Ji nişka ve peyamek hat mesengera min. Min lêvên xwe bi haweyekî şaşmayî qermiçandin, lewra vê seetê yan ên ji me çêtir şîyar in yan jî yên ji me qûndetir. :) Û min pê li peyamdankê kir.
Bi dîtina nav re him piçekî din şaş bûm, him jî li ser rûyê min ê ku êdî xew jê difûre, bişirînekê xwe da der.
Min peyam vekir:
-Ma te xêr e? Qey tu ji vê ger û çêrê têr nebûyî. Bajar bi bajar tu digerî, her rojê tu li derekê yî. Xwê di qûna te de ye yan îsot?
-Piştî ew qas sal û vê seetê… gur li ku mîrîye gelo, firarê?
-Erê weleh firarê, lê ne firarî me, mixabin. Çi ceza li min birîbûn, roj bi roj di bêvila min re derxistin.
-Keçê min henek kir. Çawa yanî? Bi rastî jî tu di hefsê de bûyî?
-Mixabin.
-Derbasî be, lê min ji te re gotibû ji wan apocîyan dûr bisekine, ew ê te bi agirê xwe bişewitînin. Tu ji dîl î, loma jî kesên ji dil zû dişemitin, dişemitînin. Îja ka aqil!
-Axir, tiştê çû nede dû, lo! Ka tu çi dikî? Tu li Stenbolê yî?
-Îşev min xwe avêt Stenbolê.
-Him! Nuha tu têra xwe westîyayî. Ger û çêr û çêre… enerjîyeke bêhempa divê. :)
-Erê, lê tu jî baş dizanî ez motîvasyona xwe ji wê enerjîya xwe disitînim. Wer xuya ye dema rehmetîyê bavê min temelê min danîye, ji malzeme nedizîye, heya ez dikarim bibêjim zêdetir xistîyê. :))
-Nahlet li şeytanê te bê! Gelo ne ev zimanê te be…
-Êêê! Yên min dike ez jî, kîrê min û zimanê min in.:))
-Axir… Min masî kirîbû, xistibû dolabê, min ê bigota ka sibê were van masîyan ji me re çêke; masî, araq û civat…
-Û kîrê min! :))
-Pîçç!
-Te bêrîya kîrê min kirîye? :)
-Na, min bêrîya te kirîye.
-Naxwe ez ê kîrê xwe di ber de jê bikim, li malê deynim û bêm cem te.:))
-Tu bi kêfa xwe yî! Ez dikarim heya sibehê li te guhdarî bikim. Her tişt ne seks e, lê her weha seks her tişt e jî. :)
-Di fîlmê “Kîngdom Of Heaven/Keyê Bihuştê” de dîyalgeke bi vî rengî heye. Balîanê Îbelînî (serleşkerê xaçperestan) ji Selahedîn re dibêje, “Qudis ji bo te çi ye?” Selahadîn lê dinere, dibişire, dibêje, “Ne tiştek e.” Dû re dimeşe, gavekê du gavan diavêje navêje, disekine, di ser stuyê xwe re li serleşker dizîvire, dibêje, “Her tişt e.”
-Bêguman, hin tişt tenê ne ew tişt e, her tişt e; seks jî yek ji wan tiştan e. :)
-Min got û ez sekinîm. Vê şevê, ji kerema xwe re berê me nede nav têgeh û teorîyên felsefîk. Jixwe tu nuh ji hefsê derketîyî, li wir serî li te kirine tara bêjingê, nikarim vê seetê vê nîqaşê ragirim. Eman eman! :)
-De ku tu hatî û zeman û derfet çêbû, em dikarin li ser seks û felsefeyê nîqaşê bikin.
-Ma tu hîn wek berê seksî yî? :)
-Off! Temam neyê neyê, naxwazim.
-Baş e baş e, xwe aciz meke. Ma tu hîn li mala xwe ya berê dijî?
-Erê. Ez bawer im te rêya malê ji bîr nekirîye, tu yê xwe şaş nekî!
-Na lê! Ku min xwe şaş kir jî, navîgasyona gawiran heye… :)
-Ji kîrê te re navîgasyon ne hewce ye, heyran. Tenê bêhna quz hilîne bes e. Xwe li wê bêhnê digire û dihere, mîna mar xwe li qulê bigire. Na na, kîrê te bi xwe navîgasyon e, bi şeref! :))
Piştî me xatir ji hev xwest, ez ketim profîla wê ya facebookê. Min li cend wêneyên wê yên nuh nerî.
Zeman diherike, lê hin jin mîna şerabê ne, qerf û tinazên xwe bi zemên dikin.
Bêbavê hîn jî mîna marekê ye, çendî çend tayên porê wê spî bûbin jî…