Memik anku cizbistan…
Hin memik hene, dema meriv hewl dide wan bimêje, bialêse, bixwe, ew memik bi tevayî diherin devê meriv; mîna şimamokan in, gulover, biçûk û şêrîn…
Hin memik hene, dema meriv hewl dide wan bimêje, bialêse, bixwe, girs in, di devê meriv de hilnayên û serê wan jî dişibin mewîjên omerîyan; tenê bi mêtin û alastin û xwarina serê wan meriv têr dibe.
Lê hin memik jî hene, ku meriv dest bi mêtin û alastin û xwarina serê wan dike, meriv dixwaze gişî têxe devê xwe; aha ew in memikên hur û kurdistanî.
Û bi min…
Jin ji zarên xwe bêtir dêtîyê ji mêrê xwe re dikin;
lew…
memikên wan, salekê, herî zêde du salan ji devê zarokên wan dernakevin.
Bêguman min hin xwelîser jî dîtine, heya şeşsalîya xwe jî pêsîra dê ji devê wan neketîye.
Lê mêr?
Kêmanî mêr bîst an jî bîst û pênc salan wan memikan dimêjin.
Îja heyran, xwe nexapînin û nebêjin dê anku dayik herî pir bi ser zarokên xwe de ne;
zarokên xwe herî pir du salan, lê mêrê xwe bîst bîst û pênc salan şîr didin.
Axir…
berî ku kevir û gome li min bibarin, ez berê xwe bidim mijareke dinê.
Kurdîtî ji hêlekê ve konforek e jî, konforeke kulturî…
Li ser meseleyê,
doktorekî kurd û doktorekî nekurd anku mamosteyekî kurd û mamosteyekî nekurd ne wek hev in.
Doktorekî kurd anku mamosteyekî kurd, heger hayê wî ji kurdbûna wî hebe û polîtîze bûbe, ji bilî pisporîya xwe, ji hêla entelektuelîyê jî xwe xurt dike. Hayê wî ji sîyaset û rojeva dinyayê jî çêdibe, hayê wî ji huner û edebîyatê jî çêdibe,
lê…
doktorekî nekurd anku mamosteyekî nekurd, bêguman hin îstîsna ne tê de, ji bilî pisporîya xwe hayê wî ji bayê felekê çênabe, tenê karê xwe dike û li gorî şert û merc û derfetên xwe dixwe, vedixwe, digere.
Haa!
Belkî ya qenc ya nekurdan e, lê heyran weleh jîyan tenê ne çêra zik û binzik e, divê meriv hest û mejîyê xwe jî têr bike.
Îja wek min got, her tişt tercîh e û hin tercîh jî xwelîserîyê di xwe de dihewîne…
Gotina Dawî
Lê pirê xwendeyên me, xwezî polîtîze nebûbana; ji ber ku êdî tiştekî ji xwendina xwe fêhm nakin.