeyek ji kezebê jê dibe, dû re jî dilê wê disekine. 
Serê xwe bilind kir, li jor nêrî, destên xwe ber bi ezmên ve vekirin û bi ser Xwedê de qîriya. Ji wê qîrînê Xwedê xwe avêt pişt ezmanê heyştan û hew deng jê derket.