“Pêdivîya Tirkîyeyê bi te heye!”
Hi ihi!
Ka îja kerem bikin bi hev re em şîfreyên vê peyamê zelal bikin.
Di çavê Devlet Bahçelî de dewlet çi ye?
Bêguman Tirkîye ye.
Û ji nav jî dîyar e Tirkîye jî ya tirkan e.
Şîfreyê peyamê:
1-Bêyî te Tirkîye yê wek xwe nemîne.
2-Heger ne tu bî, neteweyên din ê jî bibin şirîkên tirkan ên dewletê.
3-Xwedê te ji ser serê tirkan û tirkan jî ji ser serê me kêm neke.
4-Bi saya serê te carinan em xwe li ber çavê kurdan dikin kurd û kurd jî dikevin vê feqê.
5-Derd û xema me ne perçekirina dewletê ye; di vê senaryoyê de tenê em rola xwe dilîzin û jixwe rola me jî pûçkirina kurdîtîyê ye.
6-Navê Xwedê û pêxember xweş.
Bêguman divê ez jî xalekê li van xalan zêde bikim:
7-Ez di wê zîhnîyeta we nim!
Ez nuha berhemekê dixwînim, berhem di heqê Dr. Riza Nûr ê tirkperest de ye.
Wek hûn dizanin, Dr. Riza Nûr yek ji kesên heyeta Lozanê ye. Û her weha xwedîyê projeya tirkîtî û Tirkîyeyê ye.
Berhem ji çar cîltên qerase pêk tê. Her du cîltên ewil li ser xwe û vîzyona xwe nivîsandine, her du cîldên dawîn jî li ser rewşa dawîn a Osmanî, têkilîyên îttîhat-terakîyîyan û destpêka avakirin û birêvebirina Tirkîyeyê…
Pir balkêş e, lê ya herî balkêş jî agahîyên li ser Mustafa Kemal in.
Nuha naxwazim li ser kitekit anku detayan hûr bibim, lê piştî xwendinê meriv lê hayil dibe bê Mustafa Kemal û Abdullah Ocalan çi qasî dişibin hev;
him bi dek û dolab, bi fen û fûtên xwe, him jî bi wê hirs û cehda xwe û bi wê arezûya xwe ya ji bo berjewendîyên şexsî…
Û wek hev jî tirsonek!
Îja dema meriv her du deman dide ber hev, du tişt bi awayekî beloq derdikevin ber çavan:
1-Mustafa Kemal berjewendîperest e, tenê derdê wî ew e, lê kesên tirkperest jî bi wî re ne û nahêlin mêzîn xwar bibe. Erê, bi ya wî dikin, lê heya ji wan tê tirkîtîyê jî diparêzin û nahêlin her tim Mustafa Kemal rişmê li gorî berjewendîyên xwe yên şexsî bijidîne/sist bike, loma jî ne bi qasî Mustafa Kemal be jî baş xerab tirk jî digihêjin miradê xwe,
lê gelo di meseleya Abdullah Ocalan de jî weha ye?
Na, lê tiştekî din heye ku dikare ji kurdan re bibe fêde.
Min go na, lewra wek Mustafa Kemal ku derdoreke wî ya tirkperest hebû, gelo derdoreke Abdullah Ocalan a kurdperest heye?
Ne bawer im;
jixwe yên hebûn jî nuha kurm û zîroyan hestîyên wan ji xwe re kirine tunel.
Lê çi dikare ji kurdan re bibe fêde?
Tirk heya nuha jî bi bêfesalî û konetîya Mustafa Kemal nehisîyane; çend entelektuelên tirsonek jî ji tirsa qûn û konfora xwe li ser guhê xwe pal dane;
lê rewşa kurdan ne weha ye. Êdî kurdan berê qûna Abdullah Ocalan daye tavê û pirê kurdan hay ji fen û fûtên wî, hay ji zexelî û konetîya wî heye;
loma jî…
heger kurd bi ser kevin ku bi îhtimaleke xurt ew ê bi ser kevin, rewşa me kurdan ê ji ya tirkan gelekî baştir be.
Gotina Dawî
Kurd ji Xwedê mezintir in, lewra di kitêbên wî de emrê wî 7-8 hezar sal e…